Li Miksê gel li dijî desteserkirinê derket kolanan
Nîştecihên Miksê li dijî desteserkirinê derketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin.
Nîştecihên Miksê li dijî desteserkirinê derketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Miksê kir. Piştî dadgehê li Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û 11 meh ceza birî, Şaredariya Miksê hat desteserkirin.
Piştî Şaredariya Miksê hat desteserkirin, bi sedan welatî kom bûn û bertekên xwe nîşan dan. Welatiyan bêyî navber dirûşmeya “Qeyûm dê biçe dê gel bê” berz kirin. Çalakiya welatiyan a li pêş şaredariyê didome.