Kartal ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk bang li her kesî kir ku 25'ê Hezîranê li Dusseldorfê beşdarî meş û mîtîngê bibin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji 14'ê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn û Metînayê dike, ji ANF'ê re nirxand.

Kartal diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê ji bo qirkirin û dagirkirinê êrişî gelê Kurd dike û bal kişand ser girîngiya meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê.

Kartal anî ziman, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi encama ji şerê li Kurdistanê werbigire dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike û got, "Hikumeta AKP-MHP'ê dixwaze ji siyaseta qirkirina gelê Kurd encamê werbigire. Nekariye vê konseptê bi ser bixîne. Ber bi têkçûnê ve diçe. Ji ber vê yekê AKP-MHP bi operasyoneke berfireh êrîşî qadên Avaşîn, Zap û Metînayê dike. Bi rêya vê operasyonê xwest li dijî gerîla encamê werbigire. Plana wê kir ku bi encameke ji vê wergirtî pêşî li têkçûna desthilatdariya xwe bigire. Lewma ji 14'ê Nîsanê û vir ve şerekî ku li peyman û pîvanên navneteweyî nayên dimeşîne. Mafên mirovan ên gerdûnî hemû binpê kiriye. Bi çekên kîmyewî, bi çekên nukleerî û bi binpêkirina hiqûqa şer dixwaze encamê bi dest bixe. Zap û Avaşîn niha navenda vî şerî ye. Nikarin encamê bi dest bixin. Em dikarin bêjin ku hêzên parastina gel, gerîlayên azadiyê ev konsepta dewleta Tirk bi berxwedana xwe pûç kirine. Lê belê dewleta Tirk ji ber ku di vê polîtîkaya xwe de xitimî ye, hem niha di vê polîtîkayê de israr dike hem jî bi êrişên nû yên li ser Rojavayê Kurdistanê dixwaze qada dagirkirî berfireh bike."

'DIVÊ HER KES BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE Û TEVLÎ MEŞÊ BIBE'

Kartal bi dewamî got, "Li dijî vê polîtîkaya êrişkar a dewleta Tirk, bi pêşengiya saziyên li Ewropayê bi taybetî jî KCDK-E û Tevgera Jinê ya li Ewropayê, tevgerên dij bi faşîzmê 25'ê Hezîranê li Dusseldorfê meş û mîtîngeke mezin lidar dixin. Banga me li xelkê me yê li Ewropayê ye, li dijberên faşîzmê, gelên Tirk, Ereb, Ewropî, dostên enternasyonal, partî, sazî, komele, kesayet, rewşenbîr, rojnamevan û li her kesî ye. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û dagirkeriyê di 25'ê Hezîranê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Beşdariya li meş û mîtînga 25'ê Hezîranê gelekî girîng e."

'HELWESTÊ LI DIJÎ BÊDENGIYA EWROPAYÊ NÎŞAN BIDIN'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka avabûnê û vir ve bi piştgiriya dewletên Ewrpoayê êrîşî Kurdan dike ji bo qirkirinê û got, ji ber vê yekê dewletên Ewropayê li pêşberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng e. Kartal destnîşan kir ku her kes û hêz divê li hemberî bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest û wiha dewam kir, "Di vê çarçoveyê de meş û mîtînga 25'ê Hezîranê gelekî girîng e. Her kesên xwedî wijdan, exlaq ji bo li ber qirkirina Kurdan rabin, divê tevlî vê mîtîngê bibin."

'DEWLETA TIRK TERORÊ DIKE'

Me gotinên Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg ê ku gotibû ‘Fikarên Tirkiyeyê yên derbarê PKK’ê fikarên meşrû ne’ bi bîr xist û Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal derbarê van gotinan got “Siyaseta NATO’yê  destûrê dide polîtîkaya ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike û piştgiriya vê polîtîkayê dike. Ji ber vê jî dewleta Tirk polîtîkaya qirkirina Kurdan wekî ‘têkoşîna li dijî terorê’ pênase dike. NATO jî vê polîtîkaya dewleta Tirk qebûl dike. Li gorî wê mafdar e û piştgiriyê jî dide. A niha dewleta Tirk li hemberî Kurdan terorê dike. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nake. Hebûn, ziman, çand û hemû dewlemendiyên gelê Kurd di bin xetereya tunebûnê û polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk de ye. Ev teror e! Ev teror ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin! NATO û mutefîkên wan piştgiriyê didin vê siyasetê.”

'LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YA DEWLETA TIRK HER KES BERPIRSYAR E'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser vî tiştî ku şerê ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê li Kurdistanê dike di hiqûqa cezayê de tê wateya sûcê li dijî mirovayetiyê û li gorî pênaseya Statuya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji ber ku li dijî komeke neteweyî tê kirin, sûcekî qirkirinê ye û got "Em bang li civaka navneteweyî dikin. Em bang li raya giştî ya dewletên Ewropayê dikin. Em bang li van kesan dikin ku xwe berpirsê mafên mirovan û demokrasiyê de berpirsyar dibînin. Dewleta Tirk dixwaze hebûna gelê Kurd ji holê rake. Axa Kurdistanê, ekolojiya Kurdistanê her tiştê wê ji holê radike. Ji ber vê hemû tevgerên jinan, tevgerên ekolojiyê, tevgerên ku xwe ji mafên mirovan berpirsyar dibînin, hemû şexs, rojnameger, partiyên siyasî û rêxistinên mirovî yên li dinyayê di êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd de divê xwedî helwest bin.  Li hemberî polîtîkaya qirkirinê ya ku dewleta Tirk dike û NATO piştgiriyê dide wê, her kes berpirsyar e. Divê li hemberî vî tiştî berpirsyariya xwe pêk bîne. Ev sûcekî mirovayetiyê ye. Dixwazin gelê Kurd biqedînin. Dewleta Tirk li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat li derve û hundir dixwaze Kurdan bi terorê biqedîne. Divê li hemberî vî tiştî her kes xwe berpirsyar bibîne. Divê em bi hev re vê siyasetê biguherînin û siyaseta NATO’yê mehkûm bikin. Divê NATO vê siyaseta xwe biguherîne."