Hesîb: Êzidî kirin qurbanê berjewendiyên welatên herêmî û navneteweyî

Nivîskar Hêmin Hesîb diyar kir ku di dema fermana Şengalê de derfet hebûn ku pêşî li komkujiyê bê girtin, lê belê pêşmergeyan û artêşa Iraqê xwe vekişandin û got, "Êzidî kirin qurbanê berjewendiyên herêmî û navneteweyî."

8 sal beriya niha roja 3’ê Tebaxa 2014’an careke din pêkhateyeke resen a civaka me bi hovtirîn tawanê mirovî û dîrokî re rû bi rû ma.

3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengal û hawirdora wê kirin û di encamê de welatiyên vê navçeyê bi awarebûnî, malwêranî, komkujî, revandin û jenosîdê re rû bi rû man. Di encama vê karesata jenosîda Êzidiyan de bi hezaran Êzidî bûne qurbanî, bê ser û şûn bûn û hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û bi sed hezaran jî koçberî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Tevî wan êrîşên dirindane yên DAÎŞ’ê, Êzidiyên Şengalê bi alîkariya gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YPG/YPJ’ê karîn parastina nasnameya neteweyî û ayîniya xwe bikin. Piştî pêvajoyeke têkoşînê ya rizgarkirina Şengalê di roja 11’ê Mijdara 2015’an bi tevlêbûna şervanên YBŞ, YPG/YPJ, gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên YNK’ê ji bo rizgarkirina navenda Şengalê operasyonek hat destpêkirin. Piştî 2 rojan navenda Şengalê bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqijkirin.

Di 8. salvegera qirkirina Kurdên Êzidî de, Nivîskar û Çalakvanê Têkildarê Jenosîdê Hêmin Hesîb di derbarê qirkirina pêkhateyan, karesata jenosîda Êzidiyan, bêxwemiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî doza jenosîd a Êzidiyan û rageşiya dewletên herêmî ya li ser Şengalê de ji ANF’ê re axivî.

Hesîb işaret bi qirkirina giştî pêkhateyan û bi taybetî civaka Êzidî kir û wiha axaftina xwe destpêkir, “Bi dirêjiya dîrokê hemû civak û pêkhateyên kêmhejmar ku xwedî çand, ziman, netewe û ayîneke cuda ne, berdewam bi pêlên qirkirinê yên ji aliyê netewe û ayînên serdest ve hatine kirin bûne. Kurdên Êzidî jî ku xwedî ayîneke xweser in, ji ber wê jî pir caran ji aliyê ayînê serdest ve bi komkujiyan re rû bi rû hatine û ayîna Êzidiyan weke ayîneke dijî ayîn hesibandine. Pir caran jî neteweyên kêmhejmar dibin qurbaniyên hin peymanên siyasî, weke mînak neteweyeke kêmhejmar dikin qurbanî da ku neteweyên din bitirsin. Di berê de Osmaniyan komkujî li ser Ermeniyan pêk anî da ku neteweyên din jê bitirsin. Ji ber wê Êzidî jî di vê çarçoveyê de bi dirêjahiya dîrokê bi jenosîdan re rû bi rû hatiye ku ya herî dawî jî bi destê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat.”

‘ÊZIDÎ BÛNE QURBANÊ BERJEWENDIYÊN WELATÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWÎ’

Nivîskar Hêmin Hesîb bal kişande ser sedemên qewimîna vê karesata mezin a li ser Êzidiyan û got, “Di vê baweriyê de me ku li vê navçeyê Êzidî kirin qurbanê berjewendiyên herêmî û navneteweyî. Hemwext ku DAÎŞ’ê êrîş kir, artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge jî xwe vekişandin, lê derfet hebû ku rê li ber komkujiya Êzidiyan bihata girtin. Ji bo wê jî di vê baweriyê de me ku Êzidî bûne qurbanê berjewendiyên welatên herêmî û navnetewî.”

‘HIKÛMETA IRAQÊ RÊ NEDAYE KU DADGEHEKE TAYBET JI BO SÛCÊN DAÎŞÊ BÊ DAMEZRANDIN’

Hesîb di beşek din a axaftinên xwe de rexne li bêxemiya naxweyî ya li hemberî doza qirkirina Êzidiyan û pêkhateyên din ên Iraqê girt û nirxandinên xwe wiha domand; “Mixabin bi qasê ku li derweyî welat li hemberî karesata qirkirina Êzidiyan bertek çêbû û deng veda, lê di navxweyî de ew qas bertek çênebû. Hikûmeta Iraqê li hemberî doza qirkirina Êzidiyan bêxem bûye, di wan du salên derbasbûyî de hikûmeta herêmê hewl da ku dadgeheke taybet ji bo doza qirkirina Êzidiyan û sûcên DAÎŞ’ê damezrîne, lê hikûmeta Iraqê rê nedaye. Her wiha bi xwe jî ew dadgeh danemezrand û tawanbarên DAÎŞ’î li gorî yasaya terorê darvekir. Diviyabû piştî rizgarkirina hemû navçeyan dadgehek taybet ji bo qirkirina Êzidiyan, Mesîhî, Şebek û pêşmergeyên dîl ketibûn dest bihata damezrandin, lê hikûmeta Iraqê bêxem nêzîk bûye.”

‘DI VÊ TAWANÊ DE TIRKIYE JÎ TAWANBAR E’

Hesîb di derbarê hewldanên ji bo weke jenosîd nasandina karesata Şengalê de nêrînên xwe wiha anî ziman; “Ji derweyî welat du gavên baş hatin avêtin ku komîteya dadperwerî ji bo Êzidiyan li welatê Brîtanyayê, piştî çend salan raporek amade kirin ku têde jenosîda Êzidiyan nas dikin û çendîn welatan jî di wê dozê de tawanbar dikin ku Tirkiye yek ji wan welatan e. Her wiha daxwaz jî dikin ku dadgeheke taybet bê damezrandin.

Dîsa Neteweyên Yekbûyî ji bo lêkolînkirina tawanên DAÎŞ’ê komîsyoneke bilind ya bi navê UNÎTAD damezrand. Hêvîdarin ku piştî karê komîsyonê biqede dadgeheke taybet li ser tawanên DAÎŞ’ê û di nava wê de doza komkujiya Êzidiyan bê destgirtin bê damezrandin. Her du hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraq di aliyê yasayî ve ji nasandina wê dozê weke jenosîd de bêxem bûne.”

‘HIKÛMETA ELMANYAYÊ NEÇAR KIR KU BI TEZMÎNATA QURBANIYÊN ÊZIDÎ RE GIRÊDAYÎ BE’

Hêmin Hesîb her wiha qala xebatên ji bo tezmînatkirina qurbaniyên destê DAÎŞ’ê kir û got, “Tezmînat du aliyên xwe yên madî û menewî heye, ji aliyê madî ve hikûmeta Iraqê ji tezmînata madî ya qurbaniyên şerê DAÎŞ’ê ve berpirsiyar e. Ji aliyê menewî jî erkê Iraqê û civaka navnetewî ye ku alîkariya qurbaniyan bikin. Her welatê ku doza komkujiya Êzidiyan wek jenosd nas bike, ewê bi tezmînata qurbaniyan ve girêdayî be. Çend roj beriya niha dadgeha Hambûrgê du çeteyên DAÎŞ’ê bi tawanê jenosîda Êzidiyan darizand û vê yekê hikûmeta Elmanyayê neçar kir ku bi tezmînata qurbaniyên Êzidî re girêdayî be.”

‘DI NAVA CIVAKA IRAQÊ JÎ ÊZIDÎ BÛNE QURBANΔ

Têkildarê koçkirina Êzidiyan ji bo wan welatên ku ragihandin ew amade ne ku mafê penaberiyê bidin Êzidiyan, Hesîb axivî û ragihand; “Ew gava dayîna mafê penaberiyê ji bo Êzidiyan li welatên rojava nêzîkatiyeke mirovî ye ku ji bo parastina jiyana Êzidiyan tê kirin. Ji ber ku Êzidî ne tenê bi destê DAÎŞ’ê bûne qurbanî, di heman demê de di nava civaka Iraqê de gotinên xirab ji wan re tê gotin û di nava civaka Iraqê de jî bûne qurbanî. Mixabin aliyê nerênî yê vê biryarê eve ku Êzidî wek Mesîhî xaka Iraqê diterikînin û namînin. Li şûna dayina mafê penaberiyê, pêwîst bû ew welat ji bo avakirina û pêkanîna ewlekariyê li navçeya Êzidiyan alîkarî kom bikirina. Heta niha jî ti ximetguzariyeke wan li navçeyan tune ye û xwe di nava ewlehiyê de hîs nakin da ku vegerin û navçeyên xwe ava bikin.”

‘REWŞA LI ŞENGALÊ MIJAREKE GIRÊDAYÎ RAGEŞIYA SIYASÎ YE’

Di dawiyê de Nivîskar û Çalakvanê Têkildarê Jenosdê Hêmin Hesîb wiha behsa rewşa ewlehiyê ya Şengal û navçeyên din ên Êzidiyan kir; “Tişta ku di wan çend salên bihorî de li Şengalê qewimîn, mijareke girêdayî rageşiya siyasî ye. Mixabin Şengal bûye qurbaniyê berjewendiyên welatên herêmî. Ji bo parastina Şengal û gelê Êzidî pêwîste hemû hêzên li Şengal û navçeyên Êzidî hene derkevin û hêzeke taybet ji Kurdên Êzidî erkê parastina navxweyî ya xwe bigire û li dor û pişta Şengalê jî hêzên Iraqî bên bicîhkirin yan jî daxwaz ji civaka navnetewî bê kirin ku wana biparêzin.”