Ji bo xebatkarên tenduristiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin hatin cem hev

ÎHD û xizmên windayan ji bo Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamuk ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, hatin cem hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mîrovan (IHD) a Amedê û  Xizmên Windayan, rexmî şiliyê jî di hefteya 698’emîn çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û kujer bê darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirin Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Di çalakiya vê heftê de aqûbeta kedkarên tenduristiyê Mehmet Emîn Ayhan ku di sala 1992'yan de li navçeya Farqîn a Amedê hat kuştin û Hamît Pamûk ku di sala 1993'yan de bi hevalê xwe Îkram Han re hat kuştin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê Serokê ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn axaftineke kurt kir û pişt re Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken axîvî. Guldîken, çalakiya xizmên windayan weke meşa ber bi heqîqetê ve pênase kir û bal kişand ser gotinên Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû yên derbarê desthîlatê de û wiha got: "Dibêjin ku heke biaxivin wê her tişt cuda bibe. Ji bo heqîqet derkeve holê hewce ye ku herkes biaxive û tu tişt neyê veşartin. Em ji bo hemû windayên kedkarên tenduristiyê û windayên din têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. "

Piştî Guldîken Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim, serpêhatiya kedkarên tenduristiyê Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk xwend. Yildirim, diyar kir ku Mehmet Emin Ayhan li Nexweşxaneyê Dewletê ya Farqînê bijîjki kiriye û ji aliyê hemû kesî ve hatiye hezkirin û wiha got: "Gelê Farqînê gelek ji Ayhan hez dikir û jê re rêz digirt. Ew yek bala Hîzbûllah dikişîne û Ayhan tê şopandin. Di sala 1992'yan de roja ku bi hevjîna xwe re ji serdana mala hevalên xwe vedigere malê li pêşiya mala xwe bi çeke tê kuştin. Hê jî kujer nediyar e."

Yildirim, bal kişand ser serpehatiya Hamit Pamûk û da zanîn ku Pamûk li Nexweşxaneyê Zanîngeha Dîcleyê weke teknîsyênê Rontgenê xebitiye û wiha qala kuştina wî kir: "Tekiliya Pamûk a bi gel re gelek baş bû. Ji ber vê yekê dihat hezkirin. Ew tekîlî hin kesan nerehat dikir û gef lê dihatin xwarin. Wexta ku ji bo 1'ê Gulanê li pêşiya nexweşxaneyê bi sendikayê re daxûyanî dixwîne midurê polîsa gef li dixwe û  wî asteng dike. Piştî vê bûyerê di sala 1993'yan de li navçeyê Rezan ji aliyê sê kesên ku serçavê wan rûpoşkirî ve bi çekê tê kuştin. Li vê derê hevalê wî yê zarokatiyê Îkram Han jî tê kuştin. Heta îro jî kujerên wan nehatine dîtin."

Piştî daxuyaniyê ji bo çend deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû.