Gelo hûn Îsmaîlê Dêrikî nas dikin?

Îsmaîlê Dêrikî şoreşgerekî komunîst bû. Sala 1979'an dema diçû zanîngehê ji bo azadiya Kurdistanê komeke îdeolojîk ava kir. Sala 1981'ê wî PKK nas kir û bi demê re li gel koma xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Çîroka yek ji pêşengên stratejîk ên PKK'ê...

Îsmaîlê Dêrikî sala 1960'î li gundê Til Xenzîr ê Dêrika Hemko ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dibistana seretayî li gund, yên navîn û lîse jî li Dêrikê xwend. Ji dibistana seretayî heta bi qedandina lîseyê, yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû.

Dema lîse dixwend, fikrên komunîstî kete serê wî. Wê demê têkilî bi Partiya Çep re danî. Lê belê ji ber taybetmendiyên bûrjûvaziya biçûk a partiyê, tevlî nebû.

Sala 1979'an li Şamê dest bi xwendina zanîngehê kir. Li beşa endezyariya sivîl dixwend. Sala 1980'î bi pêşengiya wî ji xwendekarên zanîngehê komeke îdeolojîk ava bû. Armanca wan avakirina Kurdistaneke komunîst bû. Têkoşîna çekdarî diparastin. Bi vê armancê hem karên îdeolojîk hem jî yên teorîk dikirin. Di heman demê de li zanîngehên Şam û Helebê, her wiha li lîseyên li Kurdistanê karên rêxistinkirinê kirin.

Bi dawiya asla 1980'î re komeke xurt derkete holê. Endamên komê ji xwendekarên lîse û zanîngehê yên herî serketî yên Rojavayê Kurdistanê pêk dihatin. Gotin di cih de be ew ciwan bûn ku paşeroja civakê bûn. Li beşên tip, endezyarî, mamostetî, huner û wêjeyê dixwendin, xwendekarê herî serketî bûn.

Îsmaîlê Dêrikî sala 1981'ê kadroyên PKK'ê nas kir. Piştî ku nas kir bi wan re dest bi kar kir. Wê demê nivîsên ku Mazlûm Dogan ji zindanê dişand werdigerand Erebî.

MÛRAT KARAYILAN QALÊ DIKE

Piştî 12'ê Îlonê, rêxistinên Bakurî hemû hatibûn Rojava û Sûriyeyê. Îsmaîlê Dêrikî ew lêkolîn dikir. Ji nava van partiyan PKK nêzî koma xwe dît.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan yek ji şahidên wê demê ye. Karayilan qala wê demê kir:

"Li zanîngehên Şam û Helebê û li lîseyên li Kurdistanê xwendekaran xwe nêzî partiya me kirin. Li Şamê hevalê Îsmaîl Dêrikî û li Kobanê jî Mahmûdê Qusî pêşengî ji xwendekaran re dikirin. Piraniya wan xwendekaran piştre ya tevlî partiya me bûn yan jî beşdarî nava karên gel bûn.

Wê demê komeke îdeolojîk a van hevalan hebû. Digotin, 'Em jî PKK a Rojava ava bikin. Em cuda ne, PKK cuda ye. Lê belê em bibin tifaq'. Bi van hevalan re me nîqaşên demdirêj kir. Me hewl dida hev îqna bikin. Dawiya dawî ev heval îqna bûn û li şûna ku rêxistineke cuda ava bikin biryar dan ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. Wê demê ji bilî çend xwendekaran, Îsmaîlê Dêrikî û hevalên wî hemûyan biryar dan ku tevlî nava PKK'ê bibin."

ROJAVAYIYÊ DESTPÊKÊ BÛ KU JI ENDAMETIYA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK'Ê RE HATE HILBIJARTIN

Vê biryara koma herî îdeolojîk a Rojava kir ku PKK bi hêsanî li Rojava li nava gel xwe bi rêxistin bike. Îsmaîlê Dêrikî wê demê hem perwerdeya xwe ya li zanîngehê dewam kir hem jî li Lubnanê çû Kampa Helve û perwerdeya leşkerî stand. Di heman demê de ji karên dîplomasiyê yên rêxistinê re jî dibû alîkar.

Roja ku Îsmaîlê Dêrikî dîplomaya zanîngehê wergirt, bi temamî tevlî nava karên PKK'ê bû. Sala 1986'an bû yek ji delegeyên Kongreya 3'emîn a PKK'ê. Û di bihara 1987'an de weke komîserê siyasî çû Botanê. Wê demê hewl da pêşî li zerarên provokator Kor Cemal û Şêxmûs ên li ser gel bigire. Ji bo gel careke din tevlî partiyê bike gelekî xebitî. Sala 1988'an jî li dijî dagirkeran dest bi çalakiyên leşkerî kir.

Îsmaîlê Dêrikî sala 1989'an ji endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê re hate hilbijartin. Ew di nava kadroyên ji Rojavayê Kurdistanê de şoreşgerê destpêkê bû ku ji endametiya Komîteya Navendî re hate hilbijartin. Piştre jî weke berpirsyarê herêmê derbasî Wanê bû. Bi pêşengiya wî, artêşa gerîla li wê derê timî mezin bû. Taktîkên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê hate pûçkirin.

ŞEHADET Û BANDORA WÊ

Endamê komîteya Navendî ya PKK'ê Îsmaîlê Dêrikî 26'ê Hezîrana 1990'î li navçeya Elbak a Wanê, di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.

Ev Rêberê Şoreşger ku bi tevlîbûna xwe re bi sedan xwendekarên îdeolojîk û teorîk tevlî nava PKK'ê kir, bi şehadeta xwe re jî bandor li tevahiya Rojava kir. Şehadeta Mazlûm Dogan çawa ku bandoreke mezin kir û xeta berxwedanê ya têkoşînê mezin kir, şehadeta Îsmaîlê Dêrikî jî bandoreke bi heman rengî li Rojavayê Kurdistanê kir.

Civak, bi taybetî jî ciwanên rewşenbîr piştî şehadeta wî pêl bi pêl tevlî nava refên gerîla bûn. Gelek tevlîbûn çêbû. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got, "Pêşengê karwanê şehîdan ê Rojavayê Kurdistanê hevrê Îsmaîlê Dêrikî ye."

Li Sûriyeyê du zanîngehên mezin hebûn. Zanîngehên Şam û Helebê... Piştî ku Îsmaîlê Dêrikî biryar da tevlî nava PKK'ê bibe, li van zanîngehan hejmara xwendekarên Kurd ên alîgirê PKK'ê timî zêde bû. Ew li ser şopa Îsmaîlê Dêrikî meşiyan û tevlî bûn. Di dîroka PKK'ê de bi sedan Rojavayî gihîştin asta fermandariya yekîne, tabûr, herêm û eyaletê, endametiya Komîteya Navendî. Bi sedan, bi hezaran ji wan li nava refên ARGK'ê şehîd bûn. Di heman demê de li nava refên HPG û YPG/YPJ'ê... Ji bo hemûyan jî Îsmaîl Dêrikî bû yek ji sembolên bingehîn.

Wî bandoreke mezin li gundê xwe jî kir. Xwişka wî Şervîn jî di nav de ji gundê wî 25 şehîd hene. Ji ber vê yekê navê gundê Til Xenzîr ji aliyê gel ve weke Gundê Şêran hate guhertin.

Ji sala 1990'î û vir ve bi dehan sal derbas bûn. Lê belê navê wî nehate jibîrkirin. Berevajî, li Rojava hîn jî bandoreke wî ya mezin heye. Hema bêje li her malê wêneyê wî heye. Ew di stranên berxwedanê de, di navên zarok û şoreşgerên nû de ye.