2 rojnamevan hatin girtin
Ji rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirka Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin 2 jê rehîn hatin girtin.
Ji rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirka Eskîşehîrê de hatibûn binçavkirin 2 jê rehîn hatin girtin.
Rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirk a Eskîşehîrê de li gelek bajaran di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Eskîşehîrê.
Rojnamevanên binçavkirî piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Rojnamevan Bîlge Aksû û Mehmet Ûçar hatin girtin, Serap Guneş, Erdogan Alayûmat û Tûgçe Yilmaz jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamevan Bîlal Seçkin, Sûzan Demîr û Havîn Derya bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dadgeriyê bi biryara kontrola edlî hatin berdan.