HPG: 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Ligel ku dagirker ji hewayî û bejahî, çekên kîmyewî jî tê de gelek êrîşan dikin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gelek çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 22 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî belav kir:

“Hêzên me ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîbûnê gelek çalakî li dar xistin û ev çalakî didomin. Di van çalakiyan de 22 dagirker hatine cezakirin, konekî leşkerî hate îmhakirin. Dagirkeran tunelên şer ên qadên berxwedanê 34 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 21 caran bi helîkopter, 22 caran bi balefir û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 24’ê Hezîranê de saet di 14.45’an de li qada Werxelê dema dagirker ketin tevgerê, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man, qedemeyekê vekişin.

Di 24’ê Hezîranê de saet di 14.30’an de hêzên me bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dane û dagirkerek ceza kirine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 25’ê Hezîranê de saet di 00.20’an de dema ku helîkoptera Skorsky xwest têkeve Qada Berxwedanê ya Kurojahro, hêzên me li helîkopterê dan. Helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Di 24’ê Hezîranê de saet di 13.50’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li dora tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Karker hate xistin û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a  Cenga Xabûrê de;

24’ê Hezîranê saet 10.00’an de dema ku dagirkerên li derdora tunelên şer ên Şehîd Zemanî kom bûn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistine. Heman rojê saet 12.00’an komek ji dagirkerên ku li derdora Girê Şehîd Akîf ê Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ketibûn tevgerê, bi taktîkeke sûîqestê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û dagirkerek hatin cezakirin. Dagirkerên din jî ji aliyê hêzên me bi çekên ferdî hatine derbkirin. Piştî çalakiyê, dagirkeran mirî û birîndarên xwe hildan û neçar man gavekê paşde vekişin.

Di 24’ê Hezîranê saet 12:00’an de dagirkerên li derdora Girê Şehîd Zemanî ya li Qada Berxwedanê ya Hakkarî bûne hedefa hêzên me yên YJA Starê û bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin.

Roja 24’ê Hezîranê saet di navbera 14:40-15:30’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve destpêkê bi çalakiya sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman rojê de dagirkerên li derdora çeperên şer ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve 5 caran bi taktîka sûîqestê hatin hedefgirtin û 5 dagirker hatin cezakirin.

Di 24’ê Hezîranê saet 21:14’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Roja 24’ê Hezîranê saet 18:00’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatiye hedefgirtin û bi awayekî bandor lê hatiye xistin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 8 dagirker hatin cezakirin û konekî leşkerî jî hate rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

Di 24’ê Hezîranê de derdora tunelên şer ên Şehîd Akîf ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 4 caran bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de tunelên şer ên Şehîd Çekdar, Şehîd Yildiz û Şehîd Yunus ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê 4 caran bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Karker ên herêma Zapê 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Di navbera 23 û 25’ê Hezîranê de Girê Hakkarî yê herêma Metîna ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatiye bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de qada Girê Hakkarî ya Metîna 7 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de Girê Bihar û Girê Amediye yên girêdayî Zapê du caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de ji qereqolên sînor Qada Berxwedanê ya Werxelê bi obusan û 5 caran jî bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Di 24’ê Hezîranê de qadên Kurojahro, Şikefta Birîndara, Saca, Girê Mamreş, Girê Şehîd Harûn, Karker, Çemço û Kokerê yên herêma Zapê bi dehan caran bi obusên ji qereqolên sînor hatine avêtin, 16 caran bi helîkopterên êrîşê û 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”