Li Fermandariya Tûgayê ya li Şirnexê teqîn çêbûn

Li Fermandariya Tûgayê ya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogutê ya li Şirnexê 3 teqîn pêkhatin. Di şewata piştî teqînê de derketî leşkerên Tirk birîndar bûn.

Li Fermandariya Tugayê ya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê li pey hev 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê dûman ji tugayê bilind bû. Nehat zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi çêbûne.

Piştî teqînê agir bi daristanên di nava fermandariyê de ket. TOMA û 22 wesayîtên agirkujiyê yên ku li ser îxbara ji wan re hat kirin sewqî cihê bûyerê hatin kirin hewl dan şewatê vemirînin. Hat diyarkirin ku di şewatê de 2 leşkerên Tirk birîndar bûne.

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn îdia kir ku ji ber xemsariya personelan ya di dema lênêrînê de agir bi cebilxane ketiye û teqîn çêbûye. Ji ber teqînê jî şewat derketiye.