KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Divê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî geştir bibe!
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn divê her kes têkoşîna li dijî komploya navneteweyî têbikoşe. -
YRK: Ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk gelê herêmê zirar dîtiye
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Pênciwîn û Çarta ji 3’ê Cotmehê ve didome. Di êrîşan de ti zirar negihştiye hêzên wan, bax û baxçeyên gelê herêmê zirar dîtine. -
Bayik bang li hêzên komploger kir: Dev ji vê siyasetê berdin
Cemîl Bayik diyar kir komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî hemî gelan û mirovayetiyê hate kirin û got “Êdî bila di vê komployê de israr nekin û dev ji siyaseta li dijî PKK û gelê Kurd berdin û xwe bidin efûkirin.” -
‘Ji peyv û hevokeke Rêber Apo ditirsin’
Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir: Yek hevok û yek peyva Rêber Apo dikare wan têk bibe û guherînê çêbike. Hemû ew hêzên mezin ên cîhanî ji hevokeke Rêber Apo ditirsin. Ev mezinahiya Rêber Apo ye. -
Kalkan: Hedefa di 9’ê Cotmehê de îmhakirin bû
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir bi komploya 9’ê Cotmehê re Rêberê Gelê Kurd bû hedef lê ev tişt bi ser neket. -
Meclîsa Xweseriya Demokratîk têkildarî êrîşan daxuyanî da
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyanî da, banga rawestandina êrîşan, parastina serweriya xwe û rabûna bi erka xwe li Hikûmeta Iraqê kir. -
Teqîna li Hewlêrê: kesek mir, 4 kes birîndar bûn
Di teqîna ku li paytexta Herêma Kurdistanê ya Federal Hewlêrê li wesayîtekê hatibû bicihkirin de, kesekî jiyana xwe ji dest da û du zarok û du jin birîndar bûn. -
YBŞ: Di êrîşa hewayî de tu ziyan negihîştiye hêzên me
YBŞ’ê di derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a doh bi şev li ser Şengalê pêk anî de daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama vê êrîşê de tu ziyanek negihiştiye hêzên wan. -
HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên azadiya Kurdistanê di 7 çalakiyan de 6 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin. Pergaleke kameraya mobese ya ku li ser wê mayîn hatibû danîn jî hate îmhakirin. -
KJK: Bi xwedîderketina li gerîla divê bersiv ji komplogeran re bê dayin
Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî salvegera komploya 9'ê Cotmehê de got, "Bi xwedîderketina li berxwedana gerîla divê bersiv ji hêzên komploger re bê dayin." -
Jinên Tîrêjên Rojê: Li Geverê 4 polîs hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand, ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî polîsan çalakî lidar xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 4 polîs hatine cezakirin, 5 jî birîndar bûne. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Ewladên leheng ên gelê me hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsûf bi şehadeta xwe ji bo me bûn hinceta têkoşîneke hîn mezintir." -
Ji bo Nagihan Akarsel konê sersaxiyê hate danîn
Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê şehîd ketî, konê sersaxiyê hate danîn. -
PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina teqez a komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ku hewl dide komployê dewam bike, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. -
Dewleta Tirk Kampa Serdeşt da ber bombeyan
Dewleta Tirk, Kampa Serdeşt a li Şengalê ku Êzidiyên ji êrîşê DAÎŞ’ê rizgar bûne lê dijîn, da ber bombeyan. -
KCK: Ji bo têkbirina komployê em di asta herî jor de têbikoşin!- NÛ BÛ
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: “Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, pûçkirina planên şer ên topyekûn ên dewleta Tirk û têkbirina komployê di sala nû de bang li her kesî dikin ku di asta herî jor de têbikoşin.” -
Şêniyên Amedê wê li dijî komploya navneteweyî bimeşin
Li Amedê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek were lidarxistin. Ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Wanê ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin
Li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîka ji bo balê bikêşin ser girtiyên nexweş, daxuyaniyeke hevpar dan. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 gerîla şehîd bûn
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Metînayê di şer de 2 gerîla şehîd bûn. -
KONGRA-GEL: Em têkoşînê geş bikin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê geş bikin." -
Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Fermandariya YRK'ê: Li qadên êrîş lê hate kirin hêzên me nîne
Fermandariya YRK'ê ragihand ku li qadên Pênciwîn, Şarbajar û Çarta yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin, ti hêzên wan nîne û nerazîbûn nîşanî hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî da ku bi karê sîxurtiya dagirkeran radibin. -
Gerîlaya YJA Starê: Moralê gerîla gelekî bilind e
Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan anî ziman ku gerîla bi moral û motîvasyoneke bilind şer dikin û destnîşan kir ku ev rastî di kapasîteya çalakiyan de tê dîtin. -
'Sîstema me ji bo çar parçeyan bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê ye'
Hevberdevka Qada Perwerdeyê Bêrîvan Kaya bi bîr xist ku 27 sal in li Kampa Mexmûrê perwerdeya bi zimanê dayikê didin û got, sîstema perwerdeyê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin. -
Alkan: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî, wê bersiva me ya li komployê be
Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan destnîşan kir ku komplogerên 9'ê Cotmehê li hemberî têkoşîna 24 salan têk çûn û got, "Niha jî bi îmhakirina gerîla dixwazin armancên xwe pêk bînin."