Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Ferhad Şiblî bi bîr anî

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Di şexsê Ferhad Şiblî de em hemû şehîdan careke din bi bîr tînin. Bi navê gel û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê sersaxiyê ji malbata wî ya berxwedêr û gelê xwe re dixwazin.

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê Şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî. Di daxuyaniyê de qala têkoşîna şehîd Ferhad a ji bo gelê Kurd hate kirin û wiha hate gotin: "Her kesî Ferhad Şiblî bi têkoşîna wî ya ji bo avakirina civakek azad a li Rojavayê Kurdistan nas kir. Bi keda xwe cihê xwe di nava dilê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de çêkir. Bi keda xwe bû pêşeng, gelê me yê Êzidî ji vê pergala li Rojava bi keda Ferhadan hatî avakirin, ber bi Şengalek xweser û azad ve meşiya. Vê pergalê heya Şengalê şaxên xwe veda.

Ferhad Şiblî yek ji kesayetên fermandar ên şoreşa Rojava bû, bi salan xizmeta gel kir û canê xwe feda kir. Çawa li Şengal pêşengên şoreşa gelê me, Merwan, Seîd, Zekî, Serdeşt û bi dehan pêşengên din hatin hedef girtin, bi heman awayî şehîd Ferhad jî bû hedefa dijmin. Dixwazin bi van êrişan civakên di Rojhilata Navîn de li pey mafê xwe yê azadiyê, bêdeng bikin. Lê gelê me gihiştiye wê astê ku têkoşîna pêşengên xwe dewam bike.

Malbata şehîd Ferhad ya berxwedêr, ji bo azadiya civakê kedek mezin daye. Dema gelê me di bin dorpêça çeteyan de bû, birayê şehîd Ferhad, Îsam Şiblî di nava rêzên YPG’ê de berê xwe da Şengalê di dema vekirina korîdora mirovî a navbera Şengal û Rojava de şehîd ket. Bi keda van şehîdan îro civaka me kariye xwe li ser piyên xwe bigre. Li ser vî bingehî, em di kesayeta Ferhad û hevalên wî de, hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Bi navê gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, em sersaxî ji malbata berxwedêr û tevahî gelê xwe re dixwazin."