KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çewlik: Şer li ser xeta Zîlan tê kirin
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku şer ne tenê li Kurdistanê ye û got, "Encamên vî şerî jî wê ne tenê li Kurdistanê be." -
Dîmenê Girê Cûdî: Dema ku gerîla li dagirkeran dixe
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, leşkerên Tirk ên dagirker ber bi kûrahiya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kişandin û piştre lê dan. Dîmenê vê çalakiyê jî kişandin. -
Bi wêneyên gerîla 'Keça serhildêr a Agiriyê'
'Keça serhildêr a Agiriyê' Sema Yuce beriya niha bi 24 salan di 17'ê Hezîrana 1998'an de piştî 84 rojên ji berxwedana ji bo jiyanê, şehîd bû. -
Sorxwîn Avesta: Em dijmin kilît dikin
Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê Sorxwîn Avesta got, "Dema ku me navê 'Pençe-Kilît' bihîst, me got; em ê wan li Zapê kilît bikin û me bi vî rengî kir. Em ê nehêlin ku derkevin." -
Ensariyê AKP’yî got: “Hûn ne ji vir in“ û çar karker ji kar derxistin
Şaredarê Ebexê yê AKP’yî Şefîk Ensar bi hinceta ne ji Ebaxê ne 4 karker ji kar derxistin. -
Li Raperînê kampanyaya berhevkirina îmzeyan
Di çarçoveya kampanyaya berhevkirina îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîstên qedexekirî hat destpêkirin de, li Qeladiz û Çarqurmê îmze hatin berhevkirin. -
Dayikên Aştiyê: Çapemeniya azad dengê me ye
Şandeyeke ji Dayikên Aştiyê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê pêkhatî, serdana DFG'ê kir û peyama xwe ya piştevaniyê dan. -
Li Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan hat şermezarkirin
Platforma Ked û Demokrasiyê a Mêrdînê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir û got: " Kedkarên çapemeniya Kurd bi tu awayî serî li ber çewisandinan û gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin." -
‘Ji bo ewlehiya mamosteyan mûçeyên wan bişînin Kerkûkê’
Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Kerkûkê anî ziman ku ji bo ewlehiya mamosteyan divê mûçeyên wan bişînin Kerkûkê û gotin: “Wê heta kengê mamoste bibin qurbanî.” -
Cezayê girtîgehê dan birayê Medenî Yildirim ê hatî qetilkirin
Mehmet Yildirim birayên Medenî Yildirim ê ku li navçeya Licê yê Amedê di dema protestokirina kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin bi hêceta “heqaret” li Recep Tayyîp Erdogan kiriye, cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Operasyona Tolhildana Şoreşger: 62 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger da destpêkirin. Di çalakiyan de tiştek bi gerîlayan nehat û herî kêm 62 dagirker hatin cezakirin. -
Nobeda Edaletê ya Amedê: Dengê malbatan bibihîzin
Li Amedê çalakiya “Nobeta Edaletê” yên malbatên girtiyê nexweş û girtiyên ku infaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan di roja 213’mîn de domiya. Di çalakiyê de malbatan xwestin ku dengê girtiyan bê bihîstin. -
Ceza li rojnamevan Arslan hate birîn
Li Nûçegihanê DÎHA’yê ya ku bi KHK’ê hatibû girtin, Mehmet Arslan salek û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî îddîaya ‘bazariyê’ da
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatibûn qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne, bersiv dan îddîayên rojnamevan Bariş Terkoglû yê ku gotibû malbatê li Navenda Giştî ya AKP’ê hin hevdîtin kiriye. -
Gerîlaya YJA Starê Gulîstan Ekîncî li Sêrtê spartin axê
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Gulîstan Ekîncî ya ku di Kanûna 2021’an de li Çiyayê Bagokê di êrîşên hewayî şehîd bibû, malbata wê piştî 6 mehan cenazeyê wê wergirt û li Sêrtê veşart. -
PKK'ê Salih Cizîr bi bîr anî
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê diyar kir, ku Salih Cizîr (Hasan Adir) 5'ê Hezîrana 2021'ê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û got, wê hesab ji dewleta dagirker û nokerên xayin bê pirsîn. -
Şevger: Gel û gerîla bi hev re bihêz in
Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku dewleta Îranê li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê dixwaze qereqolan çêbike û got; "Pêwîste gelê me li hemberî çêkirina qereqolan xwedî helwest be." -
MXDŞ: Beriya êrişê PDK û MÎT li hev rûniştin
MXDŞ'ê diyar kir ku di êrişa dewleta Tirk de ya li Sinûnê zarokekî 12 salî şehîd bû, 7 kes jî birîndar bû. Meclîsê diyar kir ku bi qasî dewleta Tirk, PDK ji vê êrişê berpirsyar e û got, wê heta Şengaleke xweser û azad, heta serketinê li ber xwe bidin. -
Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî: 51 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî yê Metînayê danîn, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî hate lidarxistin. Di çalakiyan de ku hîn jî dewam dikin, 51 dagirker hatin cezakirin. -
Karayilan: Divê her kes fedakarî û berpirsyariya pêvajoya dîrokî nîşan bide
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji ber çalakiyên wan ên serkeftî gerîla pîroz kir û got “Divê her kes fedakarî û berpirsyariya pêvajoya dîrokî nîşan bide.” -
Ferec: Dewleta Tirk bi girtina rojnamevanan hewl dide dengê azad û wêrek tune bike
Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatih Ferec diyar kir ku faşîzma Erdogan pêşiya bi hev re jiyanê digire û got, “Mînaka dawî ya vê pêşîgirtinê jî destgîrkirina 20 rojnamevanên Bakurê Kurdistanê bû.” -
16 rojnamevan hatin girtin
Ji 22 kesên 8'ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin 16 rojnamevan hatin girtin. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhad Giravî Mamreşo çalakî kir
Çalakiya sabotajê ku li navçeya Artemêtan a Wanê di 14'ê Hezîranê de li hemberî stasyona bazê hate kirin, Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Serhad Giravî Mamreşo li xwe girt. -
Gerîla li Girê Cûdî li dagirkeran da: Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Metîna li dagirkerên ku dixwestin bi pêş ve biçin da, gerîlayan kemîn danî û dagirker gulebaran kirin; Herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin. -
Êrîşa li ser Şengalê li Mexmûrê hat şermezarkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşa îro ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê, bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.