Li parlementoya Herêma Kurdistanê dijminatiya Kurdan hat kirin

Serokê Koma Eniya Tirkmen Sebah di axaftina ji çapemeniyê re kirî de bi devê dewleta Tirk axivî; dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rewa nîşan da û gelê Kurd û PKK wek terorîst bi nav kir.

Li bajarê Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê de, Serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hîmdat Sebah êrîşî gelê Kurd kir.

Hîmdat Sebah di bersiva pirsa têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de PKK û Kurd wek du tiştên ji hev cuda nîşan da. Sebah bêyî ku vî hesabî bike ku ew parlamenter e û ne parlamentoya Herêma Kurdistanê û ne jî Iraqê PKK’ê weke rêxistinek qedexekirî nabîne, PKK weke ‘terorîst’ pênase kir û bi derewan heqaret li PKK'ê û Kurdan kir.

Serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hîmdat Sebah rewatî da dagirkeriya dewleta Tirk û diyar kir ku destwerdana Tirkiyeyê bi lihevkirina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê ye û ji bo parastina ewlehiya xwe ye.

Ev jî di demekê de ye ku li gorî Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê, di nava refên PKK’ê de zêdetirî hezar gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê şehîd bûne û ji herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê ciwan tevlî nava refên gerîla dibe.

Her wiha PKK di şerê li dijî DAÎŞ’ê de, tevlî şerê parastina Başûrê Kurdistanê bû û ji bo parastina wê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi dehan şehîd da. Berpirsên Herêma Kurdistanê bi xwe ji bo parastina Başûrê Kurdistanê banga alîkariyê ji PKK’ê kiribûn.