KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ji helwesta wan a milîtanî heta tevlêbûna wan a fedaî ya di şer de, ev hevalên me her dem bûne pêşeng. Meşa li ser şopa wan û jiyîna bîranîna wan, wê peywira me ya herî sereke be.” -
Sal zivirî salê Iraq bê hikûmet e!
Sala borî 10’ê Cotmehê weke îro li Iraqê û herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû, hilbijartinek pêşwext di nava rewşek ne aram de li Iraqê pêk hat. -
Asayîşa Êzidxanê: Em ê nehêlin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike
Asayîşa Êzidxanê di salvegera 2'emîn a Peymana 9'ê Cotmehê de biryardariya xwe ya ji bo parastina Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand û got, "Em ê rê nedin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê." -
KCK’ê şehîdên 10’ê Cotmehê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK: Divê tevgera demokrasiyê were mezinkirin û ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk werin avakirin. Ev tişt ji bo şehîdên 10’ê Cotmehê di serî de, şertekî girêdayîna bi şehîdên şoreş û demokrasiyê ye. -
'Li welat cihekî ji bo min çêbikin'
Yek ji kesên ku li gel Rêberê Gelê Kurd perwerde dîtî Rûbar Spêndarokî diyar kir ku Ocalan bi komployên li ser dihatin gerandin pê hesiyabû û her koma dihat ji bo wan digot: “Li welat cihek ji bo min çêbikin.” -
Dilek tije eşqa niştîman: Adil Amed
Gerîlayê HPG'ê Adil Amed 16 salan ji Başûr heta bi Bakur bênavber têkoşiya. Sala 2021'ê tevlî Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bû. Di êrîşa dewleta Tirk de li Wanê şehîd bû. -
Kalkan: PKK bû hêza çareseriyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, PKK li hemberî neçareseriya sîstema modernîteya kapîtalîst a global, bi xeta neteweya demokratîk xwe kiriye hêza çareseriyê. -
Tirkiye li xwe mikur hat ku Nagihan Akarsel qetil kiriye
Konsolosê Iraqê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney, li xwe mikur hat ku wan akademîsyen, rojnamevan Nagihan Akarsel qetil kiriye. -
Li Silêmaniyê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê bi çalakiyan hat protestokirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. -
Li Wanê tevî dorpêça polîsan jî komplo hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Wanê bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bila bimre komplo” hat şermezarkirin. -
Li Amedê komplo hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Qoser û Bazîdê çalakî hatin lidarxistin
Di çalakiyên ji bo salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. -
Li Geverê polîsan êrîşê protestoya komployê kir: Herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin
Ji bo protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê meşa “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hat lidarxistin. Polîsan êrişî meşê kir, herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper jî hatin rûxandin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Dîlok û Semsûrê hate şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li Dîlok û Semsûrê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Li Silêmaniyê 4 kesên ji heman malbatê ji ber pêvegirtina ceyranê mirin
Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê 4 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran ragihandin ku bûyer ji ber pêvegirtina ceyranê qewimî ye. -
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan
Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşek girseyî salvegera 24’emîn Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Milîsên HBDH'ê çalakiya bombeyî lidar xistin
Milîsên Nagîhan Akarsel ên HBDH'ê diyar kirin ku li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi bombeyê li hemberî marketa A101 çalakî kirine. -
Li Duhokê ji ber qezaya trafîkê 8 kes mirin
Li Duhokê, ji ber qezaya trafîkê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qurbanî hemû ji heman malbatê ne. -
Kalkan: Pêşî li 15'ê Sibatê dikarîbû bihata girtin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku pêşî li armanca îmhayê ya 9'ê Cotmehê hate girtin û got, eger pêvajo hîn baştir karîbûya bihata rêvebirin, pêşî li 15'ê Sibatê jî dikarîbû bihata girtin. -
Enternasyonalîzma Che di nava têkoşîna me de dewam dike
Çawa ku Che Guevara bû pêşengê serdema xwe, Hakî Karer û Kemal Pîr jî bûn ruhê ciwantî û pêşengên dema xwe. Ruhê şoreşgerî yê ciwantiyê gihand nifşên ciwanan ên nû. -
Sazî û rêxistinan li dijî komployê peyam dan
Gelek sazî û rêxistinan, li dijî Komploya 9’ê Cotmehê peyama geşkirina berxwedanê dan. -
Di 19 çalakiyên gerîla de 10 dagirker hatin cezakirin
Di 19 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin, 2 pergalên kameraya mobese û xefkeke mayînê hatin îmhakirin. -
226 kesan êrîşên Îran û Tirkiyeyê şermezar kirin
Li herêma Kurdistanê 226 çalakvan, ronakbîr û kesan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê şermezar kirin. -
HDP’yî çûn serdana Dayika Şenyaşar
Şandeya HDP’ê çûn serdana Dayika Emîne Şenyaşar a di berxwedanê de ye û xizmên wê ji aliyê AKP’yiyan ve hatibû qetilkirin.