Tevgera Azadî: Em ê li dijî her planekê ya li ser civaka Êzidî bisekinin

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew ê li dijî planên li ser civaka Êzidî bisekinin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ew karesat di demekê de bû ku dirindeyên DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê bikin. Lê hêzên PDK’ê û Artêşa Iraqê ku bi deh hezaran bûn û erka wan parastina Şengalê û herêmê bû, reviyan.

Lê hêza cewherî ya kur û keçên YBŞ û YJŞ’ê ya Êzidiyan hebûn ku çand û jiyana azad a xwe diparêzin. Li ser xak û warê xwe yê pîroz Meclîsa Rêveber ava kirin û rê nadin ku carek din komkujî pêk bê.

Niha 8 sal li ser fermanê re derbas bûye û DAÎŞ şkestiye. Hêzên ku reviyan PDK, beşek ji Artêşa Iraqê û Tirkiyeya dagirker planên xwe berdewam dikin û dixwazin careke din Şengalê bigirin û Êzidiyan bikin kole.

Îro Xwerêveberî destkeftiyek e ku ne tenê ji bo Êzidiyan e, ji bo tevahiya Başûrê Kurdistanê û gelên pêwîstî bi jiyanê heyî ye. Ji bo tevahiya pirsgirêkan yekane rêya çareseriyê ye. Lewma piştgirî û parastina wê erkekî exlaqî û wijdanî ye.”

Tevgera Azadî piştgiya xwe ya ji bo Xwerêveberiya Şengalê diyar kir û ragihand ku ew ê li dijî hemû planên li ser civaka Êzidî bin. Her wiha di dawiya daxuyaniyê bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Kurdistanê û cîhanê kir ku piştgiriya Xwerêveberiya Şengalê bikin û rê nedin fermandek din li ser Şengalê de pêk bê.