KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Sara û Rûken xwedawendên me yên azadiyê ne
HPG: Hevrêyên me Sara û Rûken bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' ji mirinê jiyan afirandin, bûn sembola avakirina jiyana azad, bûn şopdarê rêbaza nemiriyê û bûn xwedawendên me yên azadiyê. -
Du girtiyên li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne, banga bihîstyariyê kirin
Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku li Girtîgeha Hewlêrê li hemberî êşkence, miameleya xerab û bêhiqûqtiyê du roj in ketine rojiya mirinê, banga bihîstyariyê kirin. -
Li Gimgimê cerdevanekî 2 gundî qetil kir û yek jî birîndar kir
Li gundê Şeman ê Gimgima Mûşê cerdevanê bi navê Umît Karakaya gule li 3 kesan reşand. Di êrîşê de du kesan jiyana xwe ji dest dan. -
KCK: Îran ji bo çareseriya pirsgirêkan divê gavan biavêje
KCK’ê êrîşa ku Îranê biriye ser gelê ku azadiyê dixwaze û hêzên Kurd û got “Dewleta Îranê di serî de ya jinan divê daxwazên gelên Îranê bi cih bîne û di warê çareseriya pirsgirêkan de gavan biavêje.” -
IHR: Hêzên Îranê herî kêm 83 kes qetil kirin
Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Îranê, ji 16'ê Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî û vir ve di xwepêşandanên şermezarkirinê de li tevahiya welêt herî kêm 83 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. -
Cenazeyên leşkeran li naverastê têne rizandin
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Nexweşxaneya Dewletê ya li Colemêrgê 40, li Nexweşxaneya Sehra ya li gundê Bilicanê jî zêdeyî 100 cenazeyên leşkeran hene. -
Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin
Gel, partî û saziyên sivîl bi girseyî serdana malbata Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî 7 sal bi şûn de di kîsekî de hat dayîn, kirin. -
Li Êlihê 9 kes hatin destgîrkirin
Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: Berxwedana me bi ruhê fedaî yê Apoyî didome
HPG’ê diyar kir gerîla wekî tîmên gerok û li tunelên şer li ber xwe didin û got “Di 7 çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin. 3 çeper û çekeke A-4 jî hate îmhakirin.” -
HRE: 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bejahiya Efrîn a dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyan de herî kêm 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Li Cizîrê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Dag û Er ên li zindana PDK'ê ne, dest bi rojiya mirinê kirin
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê bi destkelepçekirî êşkence li wan hate kirin, li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin. -
HPG: Çalakiya fedaî ya li Mersînê bersiva li êrişên bi çekên kîmyewî û komkujiyên li zindanan e
HPG'ê ragihand ku çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîla Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin û got, "Ev çalakî bersiva li zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla ye." -
Şenyaşar: Heta tu dayîka Emîne nebînî wê hevhelalkirin çawa pêk bê
Malbata Şenyaşar ku 570 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têdikoşin, gotina Erdogan ku digot; “Ez ji hevhelalkirinê re vekirî me bi bîr xist û pirs kir: “Heta ku hûn vê dayikê nebînin gelo wê ev hevhelalkirin çawa bibe? -
Li Qilebanê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Qilebanê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin. -
'Gelên Kurd û Ermen xwedî heman qederê ne; têkoşîna hevpar wê xurtir bibe'
Berdevkê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Zagros Hîwa diyar kir, ku gelên Kurd û Ermen xwedî heman qederê ne û têkildarî radestkirina 2 şoreşgeran got, "Ev bûyer wê bibe sedem ku têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê bê xurtkirin." -
Di êrîşên Îranê de 13 kes hatin qetilkirin, yek jê jineke ducanî ye
Di êrîşên Îranê de yên bi droneyan û fuzeyan ên li ser Başûrê Kurdistanê, li gorî bîlançoya nû 13 kes hatin qetilkirin ku yek jê jineke ducanî ye. Herî kêm 58 kes birîndar bûn. -
Tifaqa Kurdistanî êrîşên Îranê şermezar kir
Partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê êrîşên ku Îranê li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê kirine, şermezar kirin. -
Tevgera Azadî: Tenê yekitî serkeftinê mîsoger dike
Tevgera Azadî êrîşên rejîma Îranê şermezar kir û got: “Tenê yekitî û yekgirtin serkeftinê mîsoger dike. Divê her hêz û aliyek siyasî û her Kurdek bi erkê xwe yê welatparêzî û exlaqî, li dijî êrîşan rabe.” -
PJAK’ê êrîşa rejîma Îranê ya bi ser partiyên Rojhilat de şermezar kir
PJAK’ê êrîşên bi drone û fuzeyan ên rejîma Îranê yên bi ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê, Pirdê û gundê Zergiwêz ên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir ku wê têkoşîn û serhildana li dijî zilm û zordariyê bidome. -
Li Şirnexê talankirina daristanan didome
Li herêma Besta û Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran de û bi destê cerdevanan dar tên birîn. -
HPG: 21 dagirker hatin cezakirin
Ji bo tolhildana gerîlayên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî ew şehîd xistibûn, gelek çalakî hatin kirin. Di çalakiyên gerîlayan de 21 dagirker hatin cezakirin, çeperek, kepçeyek, wesayîteke leşkerî û aspîratorek hate îmhakirin. -
Di êrîşa Îranê de heta niha 9 kes hatine qetilkirin 31 kes jî birîndar bûne-HAT NÛKIRIN
Di encama êrîşa bi dron û moşekan ên rejîma Îranê ya li ser baregeh û navendên hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 9 kes hatine qetilkirin, 31 jî birîndar bûne. -
Di êrîşên Îran ya li ser Başûrê Kurdistanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên biçek û bêmirov yên rejîma Îranê li ser baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de herî kêm 2 kes jiyana xwe ji dest dane û û 7 kes jî birîndar bûne. -
Malbatên girtiyan: Desthilatdarî bi dijmanetiyê nêzî pirsgirêka girtiyên nexweş dibe
Malbatên girtiyan ku Nobeta Edaletê didomînin gotin: “Divê girtiyên nexweş bibe rojeva sereke ya Meclîse. Ji ber ku tu kes li ser mirinan serketin bi dest nexistiye”.