Civaka Êzidî: Em ê ne îxanetê û ne jî berxwedanê ji bîr bikin

Civaka Êzidî di salvegera 8’emîn a fermanê de diyar kirin wê ne îxaneta PDK’ê û ne jî berxwedana gerîlayan ji bîr bikin.

Îro 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Li Şengalê bi rojan e ku bernameyên bîranîna fermana 2014’an tê lidarxistin û merasîma mezin a bîranînê jî îro ye.

Civaka Êzidî ji bo bîranîna şehîdên fermanê saet di 10:00’an de jiyan rawestand, piştî rêzgirtina şehîdan jî li gelek cihan av belav kir. Ji ber ku di fermanê de bi sedan jin, zarok û kalemêr ji tîna şehîd ketibûn. Civaka Êzidî ji 7 salî heya 70’ê salî, ji kalemêran heya zarokan ji bo şehîdên fermanê li ser piyan e û hesabê fermanê ji sûcdaran dixwaze.

Kalemêrê bi navê Brahîm Xwedêda Qaso bi bîr xist ku di sala 2014’an de piştî pêşmergeyên PDK’ê terka Şengalê kirin ferman bi ser serê wan de hat û got “Bi hezaran xelkê me wê rojê ketin destê DAIŞ’ê, bi hezaran jin, zarok û kalemêrên me ji tîna mirin, ev hemû ji ber rêveberiya herêma Kurdistanê bûn.” Brahîm Xwedêda ji bo DAIŞ’ê got ku ew rêxistineke terorê ya navneteweyî bû ku bi navê Îslamê rabû û wiha berdewam kir “Di rastiyê de dûrî Îslamê bûn. Bi zor û zextê ji Êzidiyan xwestin ku bibin misilman. Ji ber Mesûd Barzanî ev malmîratî hate serê me.’’

Brahîm Xwedêda destnîşan kir ku tevî 8 sal derbas bûne, ji ber sûcên fermanê ne li Iraqê ne jî li qada navneteweyî kesek nehatiye dadgehkirin û ev bang kir “Lazim e derbarê ew kesên berpirsyar de doz û lêpirsîn were vekirin. Lazim e qanûnek were derxistin û kesên sûcdar werin darizandin.’’

Brahîm Xwedêda Qaso di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî kesên wekî Majîd Şengalî ku dibêjin Şengal ne ya Êzidiyan e da û got: ‘’Kesên pere xwarine, dibêjin Şengal ne ya Êzidiyan e, ihtirama me ji bo hemû gelên li Şengalê heye lê Şengal a Êzidiyan e. 100 ferman jî rabe em Êzidî ne, ew kesê ku dînê xwe bi pereyan bifiroşe, ew ne însan e.”

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xiyaneta PDK’ê ya li Şengalê û wiha axivî “Beriya 8 salan beriya niha di vê saetê de Şengal kete destê DAIŞ’ê û komkujî çêbû. Ev rojeke zehmet e ji bo me, heya dinya hebe em xiyaneta mala Barzanî ji bîr nakin. Heya yek ji me heye em qenciya gerîla jî ji bîr nakin. Gerîla tu sînor nas nekirin û hatin hawara me ve.’’

Neam Bedel her wiha bang li Êzidiyan kir ku vê roja reş û şehîdên fermanê tu carî ji bîr nekin û got: “Her Êzidiyek li ku derê be lazim e vê rojê ji bîr neke, bi bîr bîne. Vê rojê û xiyaneta mala Barzanî ji bîr nekin. Em dizanin kê em firotin û kî bi hawara me ve hat.’’