DBP: Li dijî desteserkirinê xwedî li vîna xwe derkevin

DBP’ê li dijî desteserkirinê banga xwedî li vîna xwe derkevin kir û got: “Em baş dizanin ku israra siyaseta qeyûman nîşaneya dijmintiya li dijî gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd bê vîn bihêle û teslîm bigre.”

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî desteserkirina Şaredariya Miksê daxuyaniyek nivîskî da û banga li dijî desteserkirinê xwedî li vîna xwe derkevin kir.

Daxuyaniya MYK’a DBP’ê wiha ye: “Îro carek din li dijî vîna gelê Kurd bi destê qeyûman êrîşeke nû pêk hat. Bi biryara daraza ku siyasî tevdigere, ji Hevşeradarê Miksê Ayvaz Hazir re cezayekî nehiqûqî hat birin. Bi hinceta vê biryara siyasî, Şaredariya Miksê bi destê qeyûman hat xespkirin. Em baş dizanin ku israra siyaseta qeyûman nîşaneya dijmintiya li dijî gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd bê vîn bihêle û teslîm bigre. Lê, çi dikin bila bikin wê gelê Kurd li hemberî siyaseta darbeyê çok netewîne. Li dijî darbeya qeyûman em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û di vê çarçoveyê de em bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.”

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çigdem Killiçgun Ûcar û Keskîn Bayindir jî li ser hesabê xwe yên medya dijîtal bertek nîşanî desteserkirinê dan.

Çigdem Killiçgun Ûcar di peyama xwe de wiha got: “Xespkirina vîna gel didome. Li navçeya Miksê carek din vîna gel hate paşguhkirin. Em ê ti carê li dijî zîhniyeta derbekar çok nedanin.”

Keskîn Bayindir jî di peyama xwe de wiha got: “Desthilatdariya siyasî bi derbeya qeyûman nirxên demokrasiyê yek bi yek hedef digre. Di bingeha siyaseta qeyûman de dijmintiya ku li dijî gelê Kurd tê meşandin cih digre. Armanca siyaseta qeyûman ew e ku vîna gelê Kurd teslîm bigrin. Lê, bi dagirkirina avahiyên şaredariyan ev vîn têk naçe. Vê gotinê jî jibîr nekin; a ku wê dawî li siyaseta darbeyê bîne vîna gelê Kurd e.”