‘Em ê xwedî li xeyalên şehîdên xwe derkevin’

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê şehîd Ferhad Şiblî û şehîdên êrîşa li ser Meclisa Gel a Sinûnê bi bîr anî û diyar kir ku civaka Êzidî heya dawî wê destkeftiyên xwe biparêze.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê şehîd Ferhad Şiblî û şehîdên di êrîşa li ser Meclisa Gel a Sinûnê, Îbrahîm Derwêş û Selah Nasir bi bîr anî.

Saziyê di serî de bal kişande ser Peymana 9’ê Cotmehê ya ku li ser civaka Êzidî hatibû amadekirin û got: “Ev peymana ku bi hevkariya qirêj a PDK, hikûmeta Kazimî û dewleta Tirk ji 2020’ê heya niha di meriyetê de ye, her ku diçe dijminê civaka Êzidî û gelên azadîxwaz ji bo ronahiya fikrê Rêber Apo ya ku ji bo mirovahiyê alternatîfa jiyana azad e, têk bibin bi hemû hêza xwe êrîşên xwe yên nemerdane didin meşandin.”

Di dewama daxuyaniyê de saziyê îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze li ser axa pîroz a Mezopotamyayê xeyalên xwe yên Omsaniya nû ava bike, ji bo pêkanîna wê jî ji çiyayên azad bigire heye çar parçeyên Kurdistanê, êrîşên xwe li ser jin, zarok û tevahiya civakê dide meşandin. Lê dewleta Tirk a dagirker li çiyayên azad li beramberî vîna gerîla her  hemleya ku dane destpêkirin li wan vegeriyaye û dewleta Tirk li çiyayên azad şerpeze bûye.

Dewleta Tirk a dagirker dema ku li hemberî berxwedana gerîlayên leheng ên Heftanîn, Metîna, Avaşîn û Zapê derbên giran xwarin, ji bo vê binketina xwe veşêrin êrîşên xwe li ser gelên azadîxwaz berfireh kirin. Li ser vî esasî vê carê berê xwe dan Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Çemçemal û civaka me ya Êzidî  û êrîşên xwe pêk anîn.”

Saziya Malbatên Şehîdan di beşek din a daxuyaniya xwe de  bêdengiya li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û ev nirxandin kirin: “Em wek Saziya Malbataên Şehîdan a Şengalê van êrîşên dagirkeriyê û bêdengiya hikûmeta Iraqê, saziyên mafê mirovan û NY’ê şermezar dikin. Ev êrîşên ku di demekê de li ser van herêman pêk tên, ne tesaduf in, dixwazin gelê me ku ji bo jiyaneka azad têkoşîn dikin çavtirsandî bikin û dikin ku civak dest ji daxwaza mafên xwe yên rewa berdin. Di êrîşa ku li Kelarê pêk hat de ku têkoşer û avakarê Pergala Xweseriya Demokratîk a Gelan Şehîd Ferhad Şiblî bû hedef û di encamê degeval Ferhad Şiblî tevlê nava karwanê şehîdan bû. Malbata şehîd Ferhad li hemû qadên têkoşîna azadiya gelan de bi erk û berpirsiyariyên xwe rabûne û heta di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a ku li ser civaka me rabû de jî yek ji wan kesên ku  ji bo rizgarkirina Zarokên Êzidxanê canê xwe feda kirî birayê Şehîd Ferhad, Îsam Şiblî bû ku di dema vekirina korîdora mirovî a di navbera Şengal û Rojava de şehîd bû. Em jî bi navê Malbatên Şehîdan a Şengalê sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya gelê Kurd re dixwazin û em soz didin tevahî şehîdên ku ji bo azadiya gelan canê xwe dane, em ê jî heya dawiyê bibin şopdarên wan û emê xeyalên wan pêkbînin.”

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê di berdewamiya daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Meclisa Gel a navçeya Sinunê jî nirxand û got “Di heman demê de di15’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrîşên xwe yên hovane birin ser Meclisa Gel a Nehiya Sinunê û di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de zarokê bi navê Selah Nasir Xidir yê 12 salî şehît bû û 7 kesên din birîndar bûn. Ji birîndaran Îbrahîm Derwêş Evdî jî di 23’ê mehê de jiyana xwe ji dest da. Em weke malbatên şehîdan êrîşa dewleta Tirk a li ser meclisa gelê xwe şermezar dikin; her wiha ji malbata Şehîd Selah û Şehîd Îbrahîm Derwêş re jî sersaxiyê dixwazin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Saziya Malbatên Şehîdan biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li nirxên Êzdixanê bi van hevokan rêz kirin: “Weke malbatên şehîdan ku ji fermanê de heya niha ji bo azadiya vê axa pîroz û avakirina Şengaleke Xweser û Demokratîk me bi sedan şehîd dan. Xwedîderketina li keda van şehîdan erk e li ser milê hemû Êzidiyan. Weke civaka Êzidî heya dawî emê destketiyên xwe biparêzin û em ê xeyalên şehîdên xwe yên ji bo avakirina Şengaleke Xweser û Demokratîk pêk bînin."