Dîmenên çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne

Derbarê çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla bi kar aniye, delîlên nû hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya 14’ê Hezîranê, dewleta Tirk di nava 2 mehan de herî kêm 779 êrîşên bi çekên kîmyewî pêk aniye. Ev tê wê wateyê ku rojane 13 caran çekên kîmyewî tên bikaranîn. Êrîşên bi çekên kîmyewî di rojên pêş de jî berdewam kirin.

Ligel gelek belge û şahidiyên têkildarî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, ti ​​bertekek ji qada navneteweyî nehatin nîşandan.

Dîmenên ku gihiştin ANF’ê careke din îspat kir ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Girê Şehîd Şahîn çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

DI TUNELAN DE DELÎLÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Di dîmenan de gerîlayekî bi maskeya gazê hevbendiya kîmyewî ya ji toza reş û spî pêk dihat nîşan dide û dibêje, “Çekên kîmyewî bi kar tînin. Bêhnek wê ya pir giran heye.”

Gerîla tîne ziman ku ev gaz rasterast êrîşî rêyên hilmijînê yên beden dikin û bêbêhn dihêle û û bi nîşaNdayîna dîwarên reşbûyî yên tunela ku gaz avêtinê û dibêje, “Pir eşkere ye."

Piştre ji cîhazan dengek tê bihîstin: “Yê ku îro şerê me dike ne artêşa Tirk e, çekên kîmyewî û teknîka NATO’yê ye.”

Gerîla diyar dike ku hêzên dewleta Tirk jî bi sîstema radarê hewl didin xwe biparêzin û got ku di bomberdûmanan de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Gerîla tîne ziman ku bandora gazên kîmyewî yên dikevin tunelan dewam dike û diyar kir ku ji ber vê sedemê bêyî maskeya gazê ketina van tunelan ne pêkan e.

GERÎLAYÊN JIN PORÊN XWE JÊKIRIN

Dengê ji cîhazê dihat diyar dikir ku li hemberî vê yekê bê guman tedbîrên wan hene, lê ji ber ku derfeta wan tune ku her roj cilên xwe biguherînin, bi taybetî jî gerîlayên jin porê xwe jê dikin.

Gerîlayê rewşa li tunelên Şehîd Berxwedan ku bi çekên kîmyewî hatiye hedefgirtin nîşan dide û dibêje ku gazeke din a kîmyewî ya zer li gel gaza îsotê hatiye bikaranîn.

Gerîla ku di nav korîdorên teng ên tunelê de bi pêş ve diçe û nîşandana şopên kîmyewiyê didomîne, diyar dike ku “Dema ku ba tê, ev gazên bi şeklê tozê tevlî hewayê dibin û ji nû ve çalak dibin.”

Gerîlayê ku di cihekê de zerbûna gola biçûk a avê jî nîşan dide û dibêje: “Îro wiha lê hat.” Gerîlayê ku  maskeya gazê girêdabû anî ziman ku gaza zer a kîmyewî bêhna xwe nîne û dibe sedema westandina mirovan.”

Di dîmenan de li cihê ku jenerator heye tê xuyakirin ku toza zer kom bûye.

DAXUYANIYÊN PKK'Ê YÊN TÊKILDARÊ KÎMYEWIYÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di hevpeyvîna xwe ya 21'ê Hezîranê ya li Medya Haber TV'yê de got, "Niha rejîmek ê ku ewqas çekên kîmyewî bikar tîne heye. Lê bertekek tune. Berevajî wê piştgirî ji vê rejîmê re bi hemû awayî heye. Sûcên şer têne kirin. Mînak li gorî gotina hevalên ji Tepê Sor derketin; bi îhtîmaleke mezin êrîşek ya bi çeka nukleerî ya taktîkî ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di 16'ê Hezîranê de xîtabî gerîlayan kir û hişyarî dida ku dewleta Tirk wê zêdetir giraniyê bide çekên kîmyewî.

Karayilan 31’ê Gulanê di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ev agahî dabû:

“Di vî şerî de herî zêde kîmyewî tê bikaranîn. Ya ku ew niha giraniyê didinê ev e. Mînak hevalan 7 cureyên kîmyewî ku heta niha bikar anîne tespît kirin. Heval çawa tespît dikin? Bi rengê. Mînak rengê ya yekem reş e, mîna qîrê ye. Tona rengê wê wisa ye. Ya din zer e, rengê xwe zer e. Ew gazek wisa ye. Ya sêyemîn bi rengê zîv e. Rengê zîv dide. Ya çaremîn kesk e û bê bêhn e. Bêhna wê tune. Bêhna hinekan heye, lê bêhna vê yekê tune. Yê din jî bi rengê qehweyî ye. Rengê yekê din jî sor e. Bêhna wê mîna ava sabûnê ye. Bêhna ava ku cil tê de hatine şuştin jê tê. Rengê ya dawî jî spî ye. Ji ber vê yekê em tenê dikarin bi rengan rave bikin. Yanî wisa dixuye ku li hemberî me gazên cur bi cur ên kîmyewî tên bikaranîn. Ew bi wê re dixwaze encamê bi dest bixe. Niha giranî dane kîmyewiyê û dixwazin bi kîmyewiyê bigihîjin encamê. Ji ber vê yekê divê raya giştî, gelê me, parêzvanên mafên mirovan û yên li dijî çekên kîmyewî ne, vê yekê li ber çavan bigirin. Divê li gorî wê li ser bisekinin. Yanî ev dijminekî bêbext e, yanî dixwaze bi kîmyewiyê encam bigire. Bi deh hezaran leşkerên wî hene, ew qas hêza wî ya hewayî û bejahî heye, lê dîsa jî ew îradeya wî nemaye; Dixwaze bi kîmyewiyê encam bigire. Yanî rewşa şer hinekî wisa ye.”