KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PKK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê di meha fedaîtiyê ya Hezîranê de berxwedana şoreşgerî gihandine asta herî bilind." -
'Eger qanûna sansurê bê derxistin wê girtîgeh tijî rojnamevan bibin'
Rojnamevan Farûk Balikçi anî ziman ku qanûna sansurê ya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê tê ferzkirin û got, "Gaveke ku wê rojnamevanan bêbandor bike. Girtîgeh wê bi rojnamevanan bêne dagirtin, gelek jê wê dest ji pîşeyê xwe berdin." -
Gelo hûn Îsmaîlê Dêrikî nas dikin?
Îsmaîlê Dêrikî şoreşgerekî komunîst bû. Sala 1979'an dema diçû zanîngehê ji bo azadiya Kurdistanê komeke îdeolojîk ava kir. Sala 1981'ê wî PKK nas kir û bi demê re li gel koma xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Çîroka yek ji pêşengên stratejîk ên PKK'ê... -
Gerîla Rêber Kobanê: Dijmin wê ji hatina xwe poşman bibe
Gerîlayê HPG'ê Rêber Kobanê ku li Zapê di tunelên şer de li dijî artêşa dagirker şer dike, wiha axivî: "Dijmin wê li vir têk biçe. Em ê ne tenê dijmin bisekinînin, em ê bikin ku ji hatina xwe poşman bibe." -
Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Binarê Qendîlê bi merasimek girseyî hat bîranîn. -
Li parlementoya Herêma Kurdistanê dijminatiya Kurdan hat kirin
Serokê Koma Eniya Tirkmen Sebah di axaftina ji çapemeniyê re kirî de bi devê dewleta Tirk axivî; dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rewa nîşan da û gelê Kurd û PKK wek terorîst bi nav kir. -
HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Ligel ku dagirker ji hewayî û bejahî, çekên kîmyewî jî tê de gelek êrîşan dikin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gelek çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Lêkolîna li qada gazê ya Kormorê hate astengkirin
Hêzeke Iraqê ya ku di nav wan de efserên Artêşa Iraqê jî hebûn ber bi qadê gazê ya Kormor ya li Çemçemalê ketin rê. Pêşmergeyan rê li hêzên Iraqê girtin û ew asteng kirin -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin birîndarkirin
Li ser sînorên Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejma Îranê duh bi şev 2 kolber birîndar kirin. -
Ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin cem hev
ÎHD û xizmên windayan ji bo Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamuk ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, hatin cem hev. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 28’ê Gulanê de li Metînayê şehîd bûbûn eşkere kir û got “Bi qasî jiyana xwe, ew bi jîrbûna xwe ya mezin a di şer de û helwesta xwe ya wêre bûn milîtanên mînak ên Apoyî.” -
Dîmenên çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne
Derbarê çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bi kar aniye, delîlên nû hatin dîtin. -
Li Wanê zarokên şivan
Li bajarên Kurdan zarokên di navbera 7 û 13 saliyê de ne, neçar dimînin ku şivantiyê bikin da ku alîkariya aborî bidin malbatên xwe. -
Li Silêmaniyê çalakî: Kujerên Çelebî aşkere bikin
Penaberên ji Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn daxwaz kirin ku kujerên Zekî Çelebî ku di encama êrîşek çekdarî de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bên aşkere kirin. -
‘Em ê xwedî li xeyalên şehîdên xwe derkevin’
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê şehîd Ferhad Şiblî û şehîdên êrîşa li ser Meclisa Gel a Sinûnê bi bîr anî û diyar kir ku civaka Êzidî heya dawî wê destkeftiyên xwe biparêze. -
HPG: 1 jê payebilind 11 dagirker hatin cezakirin
Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 1 jê payebilind 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Kartal ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk bang li her kesî kir ku 25'ê Hezîranê li Dusseldorfê beşdarî meş û mîtîngê bibin. -
Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî dozger û dadgeran da
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatibûn qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn, bi bîr xistin ku wê di 20’ê Tîrmehê de dozger û dadger têkevin betlaneyê û got “Kesên bûne hevkarên vê zilmê ew ê çawa betlaneyê bikin.” -
Rojnamevan Alagaş a dîlgirtî: Em rojnamevan in û em ê li rojnamevaniyê dewam bikin
Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ew û 16 kes bi hev re çendeyek berê hatin girtin bi peyamekê got, "Bila were zanîn ku bi tu zext û zilmê, kes nikare pênûsa jinan bişikîne." -
KCK'ê gerîla pîroz kir
KCK'ê gerîla pîroz kir û got, "Em hevrêyên xwe hemûyan ji dil û can pîroz dikin ku tevlî vê pêvajoya serketî bûne." -
Welatên Başûrê Emerîkayê li dijî sûcên organîzeyî 'tifaqa stratejîk' çêkirin
Nûnerên neh welatên Başûrê Emerîkayê ji bo têkoşîna li dijî sûcên organîzeyî 'tifaqa stratejîk' ava kirin. -
Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Ferhad Şiblî bi bîr anî
Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Di şexsê Ferhad Şiblî de em hemû şehîdan careke din bi bîr tînin. Bi navê gel û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxiyê ji malbata wî ya berxwedêr û gelê xwe re dixwazin. -
Salvegera 7. a Komkujiya Kobanê: Şeveqa reş û kêliyên nayên ji bîrkirin
7 sal li ser Komkujiya Kobanê re derbas bû. Şopa wê şeveqa reş hîn jî li her maleke Kobanê heye û kêliyên bi êş nayên jibîrkirin. -
Cenazeyê Derwêş Evdî hate veşartin-HAT NÛKIRIN
Cenazeyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin, li Şengalê hat veşartin. -
Evdî yê ku di êrîşa li ser Sinûnê de birîndar bû şehîd bû
Çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû.