DEM Partî li dijî darbeya qeyûm banga protestoyê kir

DEM Partî li ser desteserkirina Şaredariya Miksê bang li gel kir ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê desteserkirina Şaredariya Miksê daxuyanî da.

Di daxyaniya partiyê ya li ser media dijîtal de wiha hate gotin: “Ceza li Hevşaredarê me yê Şaredariya Miksê ya Wanê Ayvaz Hazir birîn û ev yek kirin hinceta tayînkirina qeyûm. Em li dijî darbeya qeyûm ku bi awayekî bêmaf û bêhiqûqî vîna me desteser kir, bang li gelê xwe dikin ku mafê xwe yê protestoyê yê demokratîk bikar bînin.”