Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber hatin birîndarkirin

Li ser sînorên Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejma Îranê duh bi şev 2 kolber birîndar kirin.

Hat zanîn ku duh bi şev hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Sertezîn ê herêma Nenor a bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberê bi navê Keywan Emanî xelkê gundê Hacî Memdan a herêma Serşîv a bajarê Seqizê barandiye. Di encamê de Emanî ji çav û navmilê xwe bi giranî birîndar bûye. Emaniyê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.

Her wiha hat ragihandin ku duh bi şev li ser sînorê Newsûdê jî kolberê bi navê Sîrwan Ehmedî (28) xelkê bajarokê Rewanser a Kirmaşanê dibe armanca gulebarana hêzên rejîma Îranê. Di encama gulebaranê de Ehmedî birîndar dibe û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneya Quds a bajarokê Pawe.