Evdî yê ku di êrîşa li ser Sinûnê de birîndar bû şehîd bû

Çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker di 15’ê Hezîranê de bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî avahiya Meclîsa Gel a navçeya Sinûnê ya Şengalê û dikanên derdorê kirîbû. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Salih Naso şehîd bû û di nav de rojnamevanek bi giştî 7 kes birîndar bûn. Ji birîndaran çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî ku li nexweşxaneyê bajarê Mûsilê dihat dermankirin, îro şehîd bû.

Cenazeyê Îbrahîm Evdî wê li Şengalê were veşartin.