Nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 28’ê Gulanê de li Metînayê şehîd bûbûn eşkere kir û got “Bi qasî jiyana xwe, ew bi jîrbûna xwe ya mezin a di şer de û helwesta xwe ya wêre bûn milîtanên mînak ên Apoyî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd bûne, ev daxuyanî weşand:

“Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker biribû ser qada Metînayê, hevrêyên em Qehreman û Raqip bi berpirsyariyeke dîrokî têkoşiyan û bersiva pêwîst dan dijmin. Hevrêyên me Qehreman û Raqip di 28’ê Gulana 2022’an de di êrişên dijmin de şehîd bûn. Bi qasî jiyana xwe, ew bi jîrbûna xwe ya mezin a di şer de û helwesta xwe ya wêrek bûn milîtanên mînak ên Apoyî. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevalên xwe bidin jiyîn û xeyalên wan pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Qehreman Gewda

  Nav û paşnav: Ozgur Aşkan

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Zarîfe - Halît

  Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2022’an / Metîna

  Nasnav:Raqib Tetwan

  Nav û paşnav:  Bekîr Yilmaz

  Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

  Navê dê û bav: Mûazzez - Asim

  Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2022’an / Metîna

QEHREMAN GEWDA

Eşîra Gewda bi dehan zarokên xwe yên wêrek daye Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelek şehîdên wan hene. Hevrê Qehreman di nav malbateke welatparêz a eşîreke wisa de ji dayik bûye. Malbata wî ji ber ku dewletê li ser wan cerdevanî ferz kiriye, koçî metrepolên Tirk kiriye û demekê li dûrî Kurdistanê jiyane lê piştre vegeriyane Kurdistanê. Malbata hevalê me Qehreman hatine li Silopiyayê bi cih bûne û têkoşîna xwe li vir domandine. Heval Qehreman jî bûye şahidê trajediya li ser malbatê, zext û zilma ku dijmin li ser malbata wî pêk aniye. Heval Qehreman hê di zaroktî de gerîla ya ku hêz parastinê ya gelê me ji bo xwe kiriye qehreman. Ji ber vê tekane xeyala wî ev bûye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Di ciwantî de wekî her ciwanên Kurd ên xwedî rûmet tevlî nav têkoşîna azadiyê ya gelê me bûye û hin xebat meşandiye. Heval Qehreman dîtiye ku têkoşîna ku wî meşandiye têr nake û pêdiviya azadiyê ya gelê me cih nayne. Heval Qehreman di sala 2013’an de biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe.

Di sala 2013’an de piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi moral û coşa xwe di nava demeke kurt de hînî jiyana gerîla bûye. Piştî tevlêbûnê 3 salan li qada Garê têkoşiyaye û piştî perwerdehiya sereke, perwerdehiyên pisporiyê jî stendiye û xwe di her warî de ji bo şer amade kiriye. Heval Qehreman di temenekî ciwan de bûye namzetekî fermandariyê. Di sala 2015’an de dema ku dijmin êrîşî gel û tevgera me kiriye, wî pêşniyaz kiriye ku biçe qadên ku wê karibe derbê li dijmin bixe û di sala 2016’an de çûye qada Zapê. Li Qada Zapê piştî pratîka salekê derbasî qada Metînayê bûye û bala xwe daye ser lêdana dijmin. Li Qada Metînayê li hemberî dijmin gelek çalakî kiriye û derbên giran li dijmin daye. Heval Qehreman ji bo ku felsefeya Rêber Apo bike felsefeya xwe ya jiyanê û têkoşîna azadiyê ya gelê me bi awayekî bi encam bimeşîne, wî her dem xwe perwerde kiriye û di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk aniye. Ji bo ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di warê îdeolojîk û leşkerî de bi cih bîne, wî kedeke mezin daye.

Heval Qehreman bi kûrbûneke îdeolojîk û leşkerî bûye fermandarê yekîneyê û di sala 2021’an de derbasî qada Metînayê bûye. Ji bo ku êrişên dijmin ên li ser Metînayê pûç bike û derbên giran li dijmin bixe, her dem ketiye nav lêgerînan. Di van lêgerînên xwe de bi ser ketiye û di sala 2021’an de li qada Metînayê tevlî nav gelek çalakiyên xurt bûye û rolên mezin stendiye. Heval Qehreman wekî fermandarekî ciwan bi danheviya xwe ya îdeolojîk û tecrubeya xwe ya leşkerî bûye yek ji fermandarên pêşeng ên serdema nû, wî peywira xwe ya şoreşê bêkêmasî bi cih aniye û layiqî gelê me û Rêbertî bûye.

RAQIP TATWAN

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi dehan sal in rastî her cure kiryarên dijmirovahî tên û ber bi tinebûnê ve ku diçû, bi pêşengiya felsefeya Rêber Apo gelên qedîm ê Kurdistanê ji nû ve hatiye afirandin. Zarokên herî leheng ên Kurdistanê, ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojeke bi rûmet, ji roja destpêkê ya têkoşîna me ve xwe spartin nava refên têkoşînê û berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Têkoşîna me ya ku gav bi gav û di şert û mercên herî dijwar de mezin bûye, îro ji bo hemû gelên bindest bûye hêviya azadiyê. Têkoşîna me ya Azadiyê bi saya keda şehîdên me yên nemir gihîştiye van rojan. Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê weke nûnerên herî xurt ên xeta fedaî cihê xwe di bîranîna gelê me de girtin û bûn temînata siberoja azad a gelê me.

Gerîlayê me yên ku bi awayek fedaî li ser xeta serketinê li çar parçeyên Kurdistanê jiyan, li pêşiya polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê yên dagirkeran di bin her şert û mercî de rûmeta gelê me parast. Rêhevalê me Raqîp bi jiyan û têkoşîna di xeta fedayî de cihê xwe di nava lehengên nemir ên Kurdistanê de girt. Rêhevalê me yê ku li Bedlîsê ji dayik bû, ji ber polîtîkayên dagirkeran ên mirovan ji rastiyê xwe dûr dixist, di temenekî biçûk de neçar ma bi malbata xwe re koçî Îzmîrê bike.

Rêhevalê me di nav hewirdoreke kevneperest de mezin bû, ji temenê xwe yê biçûk ve gerîlayê azadiya Kurdistanê nas kir û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe kedeke mezin da. Hevrêyê me yê ku li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me armanc kir têbikoşe, dest ji lêgerîna xwe berneda û di sala 2007’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakûrkê perwerdeya xwe ya şervaniyê bi dawî kir, bi lez û bez xwe hînê jiyana gerîla kir û derbasî qada pratîk bû. Hevrêyê me yê ku di qada leşkerî de jêhatî bû, bû fermandar û çû çiyayên Zagrosê, di nava şert û mercên dijwar de cihê xwe di eniyê herî pêş de di gelek çalakiyên gerîla yên bi bandor li dijî dagirkeran girt. Rêheval Raqîp, gerîlayekî jêhatî û fermandarekî gerîla yê pêşeng ê ku xwe bi awayek çalak cih girt xwe li gorî şert û mercên serdema nû afirand, di sala 2015’an de derbasî herêma Garzanê bû û ezmûna xwe ya mezin a li Bakurê Kurdistanê nîşan da. Rêhevalê me yê ku di jiyan û şerê xwe de rêhevalên xwe bi rê ve birin û di vê pêvajoyê de di pêşxistina gelek çalakiyên bi bandor de roleke aktîf lîst, di nava rêhevalên xwe de her tim bi kesayeta xwe ya milîtanî derketiye pêş. Rêhevalê me Raqîp ku piştî Garzanê li gelek qadên cuda ma û tecrûbeyên xwe bi rêhevalên xwe re parve kir, di pêşketin û fermandariya gelek rêhevalên me yên nû de xwedî kedeke mezin bû. Hevrêyê me yê ku di sala 2021’an de derbasî Qada Metîna bû li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk şer kir, ji dema tevlîbûnê heta roja ku şehîd bû cihê xwe di çeperên herî pêş de girt û pêşengî kir. di nava berxwedan û şerekî dîrokî de cih girtiye. Mîrateya têkoşînê ya rêhevalê me Raqîp ê ku weke milîtanekî leheng ê felsefeya Rêber Apo bi fedakarî li ber xwe da, wê her tim rêya me rêhevalên li paş mane ronî bike.

Rêhevalên me li dijî êrîşên dagirkeriyê bi sekna xwe ya di parastina Başûrê Kurdistanê de erkên girîng hildan ser milên xwe û ji bo vê xetê heta şehadete çûn. Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Qehreman û Raqîp re dixwazin.”