Gerîla Rêber Kobanê: Dijmin wê ji hatina xwe poşman bibe

Gerîlayê HPG'ê Rêber Kobanê ku li Zapê di tunelên şer de li dijî artêşa dagirker şer dike, wiha axivî: "Dijmin wê li vir têk biçe. Em ê ne tenê dijmin bisekinînin, em ê bikin ku ji hatina xwe poşman bibe."

Rêber Kobanê ku li çiyayên Zagrosê gerîla ye, li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê ji ANF'ê re axivî. Gerîla Rêber ku li tunelên şer ên li Zapê şer dike, soz da ku wê serketinê teqez diyarî gelê Kurdistanê bikin.

Gerîla Rêber anî ziman ku şer li Zapê di asta herî giran de ye û artêşa dagirker rê û rêbazên li dijî exlaqê bi kar tîne û wiha axivî: "Partiya me ji roja ku ava bûye û vir ve li dijî dewleta Tirk şer dike. Bi taybetî jî van çend salên dawî em şerekî cidî dimeşînin. Sala 2021'ê ji bo me bû saleke welê ku berxwedaneke destanî û serketî dimeşînin. Gelek heval şehîd bûn, me gelek şehîdên hêja dan. Li pêşiya van şehîdên me yên leheng û hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û soza serketinê dubare dikim."

'GOTINA WAN A BIDESTXISTINA ÇIYÊ, TENÊ XEYAL E'

Gerîla Rêber bi bîr xist ku dewleta Tirk sala 2021'ê bi her cûre çekên kîmyewî û teknolojiya serdemê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, bi taybetî jî êriş bir ser qada Zagrosê û wiha dewam kir, "Ev êriş li vê herêmê tenê nema, ji gelek aliyan ve dewam dike. Dema bê wê girantir bibe." Gerîla Rêber destnîşan kir ku gotina dewleta Tirk a ji bo bidestxistina çiyayên Kurdistanê tenê xeyaleke û got, "Mînaka herî mezin a vê yekê li Garê rû da. Di şexsê şehîd Şoreş Beytûşebab de lehengiyeke mezin hate nîşandan û me jî dersên mezin ji vê mînakê wergirt. Bi vî rengî em niha li dijî dijmin şer dikin."

'GERÎLA WÊ BI BIRYARDARÎ ŞER BIKE'

Rêber Kobanê ragihand ku êrişên dewleta Tirk wê roj bi roj zêde bibin, haya gerîla ji vê rastiyê heye û got, "Ji ber ku dijmin bi rengekî hovane êrişê dibe ser gelê me. Pîvanên exlaqa şer binpê dike. Li dijî vî dijminê neexlaqî, em ê bi biryardarî şer bikin. Ji bo operasyona mezin a pêş, her gava ku em ê biavêjin wê ji bo tunekirina dijmin be. Dijmin wê li qada Zagrosê bişikê. Şer çiqasî giran be jî wê bibe destpêka serketinê û ev ê jî bibe navê hilweşîna dewleta Tirk a dagirker."

'BI TONAN TEQEMENÎ Û KÎMYASALÊ ÊRIŞ DIKIN'

Gerîla Rêber diyar kir ku artêşa Tirk bi her cûre çekên kîmyewî û bi tonan teqemeniyan êrişî wan dike û di vê mijarê de nirxandineke wiha kir: "Em; şervanên doza xwe ya mafdar, em ê heta dawiyê şer bikin. Dijminê gelê kurd gelek e, em ne tenê li dijî dewleta Tirk şer dikin. Hemû dewletên ku rola wan di dîlgirtina Rêberê me de hene, dijminatiyê li me dikin. Li ser vê bingehê, têkbirina dewleta Tirk a li vê derê wê ji vê yekê re jî bibe bersivek."

Gerîla Rêber destnîşan kir ku li dijî her cûre çekên kîmyewî û teknolojiya serdemê ya dewleta Tirk ew amade ne têkoşîna gerîla nîşan bikin û got, "Li ser vê bingehê em soz didin ku dijmin wê li vir têk biçe. Em ê ne tenê dijmin rawestînin, em ê welê lê bikin ku ji hatina xwe wê poşman bibe."

'SERKETIN A GERÎLA YE KU TÊKOŞÎNEKE MAFDAR DIMEŞÎNE'

Gerîla Rêber anî ziman ku dewleta Tirk ji ber xiyaneta PDK'ê li Kurdistanê bi hêsanî tevdigere û işaret bi van xusûsan kir: "Ji ber ku nokeriyê dike, gelê xwe difiroşe û bi vî rengî tevdigere. Ev rewş jî dijmin wêrek dike. Eger ne ji vê rewşê bûya dijmin nekarîbû di vê astê de êrişî me bikira. Lê belê em di her mijarê de ji xwe bawer dikin, em bi xwe bawer in ku dijmin têk bibin. Em careke din dibêjin, serketin wê ya gerîla be ku têkoşîneke mafdar dimeşîne. Em soza vê dubare dikin."