Li Silêmaniyê çalakî: Kujerên Çelebî aşkere bikin

Penaberên ji Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn daxwaz kirin ku kujerên Zekî Çelebî ku di encama êrîşek çekdarî de li Silêmaniyê hat qetilkirin, bên aşkere kirin.

Penaberên siyasî, malbat û hevalên Çelebî bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li ber

Parka Baxê Giştî ya li navenda Silêmaniyê hatin ba hev û xwepêşandanek a protestoyê lidar xistin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin û her wiha her çalakgerekê wêneyê Zekî Çelebî hilgirtibû.

Di çalakiyê Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Muslîm Kaplan axivî û got: “Em daxwazê ji malbata Birêz Îbrahîm Ehmed û Mam Celal dikin ku weke du kesayetên xwedî helwest, me biparêzin û kujerên şehîd Zekî Çelebî aşkere bikin.”

Muslîm Kaplan ji asayîşa Silêmaniyê daxwaz kir ku şûna lêpirsînê li endamên wan bikin, bila kujerên şehîd Çelebî aşkere bike û diyar kir ku heta ku kujer neyên diyarkirin wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Di 17’ê Gulanê de li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê du kesên MÎT’a Tirk  êrîşê, siyasetmedarê Kurd ê ji

Bakurê Kurdistanê û Xwediyê Xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî kirin û ew şehîd kirin.

Piştre hatibû zanîn ku kujer revîne Hewlêrê.