Lêkolîna li qada gazê ya Kormorê hate astengkirin

Hêzeke Iraqê ya ku di nav wan de efserên Artêşa Iraqê jî hebûn ber bi qadê gazê ya Kormor ya li Çemçemalê ketin rê. Pêşmergeyan rê li hêzên Iraqê girtin û ew asteng kirin

Danê siharê hêzek Iraqê ji bajarokê Xurmatû bi efserên artêşa Iraqê yên Kerkûkê re, ber bi qada gazê ya Kormor ve ketin rê, lê neçar man paş de vegerin.

Rêveberê bajarokê Zinane Wehab Ehmed derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û got; “Hêzek ku ji lîwaya yek ya beşa lezgîn ya Xurmatû, bi çend efserên artêşa Iraqê ên Kerkûkê ku Kurd jî di nava wan de hebûn, ber bi qada gazê ya Kormor a li Çemçemalê, li ser hesabê lêkolîna êrişa mûşekan ketibûn rê. Lê pêşmergeyên Herêma Kurdistanê rê nedan hêzê û di encama danûstandinan de hêza Iraqê vegeriya.”

Duh li nêzî bajaroka Qadir Kerem a Çemçemal a Silêmaniyê careke din li dijî qada gazê yên li Kormor ku ji aliyê Kompanya Gana Gaz ya Îmaratê (Emîrtiya Ereban a Yekgirtî) ve tê rêveberin, êrişa bi mûşekan pêk hatibû.

Her wiha di 22 Hezîranê de jî li dijî heman qadê gazê êrişek bi mûşekan pêk hatibû.