Malbatên girtiyan: Em vê sîstema edaletê qebûl nakin

Malbatên girtiyan ku 261 roj in li Amedê di çalakiya Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî kiryarên newekhev ên qanûnan û gotin, "Em vê sîstema edaletê qebûl nakin."

Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, 261 roj in di Nobeda Edaletê de ne.

Malbat li ber Saziya Tipa Edlî ya li navçeya Peyasê ya Amedê li hev civiyan û endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler bi bîr xistin ku Serokê 2'emîn ê Fermandariya Giştî yê wê demê Çevîk Bîr di doza 28'ê Sibatê de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn, lê hate berdan. Încî Guler diyar kir ku qanûn bi rengekî wekhev bi cih nayê anîn.

Încî Guler got, "Divê qanûn bi rengekî wekhev ji bo her kesî derbas bibe. Bi rengekî adilane nêzî girtiyan bibin. Eger maf, hiqûq hebe, divê wekhev be. Bila girtiyên nexweş bêne berdan, bêne dermankirin. Divê dawî li vê zilma dewletê bê anîn. Em vê sîstema edaletê qebûl nakin."