Bi hezaran kes ji Helebê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn
Piştî ku çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ber bi navenda Helebê ve bi pêş ketin, bi hezaran şêniyên bajêr berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Piştî ku çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ber bi navenda Helebê ve bi pêş ketin, bi hezaran şêniyên bajêr berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di encama êrîşa îro ya çeteyên El Nusra ya bi navê "Heyet Tehrîr El Şam" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Helebê, tevgera koçberiyê ji bajêr dest pê kir.
Di encama bombebarana çeteyan de 4 xwendekarên Zanîngeha Helebê jiyana xwe ji dest dan û gelek xwendekar jî birîndar bû.
Rêveberiya Deriyê Sînor a Boasî ya Kantona Tebqayê ragihand ku zêdeyî hezar welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya wan xwendekarên Zanîngeha Helebê bûn, vegeriyan bajarê xwe.
Yekîtiya Ajokarên Kantona Reqayê jî diyar kir ku ji bo hêsankirina hatinûçûnê 60 otobus şandin Helebê.