Rojnamevan Alagaş a dîlgirtî: Em rojnamevan in û em ê li rojnamevaniyê dewam bikin

Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ew û 16 kes bi hev re çendeyek berê hatin girtin bi peyamekê got, "Bila were zanîn ku bi tu zext û zilmê, kes nikare pênûsa jinan bişikîne."

8’ê Hezîranê, di çarçoveya lêpirsineke ji aliyê Serdozgêriya Komarê ya Amedê ve tê birêvebirin de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin destgîrkirin. 

Rojnamevan piştî mayîna destgîrkirî bi 8 rojan 15’ê Hezîranê 16 jê hatin girtin. 

Girtiyên bi sûcdariya "bûyîna endamê/a rêxistinê" û "kirina propagandaya rêxistinê" bi kêfî û sîstematîk rehîn tên girtin ev in: 

Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Aziz Oruç, Omer Çelîk û Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn. 

Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş bi peyama ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Amedê tê de girtiye diyar kir ku bi tu zext û zilmê pênûsa jinan naşike. 

Peyama Alagaşê wiha ye: "Em baş in, moralê me jî baş e. Rojnamevaniya em dikin wek sûc hat dîtin û em hatin girtin lê bila baş bê zanîn ku bi tu zext û zilmê pênûsa jinan naşike. Em rojnamevan in û em ê li rojnamevaniyê dewam bikin. Mala her kesê/a piştgiriya me dike ava be. Bi hêviya dîtin hev û din di rojên bi azadî de…"