Şehîd Diyar Xerîb li ser gora xwe hat bîranîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Binarê Qendîlê bi merasimek girseyî hat bîranîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Binarê Qendîlê bi merasimek girseyî hat bîranîn. Malbata şehîd, hevrêyn wî û gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê  tev li meresîma bîranînê bûn. Di mersimê de wêneyê Şehîd Diyar Xerîb, Şahîn Dîcle û Dewran Canfeda hatin hilgirtin.

Girseyê qurenfîl danîn li ser gora şehîdan û dirûşmeyên “Şehîd namirni“ berz kirin. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sara Kerîm daxuyaniyek xwend.

Kerîm di destpêka daxuyaniyê de bi bîr xist ku sê sal di ser şehadeta Diyar Xerîb û hevrêyên wî re derbas dibin û got:  “Em li vir li ser gora wan a pîroz hatin li ba hev. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin û heta bidestxistina Kurdistanek azad ku xewn û xeyala hemû şehîdaye.”

Kerîm anî ziman ku îro gelê Kurd bi şerekî giran re rû birûye û wiha dom kir: “Xaka Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê. Êrîşa li dijî gerîla, destkeft û xwîna şehîdan gihiştiye lûtkeyê. Faşîzma Tirkiye bi hemû teknîka pêşketî ya şer, li gel piştgiriya NATO û xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê ji çiyayan heta ku digihije nava gund û bajaran dest bi êrîşan kiriye. Armanca van êrîşan tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan çêbûne ye.

Em ê bi rûhê berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê têkoşînê bilindtir bikin û Kurdistanê bi parêzin.”

Piştre girseyê serdana gora Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr Şehîd Şukrî Serhed kir.

Bîranîn bi dirûşmeyên“Şehîd namirin” bi dawî bû.