Welatên Başûrê Emerîkayê li dijî sûcên organîzeyî 'tifaqa stratejîk' çêkirin

Nûnerên neh welatên Başûrê Emerîkayê ji bo têkoşîna li dijî sûcên organîzeyî 'tifaqa stratejîk' ava kirin.

Di civînê de ku bi banga hikumeta Brezîlyayê hate lidarxistin, nûnerên Bolîvya, Kolombiya, Ekvador, Gûyana, Paragûay, Perû, Sûrînam, Ûrûgûay û Brezîlyayê amade bûn. Nûneran bal kişandin ser girîngiya bi "çalakiyên hemahengî" yên li dijî karên sûc kirin.

Di civînê de Arjantîn û Şîlî jî hatin temsîlkirin, lê belê herdu welatan mohra xwe dananîn binê metnê.

Wezîrê Edalet û Ewlekariyê yê Brezîlyayê Anderson Torres di destpêka civînê de xwedî li "tifaqa stratejîk a li dijî sûc" derket ku sîstema çavdêriya polîsan a kevneşop, berfireh dike.

Li gorî Torres bi vê hevkariyê re wê sûcên navneteweyî hîn bêhtir bêne teşhîskirin û danûstandinê ji bo pêşîgirtina li sûc wê bêne xurtkirin.

Nûnerên neh welatan biryar dan ku şeş mehan carekê li hev bicivin.