Fermana Şengalê: Bi hezaran kes hînê winda ne!

Yek ji fermanên herî mezin ku li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê û hêzên hegemonîk ve hate rakirin. Hîn jî agahî ji hezaran kesî nayê girtin; gelo sax in yan jî mirî ne.

Şengal a bi ferman û qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an kete rojeva cîhanê, niha jî fermanên nû lê têne ferzkirin. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li gorî hejmarên fermî ku cenazeyên hatine tesbîtkirin hejmara kesên hatine qetilkirin derdorî 1500’î ye. Lê li gorî lêkolînên hatine kirin, tê texmînkirin ku 5 hezar kes di vê êrîşê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li gorî gotinên xelkê herêmê heta niha 87 gorên komî hatine tesbîtkirin, heta niha 36 hatine vekirin. Hîn jî agahî ji 2700 kesî nayê girtin, sax in an jî mirî ne.

ERDNÎGARIYA ŞENGALÊ

Rûberê erdnîgariya Şengalê 2928 km2 ye. Çiyayê Şengalê 1463 metre bilind û dirêjî jî 100 km. Şengal bi herêmeke çiyayî ya dikeve navbera li deşta Nînova cih digire. Şengal 125,5 km ji Mûsilê dûr e. Li vê herêmê piranî civaka Kurdên Êzidî lê dijîn. Şengal bi giştî ji 20 bajarok, 2 navçe û sedan gundî pêk tê. Tê texmînkirin berî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an serjimêriya Şengalê bi pêkhateyên din ve nêzî 1 milyonî bû. Ji vana nêzî 450-600 hezar Êzidî, 50-100 hezar Erebên Sûnî, nêzî 200 hezar Erebên Şîa, nêzî 20 malbat Xiristiyan, her wiha Kurdên Xatûnî jî nêzî 100 malbt hebûn.

FERMAN

Li ser civaka me ya Êzidî heta niha 73 ferman ên tên zanîn pêk hatine, her wiha bi dehan fermanên din jî hene kes ne hejmara kesên hatine qetilkirin, sûrginkirin û windakirin ne jî dîroka wê dizane.

Êzidî êrişên qirkirinê bi gotina "ferman"ê pênase dikin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh a tê zanîn, di sala 906'an de dest pê kir.

Hinek fermanên tên zanin wiha rêz dikin;

51 ferman di dema paşayên Osmaniyan de li ser civaka Êzidî hatiye kirin, di van fermanan de Ereb û Kurdên herêmê yên Misilman jî cihê xwe di van qirkirinan de girtine. 

* Di sala 906'an de Waliyê Mûsilê Hamadanî, ji ber ku Îslamiyet qebûl nekirin komkujî kir.

*Sala 1246'an komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate kirin.

*Sedsala 16'an, bi fetwa Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sûltan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li Êzidiyan hate kirin.

*Sala 1638'an, Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1650'î, bi fermana Mûrad ê 4. Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1715'an Waliyê Bexdayê Hasan Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1733'an Waliyê Bexdayê Ahmed Paşa li Şêxanê Êzidî da kuştin.

*Sala 1752'an Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Salên 1732-33'an Nadîr Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1733'an komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.

*Sala 1735'an bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxiyê hate kirin.

*Sala 1742'an, Alî Takî Han ê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Saldûzê da kirin.

*Sala 1743'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.

*Sala 1743'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.

*Sala 1787'an Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.

*Sala 1798'an Alîkarê Waliyê Bexdayê Abdulazîz bîn Abdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.

*Navbera aslên 1753-1800'î bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrîşên mezin ên li Şengal, Şêxan û Mûsilê)

*Sala 1809'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.

* Sala 1824'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Alî Paşa li Şengalê li Êzidiyan da kirin.

*Salên navbera 1832-1834'an komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.

*Sala 1835'an Waliyê Mûsilê Mûhammed înce Bayraktar li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1836'an Reşîd Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1837'an Hafiz Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1844'an komkujiya li Êzidiyên li Botanê hate kirin.

*Sala 1892'an di encama polîtîkaya Abdulhamît ê 2. de ku bi zorê hewl dida Êzidiyan bike Misilman, komkujî hatin kirin.

Qirkirineke din a ku di dema nêz de li Kurdên Êzidî hate kirin, di sala 2007'an de bû.

14'ê Tebaxa 2007'an bi 4 wesayitên bombebarkirî êrîş li gundên siba şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê hatin kirin. Di encamê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Li ser vê komkujiyê ti lêpirsîn nehate kirin. Hat ragihandin, ku komkujî ji aliyê rêxistineke çete yha bi navê Ensar El Sune ya ser bi El Qaîdeyê ve hatiye kirin, ku wê demê hewl dida reh berde nava Başûrê Kurdistanê.

Lê belê gelek agahî derketin holê, ku li gorî van agahiyan çeteyê Eniya Tikrmen a Iraqê (ITC) jî di nava êrîşê de cih girtiye, ku ITC ji aliyê îstîxbarata Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Fermana dawî ya herî mezin di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Êzidiyan rabû.

Kurdên Êzidî bi giranî li navçeya Şêxan a Dihokê, navçeya Şengal a Mûsilê û gundên van navçeyan dijîn. Sala 1975'an ji aliyê rejîma Baasê ve neçarî koçberî û sirgûnê hatin hiştin.

Êzidî ji ber fermana her tim xwe li çiyayê Şengalê girtin. Êzidî sala 1975'an bi zorê ji gundên çiyê hatin daxistin û li gundên Xanesor, Til Izêr, Sinûnê, Siba Şêx Xidir, Koço û Dugurê, li 15 gundên quntara çiyê hatin bicihkirin.

PDK ku piştî sala 2003'an bû serdestê Şengalê, hemû kevneşopiyên civakî parast û ji sîstema şêxîtiyê ku bi rêya wê Êzidî ji bo berjewendiyên xwe diparast, heta dawiyê sûd wergirt.

PDK'ê baweriya Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û piştgirî da vê sîstema şêxîtiyê. Bi vî rengî xist bin kontrola xwe.

10'ê Hezîrana 2014'an dema çeteyên DAÎŞ'ê Mûsil dagir kirin, ji hemû navçeyên Mûsilê wêdetir, xeterî herî zêde li ser Şengalê zêde bû.

Fermana herî mezin a dawî jî di sala 2014'an de li Êzidiyan rabû. Ev baweriya qedîm a Mezopotamyayê di 3'ê Tebaxa 2014'an de bû hedefa çeteyên DAÎŞ'ê. 

DEMA FERMANA 73’AN

Şengal di warê rêveberiyê de girêdayî hikûmeta Navendî ya Iraqê û ji warê ewlarkiyê ve jî di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê û parastina Pêşmergeyan de bû. Dema ku êrîş pêk hat, Şengal di bin rêveberiya îdarî ya hikûmeta Iraqê de bû, ji ewlekariya wê jî hêzên Pêşmerge berpirs bûn. Li gorî hejmara fermî, berî êrîşa DAÎŞ’ê, 12 hezar Pêşmergeyên PDK’ê li Şengalê erkdar bûn. Dema DAÎŞ’ê êrîş pêk anî, rêveriya PDK’ê ku diyar kir ku ew ê Êzidiyan biparêze, bê ku ti daxuyaniyek bide 12 hezar pêşmergeyên xwe vekişand, bê ku ewlekariya Êzidiyan bike, vekişiyan. Ji pêşmergeyên PDK’ê daxwazên Êzidiyên ku ji bo xwe li dijî DAÎŞ’ê biparêzin jî ji nebihîstî ve hatin, bi vî rengî civaka Êzidî bi awayeke bê ewle ber hovîtiya DAÎŞ’ê hiştin. 

Li gorî çavkaniyên xwecihî di dema êrîşê de yanî sala 2014’an, 500 hezar mirovî ji Şengalê koç kirine. Li gorî hejmara fermî 360 hezar kes tê îfadekirin. Di roja me ya îro de jî 250 hezar Êzidî, ji derveyî warên xwe li cihên cuda yên Iraqê, Tirkiye, Sûriye û beşek wan jî mehkûmî jiyana li Ewropa hate kirin.

Ne mimkûne ku hejmara mirovên ku di wê demê de jiyana xwe ji dest dane bê zanîn. Lê dîsa li gorî hejmarên fermî ku cenazeyên hatine tezbîtkirin derdorî 1500’î re ne. Lê li gorî lêkolînên hatine kirin, tê texmînkirin ku 5 hezar kes di vê êrîşê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibin qetilkirin. Li gorî gotinên xelkê herêmê heta niha 87 gorên komî hatine tezbîtkirin, heta niha 36 hatine vekirin.

Tê zanîn ku di wê demê de 7 hezar jin û zarokên Êzidî hatine revandin. Ev ên hatine revandin jî di nav de, tê texmînkirin ku 10 hezar Şengalî hatine revandin. Jin weke amûra cinsî (Seks) li bazaran hatine firotin, kiryarên der mirovî li ser wan hatine kirin. Her wiha DAÎŞ’ê jin û zarokên revandî bi darê zorê baweriya wan dane guherîn. Zarok piştî hatin ‘misilmankirin’ û şûnde di şerê xwe yê tarî de weke şervan bikar anîne. Navendên baweriya Êzidî hatine îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyeke ya NY’yê sala 2016’an, 3200 jin û zarokên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de dîl girtî ne, hatiye nivîsandin. Nêzî 3500 jin û zarokên di vê pêvajoyê de hatine rizgarkirin. Li gorî daxuyaniyên sala 2020’ê hê jî 2900 jin û zarok winda ne. Di roja me ya îro de hê jî agahî ji 2700 kesî nayê girtin.

12 SIWARÎ

Di demê qirkirin herî xedar de ku civakek li ber tinebûnê bû, 12 siwariyên ji çiyan xwe berdabûn xwarê bi hewara civaka Êzidî hatin, şer kirin û li ber xwe dan. Hêzên HPG’ê û YJA Star, dîsa hêzên parastina Rojava YPG/YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê ketin nava tevgerê, ji bo gel rizgar bike, korîdora mirovî bi şer vekirin. Di vê korîdorê de bi hezaran mirov derbasî Rojava hate kirin, ji qirkirina DAÎŞ’ê rizgar kirin. Di vî şerî de bi sedan gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên YPG/YPJ’ê şehîd bûn.

Di dema vê êrîşa hov a DAÎŞ’ê de bi hezaran mirov, jin, zarok û kal jî di nav de ji bo rizgar bibin di bin germahiya 50’î pileyî de hilkişiyan ser çiyayê Şengalê. Piranî zarok gelek kes ji birça û tîna jiyana xwe ji dest dan. Di roja îro de jî li nêzî çiya, bi sedan Êzidî hê jî di bin konan de dijîn, ji ber ku hê jî hesta gef bi dawî nebûye tê jiyîn.

JI NÛ VE AVAKIRIN

Piştî van hemû bûyer û fermanan divê êdî encamek jê bihata derxistin. Encama ku ji vê bê derxistin, ew bû ku êdî siberojekek ku xwe bispêre hêza xwe avakirin bû. Ev biryara girîng a civaka Êzidî girtî ku mîna şoreşê bû, di warê siyasî û leşkerî de rêxistina xwe ya xweser ava kirin. Îro girêdayî Meclîsa Gel a Şengalê hêzên xweparastinê ya YBŞ/YJŞ heye. Heman demê Rêveberiya Xweser a Şengalê ku vîna siyasî ya gelê Şengalê bi modela meclîsan sala 2015’an ava bû, hemû kar û xebat ji xweserî û statûya Şengalê tê kirin. Her wiha di warê rêxistinkirina jinê de jî saziya esasî Partiya Azadiya Jinên Êzidî (PADÊ) erka esasî digire û kar dike.