HPG: 1 jê payebilind 11 dagirker hatin cezakirin

Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 1 jê payebilind 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser rewşa dawî ay şer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de yek jê payebilind 11 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper û kamerayeke mobesseyê hatin îmhakirin. Dagirkeran 4 caran bi teqemeniyan êrişî tunelên şer kirin. Her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê 26 caran bi helîkopteran, 15 caran bi balafiran û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin. Li Amedê 2 hevrêyên me yên li ser xeta fedaîtiyê şer kirin, şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI AMEDÊ ŞEHÎD BÛ HATE EŞKEREKIRIN

"Li herêma Amedê;

16'ê Hezîrana 2022'an artêşa Tirk a dagirker li qadên Apê Mûsa û Şehîd Kawa yên navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyoneke hevdemî kir. Li qada Apê Mûsa di navbera 2 hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Herdu hevrêyên me bi saetan li dijî dagirkeran şer kirin, li vê derê herî kêm 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek birîndar kirin. Hevrêyên me yên leheng ku heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gelek dagirker ceza kirin, ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û bi rengekî fedaî şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dilşad eşkere bû, agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd bû dema eşkere bû wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dilşad wiha ne:

Nasnav: Dilşad Dijwar
Nav paşnav: Mehmet Suleymanoglû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hanim-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Hezîrana 2022 / Amed

Hevalê me Dilşad li Hezroya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbatê berdêleke mezin daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heval Dilşad partiya me PKK nas kiriye. Li hemberî têkoşîna destanwerî ya hevalên me yên şehîd bêdeng nemaye û roj bi roj Rêber Apo, partiya me û rastiya şehîdan fêm kiriye. Dema ku ev lêkolîn dikir ketiye bin bandora têkoşîna heval Mazlûm Dogan. Wî helwesta Mazlûm Dogan a ku li hemberî dijmin qet tawîz nedaye, ji xwe re wekî mînak stendiye û meşa xwe ya şoreşê li ser vî bingehî domandiye. Piştî ku partiya me nas kiriye, xebatên ciwanan di serî de di gelek qadan de têkoşiyaye. Heval Dilşad di nav hevalên xwe gelekî dihat hezkirin û bi taybetiya xwe ya rêxistinkariyê bûye sedem ku gelek ciwanên Kurd xwe nas bikin. Heval Dilşad li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Tibê de dixwend  û him jî xebatên ciwana dimeşand. Heval Dilşad kesekî jîr bû, dema ku firsend ji xebatên şoreşê didît, diçû zanîngehê û gelekî serkeftî bû. Di dema xebatên ciwanan de wî rastiya dijmin baş nas kiriye û têkoşîna xwe ya li hemberî dijmin jî xurttir û geştir kiriye. Ji rêxistinkirina ciwanên Kurd  ên ji bo lidarxistina çalakiyên radîkal, heta bicihanîna pêdiviyên tendirustiyê yên gelê me, di gelek qadan de têkoşiyaye. Heval Dilşad dîtiye ku dijmin tu carî dev ji siyaseta xwe ya qirkirinê berneda û di sala 2013’an de di pola duyemîn de dev ji Fakulteya Tipê berdide û tevlî nav refên gerîlayan dibe.

Bi qasî sê salan li Amedê xebatên cihê dimeşîne û di xebatên xwe de bala wî li ser dîsîplînê û veşartîbûnê bû. Li qadên ku têkoşiyay ligel ku di nav dijmin de bû, bi saya bihistyariya xwe ya mezin, dijmin tu carî bi wî nehesiyaye. Heval Dilşad di salas 2016’an de derbarê Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û 2 salan li Fermandariya Sewq û Îdare ya Bakur de xebitiye û piştre çûye li Heftanîn û Metînayê xebat meşandiye. Ligel ku 2 salan Tip wendiye wekî bijîşkekî bi tedawiya hevalên xwe eleqedar bûye , hevalên xwe di warê tipê de rêxistin kiriye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê wî bala xwe ya ser qelsî û kêmasiyên xwe û ji bo ku têkoşîneke xurttir bimeşîne, di warê îdeolojîk de perwerde bûye. Ji bo fêmkirina Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî ya Rêber Apo ketiye nav lêhûrbûneke mezin. Ji bo ku pîvan û rêgezên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pêk bîne, di sala 2019’na de wekî fermandarekî gerîla yê pêşeng çûye qada Amedê. Li qada Amedê pêşengtî ji gelek çalakiyên li hemberî dijmin kiriye û ligel ku dijmin antîpropaganda kiriye jî wî her dem li dijmin daye. Herî dawîn li Licêya Amedê operasyona dijmin bi saya jîrbûna xwe veguherandiye çalakiyê, bi awayekî fedaî çûye ser dijmin û derb li dijmin daye. Heval Dilşad piştî ku birîndar dibe, ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe, bi xwe de diteqîne û şehîd bûye. Heval Dilşad ê ku bi sadebûn, dirustbûn û hevaltiya xwe ya dilsoz , milîtanekî mînak ê PKK’ê bû. Em ê peywira şoreşê ya ku heval Dilşad ji me re hiştiye, teqez pêk bînin.

Di serî de malbata hêja ya fermandarê me yê hêja û milîtanê pêşeng ê Apoyî hevrêyê me Dilşad, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare kirin ku her roj tola gelê xwe hilînin.


         


        

LI XAKURKÊ 7 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN, 2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

18'ê Hezîranê saet di 08:30'î de li qada Girê Koordîne bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker birîndar bûn. Saet di 11:30'î de careke din bi çekên giran li dagirkerên li heman qadê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

22'ê Hezîranê saet di 11:00 de li Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Li vê derê çeperek bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de kamerayeke mobesse ya li ser vî girî bi sûîqestê hate îmhakirin.

23'ê Hezîranê saet di 18:45'an de li Girê Şehîd Derwêş tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin, çeperek bi temamî rûxandin û 3 dagirker ceza kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

23'ê Hêzîranê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, dagirkeran hewl dan ber bi tunelên şer ve bên û tîmên me yên bi tevger bi çekên giran lê dan. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man rawestin.

23'ê Hezîranê saet di navbera 19:10 û 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de yek jê payebilind 2 dagirker hatin cezakirin.

ÊRÎŞÊN DAGIKERIYÊ DEWAM DIKIN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

23'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin.

23'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara 2 caran bi teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

23'ê Hezîranê saet ji 18:30'î heta 19:00 li herêma Metînayê, qada Girê Ortê bi obusên ji baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Kanî Masî hate bombekirin.

23'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Çemço û Werxelê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hatin bombekirin.

22, 23 û 24'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço, Girê Cûdî û li herêma Garê jî qada Gundê Dêrikê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Kurojahro, Şehîd Şahîn, Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Ortê, Girê Cûdî, Girê FM 26 caran bi helîkopteran hatin bombekirin."