Li Wanê zarokên şivan

Li bajarên Kurdan zarokên di navbera 7 û 13 saliyê de ne, neçar dimînin ku şivantiyê bikin da ku alîkariya aborî bidin malbatên xwe.

Sektora sewalvaniyê çavkaniya sereke ya debara xelkê Wanê ye. Di vê beşê de bi sedan zarok û piraniya wan li cihên dûrî malbatên xwe şivantiyê dikin hene.

Ji ber polîtîkayên aboriyê yên hikûmeta AKP-MHP’ê her ku diçe gel xizantir dibe. Bi hezaran kesên ku ji ber bêkarî û xizaniyê nikarin derfetê kar bibînin, neçar dimînin ku zarokên xwe bikin şivan. Bi taybetî li navçeyên Çaldiran, Bêgir, Qelqelî, Erdîş, Elbak û Payîzavayê hejmara zarokên şivan her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiyeyê ku mûçeya herî kêm 4 hezar û 250 lîre ye, li Wanê zarokên şivan neçar dimînin bi hezar yan jî hezar û 500 lîreyî bixebitin.

Piraniya zarokên şivan ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatên xwe vî karî dikin. Her çiqasê di nava xeyalên wan de pîşeyên wek doktor, parêzer û mîmar hebin jî, neçar in karê ku naxwazin bikin. Li Wanê zarokên 11-12 salî ji serê sibê heta nîvê şevê şivantiyê dikin. Hema hema li her gund û taxan dîtina şivanekî zarok li ber keriyeke pez bûye tiştekî asayî.

DAHATA MEHANE: HEZAR Û 500 TL

Ahmet Koçê ku 12 salî ye lê 2 sal in şivaniyê dike, 20 sewalan xwedî dike. Dahata wî ya mehane hezar û 500 TL ye. Ahmet ku bi heqdestê kêmtir ji mûçeyê herî kêm de dixebite hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bo alîkariya aborî ji malbata xwe re bikim şivantiyê dikim. 6-7 mehan van sewalan xwedî dikim. Karê bavê min tune. Ji ber vê yekê her çiqasê ez nexwazim jî lê neçar im ku bixebitim. Xewna min hebû ku bibim doktor, lê pêk nehat. Divê ez bixebitim ji ber ku her tişt pir buha ye. Ez jî neçar bûm şivantiyê bikim da ku alîkariya malbata xwe bikim.”

YASÎN Ê 11 SALÎ 13 SAETAN DIXEBITE

Yasîn Ûyar jî zarokekî din ê ku şivantiyê dike ye. Yasîn jî 11 salî ye. Ew jî sewalên kesên din xwedî dike. Malbata Yasînê ku bi qasî 12-13 saetan şivantiyê dike jî feqîr e. Ji ber xizaniyê ji bo debara malbata xwe sewalên kesên din xwedî dike. Yasîn anî ziman ku şivantî gelekî zehmet e û wiha got: “Hemû hevalên min niha li malê ne yan jî lîstikan dilîzin, lê ez li vir vî karî dikim. Ez jî dixwazim li mala xwe bim. Rewşa aborî ya malbata min xirab e. Ez bi şivantiyê alîkariya wan dikim.”