Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî dozger û dadgeran da

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatibûn qetilkirin dest bi Nobeta Edaletê kiribûn, bi bîr xistin ku wê di 20’ê Tîrmehê de dozger û dadger têkevin betlaneyê û got “Kesên bûne hevkarên vê zilmê ew ê çawa betlaneyê bikin.”

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de dest bi çalakiya nobedê kiribû. Malbat di roja 473’an de nobetê didomîne.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku çar sal ji ser qetlîamê derbas bûye û got “Nobeta me kete havîna duduyan. Li holê bêhiqûqtiyeke mezin heye. Hiqûqa serweran heye. Her kes vî tiştî dibîne. Ev dayik her roj li ber avahiya edliyeyê rûdinê û kesên ji xwe re dibêjin ez dozger û dadger im, dibin şahidên vî tiştî û ji ber me derbas dibin. Rêveberên AKP’yî jî dibêjin ‘Hûn mafdar in, em bi we re ne”

Şenyaşar bal kişand ser betlaneya edlî û got “Di 20’ê Tîrmehê de betlaneya edlî dest pê dike. Dozger û dadgerên ku ji xwe re dibêjin ‘Ez mirov im’ wê betlaneyê bikin. Kesên bûne şirîkên vê zilmê wê çawa biçin betlaneyê? Bibe şahidê zilma li ber deriyê edliyeyê û bi malbata xwe re biçe betlaneyê. Kesên ku di warê hiqûqî de bûne şirîkên vê zilmê, ez nikarim ji wan re bibêjim, ev kes mirov in. Heke mirov bûna wê nehiştina ev bêhiqûqtî pêk were.”