Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî pevçûnên bi hikûmeta Şamê re ku ji 26’ê Mijdarê ve berdewam dikin, ketin navenda bajarê Helebê. Dewleta Tirk a dagirker ku salan in bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser Kantona Şehbayê zêde kiriye.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî derbarê rewşa heyî de jı Ronahî TV'yê re axivî. Ferhad Şamî helwesta QSD’ê raber kir û hişyarî li gel kir.
Ferhad Şamî wiha got: “Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kok e. Demeke dirêj bû ku amadekariya vê dihate kirin û haya her kesî ji êrîşê hebû.”
‘DEWLETA TIRK E KU ÊRÎŞÊ PLAN KIR Û KOORDÎNE DIKE’
Ferhad Şamî destnîşan kir ku plana êrîşê ji aliyê dewleta Tirk ve hate amadekirin û Tirkiye dixwaze bi destê El Nusra planê pêk bîne. Êrîş gav bi gav bi awayekî konsept ji aliyê Tirkiyeyê ve tê rêvebirin. Ji bo ku ev operasyon baş were fêmkirin, divê rola Tirkiyeyê bê dîtin.
Tirkiye naxwaze aramî li Sûriyeyê çêbibe û ji bo dem dirêj Sûriyeyê dagir bike navê komên çeteyan diguherîne, lê yê ku koordîne dike dewleta Tirk bi xwe ye.
ERKA ME YA BINGEHÎN PARASTINA GELÊ ME YE
Helbet geşedanên li vê herêmê me rasterast eleqeder dike û em ji nêz ve dişopînin. Kî çi hesab bike jîn erkek me ya bingehîn heye; ew jî parastina gelê me ye. Ji ber vê yekê em ê li ser bingeha pêwîstiyên parastina gel û herêmê tevbigerin. Bila gelê me jî hestiyar be û xwe li gorî rewşa heyî rêxistin bikin."