PKK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got, "Hêzên me yên HPG û YJA Starê di meha fedaîtiyê ya Hezîranê de berxwedana şoreşgerî gihandine asta herî bilind."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera şehadeta Diyar Xerîb û Zeynep Kinaci de, di şexsê Ferhad Şiblî yê ku çend roj berê di êrişa balafira bêmirov a biçek de şehîd ket û Nemirên Şehîd Berxwedan, şehîdên berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Komîteyê gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz kir ku 'Faşîzma AKP-MHP'ê li Zapê li binê erdê xistine."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

ME HESABÊ HEVRÊ HELMET PIRSÎN, EM Ê HÎN BÊHTIR BIPIRSIN

"Ewladê leheng ê xelkê me yê Başûrê Kurdistanê, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hevrê Helmet (Diyar Xerîb) beriya niha bi sê salan di encama hevkariya dewleta Tirk û nokeriya Kurd de şehîd ket. Di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de hevrê Helmet bi hurmetdarî, bi hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Me; tevger û gel bi berxwedana şerê gelê şoreşgerî ku sê sal in dimeşînin, tola hevrê Helmet û şehîdên xwe yên leheng hemûyan ji kujerên faşîst-qirker pirsîn. Di sala çaremîn de em ê têkoşîna xwe ya tolhildanê xurtir bikin û hîn bêhtir hesab ji kujerên gelê Kurd bipirsin.

ŞOREŞGERÊ XETA APOYÎ

Hevrê Helmet di salên navîn ên 1990'î de ku hîn gelekî ciwan bû metirsiya hêzên noker-xayin a li ser hebûn û azadiya Kurdan dît û xeta rast jî bi Rêber Apo û PKK'ê re dît. Li ser vê bingehê bê dudilî tevlî nava PKK'ê bû û perwerdeya Rêbertî dît. Piştre jî li çar parçeyên Kurdistanê bi her awayî kar kir. Demeke dirêj gerîlatî û fermandarî kir. Li Başûrê Kurdistanê pêşengî ji karên afirandina siyaseta demokratîk re kir. Li ser xeta Apoyî kûr bû û tevlî karê perwerdeyê yê bi sedan milîtanên şoreşger bû. Bi kesayetiya xwe ya piralî bû şoreşgerekî giştî yê xeta Apoyî. Bû hevrêyê milîtanên pêşeng ên Başûr Şehîd Dr. Sîrvan û Şehîd Viyan.

HER TIM LI REFÊN PÊŞ BÛ

Hevrê Helmet li dijî komploya navneteweyî ku pêvajoyeke zehmet bû li dora Rêber Apo civiya û bêteredût bi vî rengî meşiya. Bi sekna xwe ya têbihiştî, bi bawerî, bi biryar û dilnizm her wezîfe kir û pêwîstî bi kîjan erkî hebû ew dikir. Ji her erk û berpirsyariyê re amade bû. Ti carî cudahî nexist nava qad û wezîfeyê. Li ser bingeha guhertina paradîgmayê, li refên herî pêş beşdarî karên jinûve avakirina PKK'ê û têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bû.

BAWERIYA XWE BI YEKÎTIYA KURDAN ANÎ

Hevrê Helmet her tim ji yekîtî û hevgirina Kurdistanê bawer kir. Bi hişmendiya xwe ya kûr a dîrokî, dijminên gelê Kurd û Kurdistanê rast nas kir, ji têkoşîna dijî wan ti carî xwe venegirt. Li ser vê bingehê têkoşîna li dijî siyaset û mejiyê qirker-mêtinger û têkoşîna li dijî nokerî û xiyanetê her tim bi hev re nirxand. Bi vî rengî timî li ber hevkariya PDK'ê rabû. Bi vê feraset û sekna xwe, li Başûrê Kurdistanê xeta rast a azadî û demokratîk temsîl kir.

SEKNA WÎ ROJA ME YA ÎRO RONÎ DIKE

Sekna hevrê Helmet a li dijî qirkeriya dewleta Tirk û nokeriya Kurd, têkoşîna wî ji her demê bêhtir roja me ya îro ronî dike. Li Başûrê Kurdistanê hlwesta rast a şoreşgerî û welatparêziyê, sekna azadîparêz û demokratîk temsîl dike. Di demekê de ku faşîzma AKP-MHP'ê hewl dide qadên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bike û PDK jî jê re dibe alîkar, rê û helwesta herî rast xeta Şehîd Helmet e. Lewma ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku rastiya Şehîd Helmet rast bê fêhmkirin û bi rengekî serketî bi cih bê anîn.

Di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de em hevrê Helmet li ser vê bingehê bi bîr tînin û fêhm dikin. Em hewl didin erk û berpirsyariyên xwe jî li ser vê bingehê bi cih bînin. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî jin, ciwan, rewşenbîr û siyasetmedar jî wê bi vî esasî fêhm bikin û bi rengekî rast xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkevin. Em pê bawerin ku wê li dijî nokerî û çetetiya AKP-MHP'ê ya ku hewl dide ji Heftanînê heta Xakurkê, qadên Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike, bi gerîlayên HPG û YJA Starê re bibin yek ku li dijî dagirkeriyê bi lehengî li ber xwe didin. Li ser vê bingehê em bang li xelkê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin, bi taybetî jî jin û ciwanan; rastiya Şehîd Helmet rast fêhm bikin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û nokeriya Kurd bi rengekî çalak têbikoşin.

EM XWE LI SER XETA FEDAÎ YA ZÎLAN BI RÊXISTIN DIKIN Û ŞER DIKIN

30'ê Hezîranê ji bo me tevger û gel Roja Fedaîtiyê ye. Xwedawenda me ya azadiyê hevrê Zîlan beriya niha bi 26 salan çalakiya xwe ya dîrokî kir û şehîd bû. Yanî em di Roja Fedaîtiyê ya 26'emîn de ne. Rêber Apo got, 'Zîlan fermandar e, em ên li bin fermana wê ne'. Em gel û tevger; 26 sal in xwe li ser Xeta Fedaîtiyê ya Zîlan bi rêxistin dikin û di bin fermandariya Zîlan de şer dikin. Me serketin hemû li ser vê bingehê bi dest xist û destketiyên xwe hemû jî bi vî rengî wergirt. Li dijî komploya navneteweyî me xeleka ji agir a li dora Rêber Apo bi vî rengî ava kir. Niha jî di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, em şerê gel ê şoreşgerî li çar aliyên Kurdistanê li ser vê xetê dimeşînin. Berxwedana me ya gel û gerîla ku faşîzma AKP-MHP'ê li binê erdê dixe, li ser vê xetê tê kirin. Li ser xeta Zîlan em xwe zane dikin, bi rêxistin dikin, şer dikin û bi ser dikevin.

Li ser vê bingehê di salvegera 26'an a şehadeta wê de pêşenga xwe ya fedaî hevrê Zîlan bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin; soza xwe ya serketinê dubare dikin. Roja Fedaîtiyê ya 26'emîn li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk pîroz dikin; di sla 27'an de serketinê ji wan re dixwazin. Di serî de jin û ciwan em bang li hevrê û gelê xwe hemûyan dikin ku Rastiya Fedaî ya Zîlan baş fêhm bikin û serketinê temsîl bikin.

FERHAT DÊRIK PÊŞENGÊ ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ BÛ

Ewladê hêja yê xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê, pêşeng û kedkarê Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Dêrik (Ferhad Şiblî) 17'ê Hezîranê li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê di êrişa hewayî ya rêveberiya AKP-MHP'ê ya qirker-faşîst de bi nemerdane şehîd hate xistin. Cenazeyê wî bi merasîmeke bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin. Di serî de Kurd, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî hêja xwedî li pêşengê xwe yê şoreşê Ferhat Dêrik derketin.

Ferhat Dêrik milîtanekî gel ê fedaî bû ku li ser xeta Zîlan têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşand. Emrê xwe da têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurdistanê. Weke welatparêz û şoreşgerekî xwedî sekneke hevgirtî her cûre wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Şervan û pêşengekî rast ê gel bû. Kedkarê rast û pêşengê avakirina jiyana azad a deh salan û Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya 19'ê Tîrmeha 2012'an bû. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta neteweya demokratîk xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî jiyaneke biratî, wezîfeyên herî giran bi cih anî. Navê Ferhat Dêrik bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bû yek.

Ji ber vê yekê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ku dijminê Kurdan e êrişî Ferhat Dêrik kir û bi nemerdane ew qetil kir. Ev êriş ji êrişên qirkirinê yên li Îmraliyê û yên li ser xelkê me yê Bakurê Kurdistanê cuda nîne. Ji êrişên tunekirin û dagirkeriyê yên li ser gerîla li Zap, Metîna û Avaşînê tê meşandin cuda nîne. Ji êrişên li ser xelkê Mxmûr, Şengal û Rojava cuda nîne. Ji êrişên dagirkeriyê yên li Efrîn û Serêkaniyê cuda nîne.

Ji dijminê Kurdan, ji dewleta Tirk a qirker-faşîst heye ku bi qetilkirina Ferhat Dêrik re wê karibe pêşî li Şoreşa Azadiyê ya Rojava bigire, wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bitirsîne û wan ji jiyana xweser a demokratîk vegire. Lê belê di merasîma cenaze de ya bi heybet jî hate dîtin ku hesabê şaş kirine. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê vê helwesta xwe xurtir bikin, daîmî bikin, avakirina neteweya demokratîk û parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtir bi pêş ve bibin, vê yekê bikin bingeha Sûriyeya Demokrtîk û tola qetilkirina Ferhat Dêrik hilînin.

Li ser vê bingehê em Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Dêrik bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, di serî de gelê Kurd em êşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve dikin.

GERÎLAYÊN FEDAÎ PÊŞENGÊN SERKETINÊ NE

Hêzên me yên gerîla yên leheng li çar aliyên Kurdistanê bi taybetî jî li Zap, Avaşîn û Metînayê derbên giran li faşîzma AKP-MHP'ê dixin. Di Meha Fedaîtiyê ya Hezîranê de hêzên me yên HPG û YJA Starê berxwedana şoreşgerî gihandine asta herî bilind. Faşîzma AKP-MHP'ê ku li Zapê asê maye, ne bi piştgiriya NATO û PDK'ê dikare rizgar bibe, ne jî bi sûcên şer dikare xwe ji nava çiravê rizgar bike. Ji Werxelê heta Kurojahro, ji Çiyayê Reş heta Tepê Cûdî, ji Tepê FM heta Tepê Hakkarî li her qadê gerîla bi lehengî lê dixe û faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê li binê erdê dixe.

Eşkere ye ku di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, berxwedana me ya gerîla yên leheng li her qadê li ser Xeta Fedaî ya Zîlan tê meşandin. Bi eşkere tê dîtin ku gerîlayên fedaî hêzeke çawa xurt e ku têk naçe, bi her awayî afirînerên serketinê ne û pêşeng in. Li gel her cûre teknîkê û çekên qedexekirî jî çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê 48 rojan li çeperên şer ên Şehîd Berxwedan nekarîn berxwedana çar gerîlayên fedaî bişikînin û dawiya dawî jî bi çalakiyeke fedaî ya bi rengê Zîlan her çar gerîla derbên kuştinê li hêzên dagirker xistin û şehîd bûn.

Li ser vê bingehê em careke din gerîlayên HPG û YJA Starê pîroz dikin ku faşîzma AKP-MHP'ê li Zapê li binê erdê dixin û hêvî dikin ku serketinên wan dewam bikin. Di şexsê fedaiyên nemir ên Çeperên Şer ên Şehîd Berxwedan hevrê Bager Gever, Avzem Çiya, Arîn Kobanê û Şerzan Hingirvan û di şexsê wan de şehîdên leheng ên berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe dikin ku li dora berxwedana leheng a gerîla li hev bicivin û pêngava me ya pêncemîn li her qadê hîn bi xurtî bimeşînin."