KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Dagirkeran 27 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîn
Dewleta Tirkk a dagirker ku nikare bi berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, giraniyê dide ser bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî. HPG'ê diyar kir ku çeperên şer 27 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin. -
Sewsen Heyder piştî 8 salên dîlgirtî vegeriya Şengalê
Sewsen Heyder ku beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li Şengalê hate revandin û di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê hate rizgarkirin, vegeriya Şengalê. -
Fermandariya YJA Starê Şîlan Goyî li Mexmûrê hate bîranîn
Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn. -
Şandeyek Iraqî li ser bombardûmana li ser Başûr serdana Îranê dike
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku şandeyek bi serokatiya şêwirmendê asayîşa niştîmanî ji bo nîqaşkirina êrîşên rejîma Îranê yên li ser navend û baregehên partî û hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr serdana Tehranê dike. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Geverê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Bûn mînakên herî şênber ên fedaîtî û îradebûna Apoyî. Ji hevrêyên xwe re bûn hêz û moral, her wiha bûn perspektîfa têkoşînê." -
HBDH'ê li Sûrê li wesayita polîsan xist
Milîsên Welat Çiya yên HBDH'ê li Sûrê li hemberî wesayita polîsan çalakî lidar xistin. Di daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Em hesabê Sûr-Cizîr-Nisêbîn û Komkujiya Gar a Enqereyê dipirsin." -
Şêniyên Kerkûkê: Em ê bi hêza gelê şoreşger Rêber Apo azad bikin
Xelkên bajarê Kerkûkê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û gotin; “Armanca komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ev bû ku derbê li pêvajoya demokrasiyê ya li tevahiya Rojhilata Navîn were xistin.” -
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo greva li seranserî welat bang hate kirin
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di xwepêşandanan de ku bi pêşengiya jinan têne lidarxistin, ji bo greva li seranserê welêt bang hate kirin. -
Îsmaîl Xelîl Mihemed ê ku li Hewlêrê hatibû destgîrkirin li ku ye?
Îsmaîl Xelîl Mihemed ku li Hewlêrê 2 salan bi kêfî hate girtin û piştî ku hate berdan di dema nûkirina îkameta xwe de careke din hate girtin, bi mehan e agahî jê nayê girtin. Malbata wî bi fikar e û li benda bersiva rayedaran e. -
NPG: Divê em êdî berxwedanê bigihînin encamê
Fermandariya Biryargeha NPG'ê destnîşan kir ku şerê binerdê û tunelan û şerê bi tîmên pispor ên koordîneyî hîmên esasî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî ne. -
Ji bo Şehîd Şevîn Çekdar mewlûd dan - HATE NÛKIRIN
Xelkê Mexmûrê ji bo gerîlaya YJA Starê Şevîn Çekdar a 24’ê Îlona 2022’yan li Metînayê şehîd bû, mewlûd dan. -
Li Pîranşarê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek din qetil kir. -
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: Sefîrê Bilind ê Tirk a Bexdayê, qetlîam girt ser xwe
KCK’ê diyar kir ku Sefîrê Bilind ê Tirk ê Bexdayê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, qebûl kir û got ku dewleta Tirk qetlîamên li Iraq/Başûrê Kurdistanê pêk anîne û wê pêk bîne jî. -
HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, 2 mobese hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn. -
Sefîrê Bilind ê Fransayê serdana Şengalê kir
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier serdana Şengalê kir û karên çêkirina nexweşxaneyekê lêkolîn kir. -
Dag û Er dawî li rojiya mirinê anîn
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, piştî ku daxwazên wan hate qebûlkirin dawî li rojiya mirinê anîn. -
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike
Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de got ku kesê ji xwe re dibêje mirov, nikare li hemberî zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng bimîne. -
Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî dan ên 'soza xwe bi cih nînin'
Xizmên girtiyan di Nobeta Edaletê de diyar kirin ku hin partiyên siyasî soz dane wan, lê soza xwe bi cih neanîne. -
'Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me yê Êzidî ye'
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fikrê azad ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li Şengalê yekîtiya xwe çêdikin û bi gotina "Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me ye" banga vegerê li koçberan kir. -
Li Bane kolberek hate qetilkirin, 2 kolber jî birîndar bûn
Li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa hêzên çekdar ên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk çeteyan dibe qadên gerîla û dide şerkirin
Eşkere bû ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên li Wanê li otelan bi cih kir, bi wesayitên taybet destpêkê birin Colemêrgê, ji wir jî birin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo şer bikin. -
Li Wanê 12 hezar avahiyên derz lê ketine hê jî nehatine hilweşandin
Ligel ku di ser erdheja Wanê re 11 sal derbas bûne jî 12 hezar avahiyên ku zirar dîtine hîna nehatine hilweşandin û her wiha avahiyên zêrfiroş û bankeyan ên ku di salên 1950'î de hatine çêkirin, ligel ku xisar dîtine jî hê dest nedane. -
Kalkan: Di sala 25'an de Komploya Navneteweyî wê teqez bê têkbirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku sala 25'an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê gihîştiye asta herî bilind. -
Andok: Heke ciwan dixwazin azad bibin divê tevlî nav refên gerîlayan bibin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir divê her ciwanên Kurd divê di nav têkoşîna azadiyê de cih bigire û tevlî nav refên gerîlayan bibe. -
8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên gerîla de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.