KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Evdî yê ku di êrîşa li ser Sinûnê de birîndar bû şehîd bû
Çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî yê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de birîndar bibû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû. -
Tîmên bi tevger ên gerîla 5 dagirker ceza kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku tîmên gerîla yên bi tevger 5 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirine. Hate ragihandin ku êrişên hewayî û bejahî jî bênavber dewam dikin. -
Nobeta Edeletê: Em ê weke zarokên xwe li ber xwe bidin
Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê hatin ba hev û gotin: "Zarokên me di girtîgehê de em ê jî li vir ber xwe bidin." -
Gerîlayên li Şehîd Şahîn 47 rojan dagirker tarûmar kirin
Komek ji gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn şer kirin, 47 rojan leşkerên Tirk ên dagirker tarûmar kirin. Gerîla TV dîmenekî li ser vê berxwedanê weşand. -
Li Wanê nan tune
Ji ber bihabûna arvan û berhemên din li Wanê firnevan ev çend roj in nan lênaxin. Li Wan û navçeyên wê gel nikare li market û firneyan nan peyda bikin. -
Hişmendiya ku Şêx Marif û hevalên wî bi darve kir, niha li Hewlêrê li ser kar e
Berî bi 59 salan Şêx Marif Berzencî, Husên Berzencî, Cebar Pîrozxan û Mecîd Hesen jî di nav de 28 welatparêz, şoreşger û niştîmanperwer ji aliyê rejîma Baas ve hatin bi darvekirin. Îro jî heman hişmendî bi netewperestiya paşverû ya Kurd re li ser kar e. -
Bîranîna Cîhan û Husnu
Cîhan Denîz û Husnû Ablay di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi jiyan, kesayetiya xwe ya pêşeng û pratîka xwe mohra xwe li pêvajoyekê xistin. Jiyana xwe dan têkoşîna azadiyê ya gelan û rizgariya welat. -
'Xelkê Mexmûrê dengê gelê Kurdistanê ye'
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara anî ziman, ku dewleta Tirk bi rêya êrişan dixwaze kampê belav bike û got, "Em ê serî li ber êrişan netewînin û bi azadiya Rêber Apo re serketina xwe tacîdar bikin." -
Her sê jinên şoreşger li Silêmaniyê hatin bibîranîn
Jinên şoreşger Amîne Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl yên beriya du salan di encama bombebarana dewleta Tirk de li Rojava şehîd bibûn, li Silêmaniyê bi semînerekê hatin bibîranîn. -
Parêzeran ji bo 16 rojanemevanên hatin girtin serî li dadgeriyê da
Parêzerên 16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, ji bo betalkirina biryara girtinê ya der barê rojnamevanan de serî li dadgeriyê dan. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kamera niha li ser milê me ye
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê girtina rojnamevanan de daxuyanî da. Platformê got: "Kamera niha li ser milê me ye, mîkrofon di destê me de ye. Em li vir in û her kes dikare bi îradeya xwe ragihîne. Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne." -
Li Amedê 15 roj in polîsan dora saziyên çapemeniyê girtine
Hefteyek derbas bû ku 16 rojnameger hatine girtin. Şîrketên produksiyonê yên Piya û Ariyê hê jî di bin ablûkaya polîsan de ne. -
HPG: 10 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Çalakiyên tîmên gerîla yên gerok didomin. Di çalakiyan de yek jê kontra 10 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li wesayîtekê hate xistin. -
'Heta ku girtî azad bibin em ê çalakiyan bikin'
Malbatên girtiyan ên li Nobeta Edaletê gotin: "Heta ku girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin wê çalakiya me bidome." -
'Me daxwaza nasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê kir'
Hevserokê PADÊ’yê Omer Salih diyar kir ku wan bi navê hemû pêkhateyên Şengalê hevdîtin bi Serokkomar Berhem Salih re kirine û got, "Me daxwaza nasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê kir." -
YPS JIN'ê li Elbakê agir berda trafo
YPS JIN'ê li Elbakê agir berda trafoyê bingehîn û got, "Em ê hesab ji hêzên terora dewletê bipirsin. Ne tenê em ê faşîzmê ji Kurdistanê biqewirînin, em ê Tirkiyeyê jî bi serê wan ve birûxînin." -
HPG: Şehîdên me yên Zapê sembola lehengiyê ne
HPG'ê 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunera serketî ya di şer de qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dijmin." -
Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger: 36 dagirker hatin cezakirin -HATE NÛKIRIN
Gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger li dar xist. Di operasyonan de 36 dagirker hatin cezakirin, dronek, mobesek û 3 kon hatin îmhakirin. -
Qeyûmê li Êlihê, peykerê Cegerxwîn rakir
Qeyûmê ku ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve li ser Şaredariya Êlihê hate danîn, peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ê li Parka Kîne Em da rakirin. -
Xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî: Girtî ji ber ku Kurd in bernadin
Malbatên girtiyan ên li Nobeta Edaletê dewam dikin wiha gotin: "Girtiyên nexweş û yên înfaza wan tê şewitandin, ji ber Kurd in bernadin." -
KONGRA GEL ji bo meşa li Dusseldorfê bang kir: Em bi dengekî bi hêz Kurdistanê biparêzin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL ji bo parastina Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê bang kir û işaret bi girîngiya meşa 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê kir. -
Waliyê Wanê terora leşkeran a li Xaşkanê parast
Walîtiya Wanê şîddeta leşkerên Tirk a li taxa Xaşkanê ya Şaxa Wanê parast. -
Xelkê Şengalê: Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersiv bide van êrişan
Xelkê Şengalê got, “Dewleta Tirk bi balafirê êriş dike, PDK’ê ji bo gel berde hev tevlîheviyê çêdike. Gelê Êzidî bi rêxistinbûna xwe wê bersivê bide van êrişan.” -
Kalkan: Desthilatdariya AKP û MHP’ê wê hilweşe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ketiye rewşeke xerab û got “Wê faşîzma AKP û MHP’ê hilweşe. Temenê wê dirêj dikin lê ew ê nikaribin wê rizgar bikin.” -
AKP-MHP'ê Colemêrg bêav hişt
Colemêrg ku bi çavkaniyên xwe yên dewlemend ên avê tê naskirin, ji ber polîtîkayên qeyûm av lê nema ye.