HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Geverê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Bûn mînakên herî şênber ên fedaîtî û îradebûna Apoyî. Ji hevrêyên xwe re bûn hêz û moral, her wiha bûn perspektîfa têkoşînê."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin:

"19'ê Îlona 2022'an dijmin li gundên Kapotê, Yekmalê û Darê yên Geverê dest bi operasyoneke berfireh kir. Li gel leşkerên dijmin her wiha kontrayên ku xiyanet li gelê me kirine jî tevlî vê operasyonê bûn. Heman rojê hevrêyên me Aso û Evîn ên li qadê bûn bi saetan li dijî hêzên dijmin şer kirin. Di şer de gelek leşkerên dijmin û herî kêm 3 kontra hatin cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Aso û Evîn ên heta nefesa xwe ya dawî şerk irin, bi fedaîtî şehîd bûn. Hevrêyên me Aso û Evîn ku weke milîtanên jin ên Apoyî yên azad cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin, bûn nîşaneya pakbûn û durustiyê. Wkee mînakên herî şênber ên îradebûn û fedaîtiya Apoyî ji hevrêyên xwe re bûn çavkaniya moral û hêzê, her wiha bûn perspektîfa têkoşînê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Aso Dîren Têkoşîn
Nav paşnav: Gulistan Canbey
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Remziye-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Gever

Nasnav: Evîn Rêber Andon
Nav paşnav: Rojda Şik
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ferrah-Hakki
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Gever

ASO DÎREN TÊKOŞÎN

Herêma me ya Garzanê ku hîn di demên destpêkê de têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê lê belav bû, bi girseyî xwedî lê hate derketin, bi dilsoziya bi nirxên Kurdistanî li dijî dagirkeran û dagirkeriyê her tim li ber xwe da. Kevneşoiya têkoşînê bi partiya me PKK'ê re gihîşt asta herî bilind û ewladên leheng ên Garzanê berê xwe dan nava refên têkoşînê.

Hevrêya me Aso ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû, di nava kevneşopiya berxwedanê û nirxên Kurdistanî de mezin bû. Hevrêya me Aso ku di zarokatiyê de kete bin bandora hestên welatparêziyê yên dayika xwe, bi armanc û daxwaza tevlîbûna li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezin bû. Hevrêya me ji stran û dîmenên li ser gerîla têkoşîna me nas kir û piştî ku kekê wê bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû, kete nava pêvajoyeke xurt a lêpirsînê. Ji aliyekî ve rastiya civakî dît ku li gorî vê rastiya ji aliyê sîstemê ve hatiye ferzkirin jin nikare bi tena serê xwe li ser piyan bimîne û wezîfeya xwe ya bingehîn xizmeta ji bo mêr e, li aliyê din jî rastiya gerîlayên jin ên li nava refên têkoşîna azadiyê dît ku dest bi çek ji bo Kurdistaneke azad di nava şert û mercên herî giran de li nava refên têkoşîna azadiyê şer dikin. Her ku lêkolîn kir û hîn bû, Rêber Apo, PKK û Îdeolojiya Azadiya Jinê bêhtir nas kir, weke jineke Kurd a bi rûmet û ciwan têkiliyeke kûr bi têkoşînê re danî. Li hemberî zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger ku bênavber li gelê me dike, hevrêya me hêrsa xwe kêlî bi kêlî mezin kir. Ev kûrbûn û lêgerîna hevrêya me wê jiyaneke nû biafiranda; hevrêtiyên nû, dilsoziyên xurt û hezkirineke bêdawî wê biafiranda. Ji ber ku hestên welatparêziyê, her wiha kîna li dijî dijmin a hevrêya me Aso, ew gihand PKK'ê. Hevrêya me Aso jiyana bi rengê koletiyê ya ku sîstem li jinê ferz dike ti carî qebûl nekir, ji bo şikandina xeleka paşverûtiyê her tim kete nava lêgerînan. Weke jineke xwedî îradeya azadiyê, ji bo şikandina zincîra koletiyê têkoşîna ji bo jinan û bindestan ji xwe re kir armanca bingehîn. Di 24'ê Adara 2012'an de şehadeta 15 hevrêyên me yên jin ên bi fermandariya ji pêşengên me yên li Xîzanê Arjîn Garzan (Leyla Altan) ji bo hevrêya me Aso bû nuqteya dawî. Hevrêya me Aso xwest bibe agirê tolhildanê yê şehîdan û weke şopdara têkoşîna şehîdên me ala wan hildan, li gel astengî û hewldanan jî sala 2012'an li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Xwegihandina gerîlayên azadiyê ji bo wê bû moraleke mezin, kêfxweşî û kelecanê. Li qada garzanê demekê gerîlatî kir û sala 2013'an xatir ji xaka lê ji dayik bû xwest, berê xwe da herêma Metînayê. Di nava PKK'ê de her dawî dibe destpêkek. Vê xatirxwestinê wê ji bo wê derfetên hevrêtiyên nû û têkoşîna li cografyayên cuda yên Kurdistanê bi xwe re bianiya. Hevrêya me bi perwerdeya gerîlatiyê xwe zû bi pêş ve bir, bi hevrêtiyên li Metînayê îrade, hêz û hezkirina jinê ya azad nas kir. Bi vê pêvajoyê re nakokiyên xwe yek bi yek ji holê rakir, di felsefeya Rêber Apo de bersiva hemû pirsan dît. Di sala 2014'an de ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me zêde bûn, derbasî qada şerê giran bû û cihê xwe li eniya herî pêş girt. Di vî şerî de rastiya xwe, rastiya rêxistinê di heman demê de rastiya dijmin ji nêz ve dît.

Hevrêya me Aso li qada Qaşurayê di pêvajoya pratîkê de ji hevrêtî û sekna Şehîd Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) hêzeke mezin wergirt. Hevrêyên me Şehîd Têkoşîn û Aso ku ji çalakiya fedaî ya fedaiyên me yên nemir hevrêyên me Andok û Êrîş gelekî bi bandor bûn, ji bo çalakiyeke bi heman rengî soz dan hev. Ji ber ku weke milîtanên Rêbertî, hevrêtiya heqîqetê vê sozê ferz dike. Hevrêyên me ku ji ber şert û mercên têkoşînê neçar man ji hev qut bibin, timî dilsozên soza xwe bûn. Hevrêya me Şehîd Têkoşîn Amed di 10'ê Îlona 2017'an de li navçeya Licê ya Amedê li hemberî qereqola Angol (Dûrû) çalakiya fedaî kir û tevlî nava nemiran bû. Hevrêya me Aso jî ev armanc danî ber xwe û ji bo bicihanîna wê timî kete nava lêgerînan. Hevrêya me Aso tevlî nava Hêzên Taybet bû, berê xwe da armanca xwe, her kêliya jiyana xwe bi dilsoziya bi xeta şehîdan re derbas kir û bi rengekî fedaî tevlî nava jiyanê bû. Timî xwe bi pêş ve bir, di taktîkên gerîla de bû pispor û bû fermandar û milîtaneke şareza ya YJA Starê. Hevrêya me ku li ser xeta azadiyê ya jinê kûr bû, di xeta milîtaniyê ya felsefeya Rêber Apo de bêteredût meşiya. Hevrêya me Aso di têkiliyên xwe yên xurt ên hevrêtiyê de hem ji hevrêyên xwe hîn bû, hem jî tiştên zanîbû bi hevrêyên xwe yên ciwan ra parve kir. Bi kedkarî û tevlîbûna xwe ya bêfikar a li nava jiyanê, di nava hevrêyan hemûyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di nava pratîkeke serketî de her tim xwe perwerde dikir, hesreta bi Rêberê me, soza ku da hevala Têkoşîn û hezkirina ji jiyana PKK'ê; kir ku bi berpirsyariyek mezin nêzî jiyanê bibe. Weke fermandareke bijarte ya YJA Starê bi fedakarî û fedaîtiya xwe bû fermandareke mînak ji hevrêyên xwe re.

Hevrêya me Aso li ser bingeha serxistina her wezîfeya partiyê, berê xwe da Zagrosan ku yek ji qadên herî dijwar ên têkoşîna me ye. Di demeke kurt de bû xwedî karekî bi bandor. Li qada Geverê gelek çalakî bi rêxistin kir ku derbê giran li dijmin hatin xistin û tevlî van çalakiyan bû. Heta kêliya şehadetê bi fedaîtî şer kir û mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anî.

EVÎN RÊBER ANDOK

Hevrêya me Evîn li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna ferdên ji derdorê li nava refên gerîla, her wiha ji ber ku li cihekî mîna Amedê ku xwedî sekneke bi rûmet a li dijî dijmin e mezin bû, hevrêya me Evîn hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir. Ji ber vê yekê hîn di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me kir. Hem bandora şerê lehengî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser civaka me, hem jî zext û komkujiyên ku dijmin dike, bûn sedem ku hevrêya me Evîn di demeke kurt de bigihêje asteke bilind a hişmendiyê. Hevrêya me Evîn li sedema şerê giran û berdêlên tên dayin pirsî, fêhm kir ku li Kuristanê jiyaneke bi mirovî bêyî têkoşîn û berdêlan nabe. Ji ber ku dît, dijmin ji bilî jiyaneke bêrûmet, qirkirinê rêyeke din ji gelê me re nahêle. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê me ya bi salan, şerê azadiyê yê gerîla ku bi fedakariyeke mezin di nava şert û mercên herî giran de dimeşîne û sekna bêtawîz a li dijî dijmin, hem bandor li hevrêya me Evîn kir hem jî bû sedem ku bikeve nava lêpirsînê. Di encamê de weke ferdeke ji gelê me xwe berpirsyar dît, gihîşt wê baweriyê ku ji bo azadiya gelê me divê ew jî têbikoşe. Li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûr kir û bi bandora şehadetan di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Evîn di nirxandinên xwe de diyar kir ku li gel asta têgihiştinê bi esasî bi kûrahiya hestan ew tevlî nava têkoşînê bûye. Li pêşberî têkoşîna gelê me û gerîlayên azadiyê yên di nava şert û mercên herî giran de bi lehengî dimeşînin, bû xwedî hestên herî esîl û ev hestên xwe gihand asta têgihiştinê, bi vî rengî jî gaveke dîrokî avêt. Jiyana gerîla û çiyê, ku bi kelecan û coşeke mezin tevlî bû, ji bo xwe weke vegera li cewhera mirovahiyê, xwezayê û bi xwe, pênase kir. Hevrêya me Evîn ji bo hêjayî jiyana PKK'ê bibe ku bi ked û berdêlên giran hate afirandin, bi rengekî bêhempa hewl da. Beriya her tiştî fêhm kir ku sîstema kapîtalîst a berê di nav de bû li cewhera mirovahiyê nayê, li dijî rastiya mirovahiyê ey û bi redkirina vê jiyanê dest bi jiyana nû kir. Ji ber vê yekê bi sadebûna xwe tevlî nava jiyana PKK'ê bû, bandora sîstema serweriya mêr û kapîtalîst a li ser xwe tespît kir û ji ser xwe avêt. Em bi xwe kete nava kûrbûneke mezin, hem jî xwe li nirxandin û rexneyên hevalan negirt, bi vî rengî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Her kêliya xwe bi kûrbûnê, nîqaşkirinê û parvekirina encaman bi hevrêyên xwe re derbas kir. Bersiva her nakokiyê jî di felsefeya Rêbertî de dît. Ji ber vê jî baweriya xwe bi wê anî ku divê hîn bêhtir li ser felsefeya Rêbertî xwe kûr bike û kete nava hewldanên mezin. Hevrêya me Evîn her ku felsefeya Rêberê me xwest ku rê û rêbaza jiyanê radixe pêş çavan, hîn bêhtir pê bandor bû. Bi taybetî hewl da ku nêzîkatiya Rêbertî ya ku pirsgirêka azadiya jinê dike bingeha pirsgirêkên civakî hemûyan, bi kûrahî fêhm bike. Her ku fêhm kir weke milîtaneke PKK-PAJK'ê bêhtir bi erk û berpirsyariya xwe hesiya û gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Her wiha têgihişt ku weke gerîlayeke YJA Starê divê bersivê bide pêvajoya şerê giran. Li ser vê bingehê tevî kûrbûna xwe ya îdeolojîk, ji bo di mijara leşkerî de ji aliyê taktîkên gerîla yên dema nû bibe pispor giranî da ser perwerdeyên leşkerî. Di taktîka sabotajê de ku yek ji taktîkên herî girîng ên şer ên dema nû ye, xwe perwerde kir û ji bo serketinên mezin derbasî qada pratîkê bû. Ji bo perwerdeya wergirtî bixe meriyetê her tim plansaziya çalakiyan kir û bi vî rengî hewl da bibe bersiv ji pêvajoya şer re. Demeke dirêj li herêmên Garê û Xakurkê gerîlatî kir, ji aliyê gerîlatî û şer ve bû xwedî tecrûbeyê. Di vê pêvajoyê de bi taybetî li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyan bû û kir ku derbên giran li dijmin bê xistin.

Hevrêya me Evîn weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng diyar kir ku ji hemû wezîfeyên şoreşê re amade ye û mîna gelek hevrêyên xwe ragihand ku gerîlaiya li Bakurê Kurdistanê daxwaza wê ya herî mezin e, ji bo pêkanîna vê jî gelekî ked da. Piştî ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe xurt kir derbasî herêma Geverê bû û firsend dît ku li dijî dijmin têkoşîneke xurt bimeşîne. Li hemberî êrîşên dijminê mêtinger ku bi hemû derfetên xwe hewl dide gelê me qir bike, mîna hemû hevrêyên xwe yên bi îrade û baweriya ji felsefeya Apoyî werdigire hevrêya me Evîn jî bi dil û can têkoşiya û hewl da hêjayî keda hatiye dayin bibe. Li ser vê bingehê cihê xwe di nava gelek çalakiyên li Geverê de girt û bi van çalakiyan tola salan hilanî. Di demekê de ku êrîşên dijmin her roj girantir dibe, weke milîtaneke Apoyî baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê hîn bêhtir têbikoşe û ji her demê bêhtir tevlî nava kar bû.

Hevrêya me Evîn li ser vê bingehê 19'ê Îlona 2022'an di şerê dijî dijmin de bi îradeyeke mezin li hemberî bi sedan leşkerên dijmin û kontrayan berxwedaneke destanî kir û şehîd bû. Di pêvajoyeke welê de ku qirkirin li ser gelê me tê ferzkirin û ji bo vê jî her roj bi tonan teqemenî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê bikaranîn, hevrêya me Evîn ji kûrahî ve hevrêyên xwe hîs kir û xwest bibe bersiv ji têkoşîna wan re. Hevrêya me Evîn bi sekneke li gorî ruhê pêvajoyê şer kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

Hevrêyên me Aso û Evîn bi sekna xwe ya fedaî û erk û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anîn. Hêjabûna li Rêberê me û hevrêyên xwe yên şehîd ji xwe re kirin armanca bingehîn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Aso û Evîn bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."