'Eger qanûna sansurê bê derxistin wê girtîgeh tijî rojnamevan bibin'

Rojnamevan Farûk Balikçi anî ziman ku qanûna sansurê ya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê tê ferzkirin û got, "Gaveke ku wê rojnamevanan bêbandor bike. Girtîgeh wê bi rojnamevanan bêne dagirtin, gelek jê wê dest ji pîşeyê xwe berdin."

Rojnamevan Farûk Balikçi qanûna sansurê nirxand ku tifaqa AKP-MHP dixwaze derxîne, nirxand û anî ziman ku bi vê qanûnê re wê rojnamevan bêne bêbandorkirin. Farûk Balikçi got, "Erka siyasî ne tenê karên rojnamevanan her wiha hewl dide tevnên medya civakî jî kontrol bike. Bi qanûnê re sînorên vê yekê diyar dike. Salek beriya hilbijartinê wê ji aliyê desthilatdariyê ve weke çoyekî bê bikaranîn. Bi qanûnê re wê li gel zext û sansura giran, her wiha bermahiyên azadiyê jî bê tunekirin."

Qanûna ku tifaqa AKP-MHP'ê weke 'Qanûna Dezenformasyon'ê pênase dike, wê çapemenî û medyayê sansur bike, otosansurê zêdetir bike û cih li rojnamevaniyê teng bike.

Farûk Balikçi ku zêdeyî 30 sal in li Amedê rojnamevantiyê dike û li qadên cuda yên medyayê xebitiye, qanûna sansurê û astengî û qedexeyên mîna vê yên beriya niha nirxand.

Balikçi ragihand ku eger qanûna sansurê bê qebûlkirin ev rewş wê bandoreke neyînî li karên rojnamevanan bike. Balikçi ragihand ku azadiya çapemeniyê yek ji şertên demokrasiyê yên welatekî ye ku nebe nabe û destnîşan kir, li welatê ku azadiya çapemeniyê nîne, demokrasî ya gelekî lawaz e yan jî qet nîne.

BI QANÛNÊ RE SÎNOR LI PÊŞIYA ROJNAMEVANIYÊ TÊ DANÎN

Balikçi ragihand ku berê ji aliyê hiqûqî ve di vê astê de qet zext li çapemeniyê nehate kirin û got, "Di pratîkê de em dihatin astengkirin. Rûyê ne li pêş ê dewletê JÎTEM-Kontgerîla astengî derxist pêşiya me, rojnamevan dikuştin. Lê belê mîna niha rojnamevan nedihatin girtin, bi qanûnan sînor li pêşiya rojnamevantiyê nedihate danîn. Heta sala 2015'an jî ji Ewropayê yan jî yên ku nûnertiyên wan li Stenbolê hebûn gelek rojnamevanên Ewropî dihatin cografya Kurdan û li ser pirsgirêka Kurd nûçe amade dikirin. Lê belê piştî sala 2015'an zexta li ser çapemeniyê giran bû, vê yekê bandor li rojnamevanên Ewropî jî kir û êdî ji bo çêkirina nûçeyan nehatin cografya Kurdan. Di heman demê de nûçeyên li cografya Kurdan ji nedîtî ve hatin."

HEJMARA YÊN DEST JI PÎŞEYÊ BERDIN WÊ ZÊDE BIBE

Balikçi diyar kir ku desthilatdarî bi qanûna sansurê re dixwaze civakê bike yek deng, yek fikir û wiha dewam kir, "Di demekê de ku ji xwe sansur û otosansur heye, wê qîma xwe bi vê nînin û di navbera gel û rastiyan de dîwarekî mezin lê bikin. Diyar e wê rewşeke welê rû bide ku gelek rojnamevan bêne girtin. Girtina 16 hempîşeyên me ku çend roj berê bû, bi dîtina min gaveke ji bo vê qanûnê ye. Ev qanûn gaveke welê ye ku rojnamevantî bê lêpirsîn, karên nûçeyan bên astengkirin û rojnamevantî bê bêbandorkirin. Bi şênberî ya girtîgeh wê bi rojnamevanan bêne dagirtin yan jî wê hejmara yên dest ji pîşeyê berdin zêde bibe."

HER TIŞT TÊ KONTROLKIRIN

Balikçi destnîşan kir, li welatekî ku rojnamevan nikarin bi serbestî bigerin qala demokrasiyê nikare bê kirin.  Balikçi got, "Erka siyasî ne tenê dixwaze karên rojnamevanan kontrol bike, di heman demê de hewl dide tevnên medya civakî jî bixe bin kontrola xwe. Bi qanûnê re sînorê vê tê diyarkirin. Salek beriya hilbijartinê pêşnûme qanûn wê ji aliyê desthilatdariyê ve weke çoyekî bê bikaranîn. Bi qanûnê re wê zext û sansur zêde bibe û bermahiyên azadiyê jî tune bibin."

TIRKIYE WÊ BIBE GIRTÎGEHA JI ROJNAMEVANAN

Balikçi bal kişand ser êrişên li ser çapemeniya Kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di pratîkê de zext ji xwe hene. Girtina televîzyon, rojname û radyoyên Kurd parçeyek ji vê ye. Her kes zane ku gelek rojnamevan ji ber nûçeyên têkildarî Kurdan çêkirine bi bêhiqûqî hatine destgîrkirin û girtin. Herî dawî 16 hempîşeyên me hatin girtin. Ya rast ev bêhiqûqiya li dijî çapemeniya Kurd wê bi vê qanûnê re bê qanûnîkirin. Yanî tiştên ku niha tê serê çapemeniya Kurd wê li giştî belav bibe. Tirkiye wê veguhere girtîgeha ji rojnamevanan. Ji bo civakê jî wê were wê wateyê ku azadiya wergirtina nûçeyan wê jê bê standin. Wê hewl bidin pênûsa rojnamevanan bişikînin."