HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, 2 mobese hate îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Mêrdînê heta Bestayê, ji Bestayê heta Zap û Metînayê ji bo parastina Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Hêzên me di şertên herî giran de, bi derfetên biçûk û bi îradeyeke mezin vê berxwedana dîrokî dikin. Şerê me li ser ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî û gerîlatiya serdema nû pêş dikeve, derbê li dijmin dixe û hesabê dagirkeriyê dipirse. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji aliyekî ve sûcê şer bi artêşa Tirk dide kirin  û dixwaze li hemberî gerîla encamekê bistîne, ji aliyê din ve jî bi rêya medyaya şerê taybet dixwaze serkeftinên sixte ava bike. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berdêlên mezin heqîqetan ava bike û li hemberî vê heqîqetê hemû hesap û derewên hikuma şerê taybet pûç dibe.

Di çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 8 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran li Qadên Berxwedanê dane.

Çalakî û êrîşên hatine kirine wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn û Şehîd Şervan Êrkendî de;

Di 4’ê Îlonê de li qada Omerya ya Mêrdînê du hevalên me dema li ser peywira xwe bûn, rastî hêzên dijmin hatine. Hevalên me bi bombeyên destan û çekan ji nêz ve bi xurtî li dijmin dane û ji selametî ji qada şer derketine. Dijmin di 5’ê Îlonê de li qada Omerya operasyonek daye destpêkirin û saet di 12.50’an de di navbera hêzên me û dijmin de şer çêbûye. Ev şer heta 7’ê Îlonê destê sibehê domiyaye. Hevalên me du şev û du rojan bi qehremanî şer kirine. Dijmin ji ber ku nekariye bi her du hevalên me, 6 caran bi balefirên şer û 2 caran jî bi helîkopterênên êrîşê qad bomberdûman kirine. Ligel van bomberdûmanan jî dijmin nekariye encamekê bi dest bixe, kepçeyên zirxî anîne û xwestine biçin ser çeperên hevalên me. Li vir hevalên me li vê kepçeyê jî dane. Hevalên me Xebat  û Zana du roj û du şevan bênavber heta fîşeka xwe ya dawîn, li dijî hêza dijmin û teknîka dijmin şer kirine û ji bo ku nekevin destê dijmin bi fedaî şehîd bûne. Di van şeran de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 jê bi giranî 7 dagirker jî birîndar bûne.

Hevalên me Zana û Xebat ên ku bi rastî jî qehreman bûne, li Bakurê Kurdistanê di şertên herî giran de gerîlatî kirine, xof xistine dilê dijmin. Ev hevalên me milîtaniya PKK’ê ya ku nayê teslîmsendin û ruhê wê yê fedaî temsîl dikin, derfetên kêm ên di destê xwe de heta dawî li hemberî dijmin bi kar anîne û bi helwesteke wêrek şehîd bûne. Heta ku fermandarên me yên wisa wêrek, bi biryar, xwedî îrade û qehreman hebe, wê têkoşîna me ya azadiyê gav bi gav ber bi serfiraziyê ve biçe û teqez bi ser bikeve.

Malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa şehîdan bin û em ê armancên wan bi ser bixînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Xebat Kop

  Nav û paşnav: Yûnûs Kardagi

  Cihê dayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Suphiye - Mesna

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Mêrdîn

 

  Nasnav: Zana Rojda

  Nav û paşnav: Ramazan Guçlu

  Cihê dayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Saniye - Mûrat

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Mêrdîn

XEBAT KOP

Hevrêyê me Xebat li navçeya Kopê ya Mûşê di malbateke xwedî hestên welatparêziyê de hatiye dinê. Di malbateke welatparêz de ku bi keda xwe debara xwe dike, bi çandeke civakî ya xurt mezin bûye. 10 salan li dibistanên fermî yên Tirkiyeyê xwend. Hevrê Xebat ku eleqe nîşanî têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd da, piştî demekê dest bi tevlîbûna serhildanan kir. Di serhildanan de hem karakterê berxwedêr yê gelê Kurd nas kir, hem jî bû şahidê wêrekiya wê ya birûmet û hem jî bû şahidê zilm û zordariya dewleta Tirk a mêtinger, qirker a li ser gelê Kurd pêk tîne. Di van serhildanan de rastiya gelê xwe û rastiya dijmin derxiste zanabûnê. Ji ber ku zilma dijmin dît, kîn û hêrsa wî zêde bû û bi beşdarbûna di nava xebatên ciwanên şoreşger de biryara têkoşînê da. Dema di nava çalakiya ciwanan de bû ji aliyê dijmin ve hate destgîrkirin û rastî êşkenceyê hat. Lê belê, van pêkanînên dijmin ew hîn bêhtir bibiryar kir.

Hevrêyê me Xebat ku ji ber dewleta Tirk derfetên ji bo ku ciwanên Kurd bi nasnameya xwe azad bijîn û ji bo azadiyê têbikoşin nehişt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li eyaleta Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîla dît û dest bi pratîkê kir. Li ser esasê projeya ji nû ve avakirinê ya HPG'ê bi tevlîbûna pêvajoya perwerdeyê ya li dibistana operasyonê xwe perwerde kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrêyê me Xebat weke yek ji milîtanên leheng ên Apoyî erka xwe ya dîrokî bi cih anî û li dijî çeteyan şer kir. Dema ku dewleta Tirk a dagirker, qirker li ser esasê Plana Çongdanînê bi awayekî hovane êrîşî gelê me yê Bakurê Kurdistanê kir, hevrêyê me Xebat derbasî Bakurê Kurdistanê û tevlî têkoşînê bû. Dema ku artêşa Tirk bi tank, top û balafiran êrîşî bajarên Kurdistanê kir, hevrêyê me Xebat derbasî Nisêbînê bû û tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê bû. Di vê pêvajoya berxwedanê de birîndar bû, bêyî ku derfeta dermankirina birînên xwe hebe bi vîn û cesareteke mezin li ber xwe da. Li vir beşdarî berxwedana destanî ya ku di bin fermandariya fermandarê me yê nemir hevrê Xebatkar Baran de pêş ket bû û bû yek ji lehengên mezin ên vê pêvajoyê ku polîs, leşker û çeteyên dewleta Tirk bi gelek sendroman re rû bi rû kir.

Tevî ku dewleta Tirk ji her alî ve Nisêbînê dorpêç kiribû jî, lê hevrêyê me Xebat tevî hevalên xwe yên birîndar karî bi awayekî serketî ji wê derê derkeve û xwe bigihîne Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji ber ku dît ku ji bo li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi awayekî profesyoneltir têbikoşe pêwîst e zêdetir pispor bibe, tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Ji bo bîranîna yek ji fermandarên me yê mezin Soro (Salih Kaplan) ê ku di HPG'ê de bi afirîneriyek mezin ji pêkanîna taktîka sabotajê re pêşengî kir û di dema fermandariya eyaleta Mêrdînê dikir de şehîd bûbû, xwe di taktîkên sabotajê kiribû pispor. Hevrêyê me Xebat li gel gerîlatiya xwe ya profesyonel bi ezmûnên xwe yên xurt bû fermandar û di asta fermandariya tîm û yekîneyê de erk girt. Nêzî sê salan di akademiya pisportiyê ya leşkerî de erk girt û hevalên xwe perwerde kir.

Hevrêyê me Xebat ku fermandarekî mînak û milîtanekî pir cewherî bû, bi kesayeta xwe ya dilnizm, dilpak, bi moral, bi disîplîn, bi biryar û xwedî îrade karîbû di dilê hemû hevrêyên xwe de cihekî ava bike. Her tim ji bo tolhildana şehîdan û azadiya gelê xwe têdikoşiya û li her dera zehmetiyek lê hebaya ji bo çûna xwe ya wê derê xwe pêşniyar dikir. Bi van hestan dîsa berê xwe da eyaleta Mêrdînê û erk da ser milê xwe. Wek xortekî Kurd ê sivîl ku lingê xwe danîbû ser axa Mêrdînê, vê carê jî wek fermandarekî Apoyî yê pir xwedî tecrûbe vegeriya Merdînê. Di şerê gerîla yê Bakurê Kurdistanê de ku bi derfetên gelekî kêm û di bin şert û mercên dijwar de dihat meşandin, pratîkeke mînak nîşan da. Bi ser ket û hemû êrîşên dijmin têk bir û li Merdînê nûnertiya gerîlayên azadiya Kurdistanê kir. Hevrêyê me Xebat ku fermandarekî pêşeng û milîtanekî Apoyî yê gelekî leheng e, di şerê bi rojan dom kir de gelek dijmin ceza kir û ji bo ku bi saxî nekeve dest, bi awayekî fedayî ber bi şehadetê ve diçe.

ZANA ROJDA

Hevrêyê me Zana li Silopiyayê di malbateke bi eslê xwe ji Cizîra Botane û ji eşîra Harûnî de hatiye dinê. Hevrêyê me Zana li quntara Çiyayê Cûdî, li xaçerêya Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê ku bûye çar parçe, mezin bûye. Hevrêyê me Zana ji ber li ser erdnîgariyeke wiha de mezin bûye, ji rastiya dijmin haydar bû, her roj êşa dagirkeriya li ser welatê me dîtiye û ji bo azadiyê xeyalan çêkiriye. Ji ber ku di malbat û derdoreke welatparêz de mezin bû û nasên wî tevlî nava refên tevgera azadiyê bûne, bû sedema geşbûna lêgerînên hevrêyê me Zana. Weke her ciwanê Kurd, wî jî di wê baweriyê de bû ku divê tiştekî bike ku gelê xwe ji rewşa bindestiyê derxe û bi azadî bijîn. Hebûna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya li çiyayê Cûdî, şerê destanî û bayê azadiyê ku ji Cûdî heta deşta Silopiyayê diherike, di dilê hevrêyê me Zana de cih girtiye.

Li ser vê bingehê weke welatparêzekî birûmet tevlî serhildanan bû, li hemberî êrîşên dijmin bê bersiv nemaye û bûye endamê milîsên gerîlayên azadiya Kurdistanê. Bi cesareteke mezin her cure alîkarî da û gelek ked da. Her ku gerîla didît, dixwest di nava wan de cih bigire, bibe parçeyek ji jiyana azad û bibe hevrêyên hevalên xwe. Bi van hestan di meha Tebaxê de û di pêvajoya Cejna Vejînê de berê xwe daye çiyayên Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber hevrêyê me Zana gerîlatiya xwe ya yekem li xaka Botanê dest pê kir, di dilê wî de bû sedema moral û coşek mezin çêbibe. Li Bestayê perwerdehiya xwe ya şervantiya nû dît û bi zîrekiya xwe ya lez û bez û adaptebûna xwe ya bilind, yekser derbasî pratîkê bû. Di tabûra bi tevger a Botanê de cihê xwe girt û ezmûnek mezin bi dest xist.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi pêşengiya dewleta Tirk êrîşî Kobanê kirin û xwestin gelê me li wir qetil bikin, Kobanê berxwedaneke destanî nîşan da. Hevrêyê me Zana jî wek her kurdekî birûmet tevlî pêvajoya seferberiya Kobanê bû û cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Hevrêyê me Zana ku bi cesaret, îrade û baweriya serkeftinê li ber xwe da, li vir meşeke bê dudilî kir. Tevî ku di pêvajoya berxwedanê de 2 caran birîndar bû jî vê yekê weke astengî nedît û bi vî rengî têkoşîna xwe domand. Dizanîbû her cure zehmetî ku pê re rû bi rû bimîne wê bi vîna bilind a Apoyî derbas bike. Di bin fermandariya Hevrê Gelhat Gabar fermandarê me yê fedaî yê mezin ku li Kobanê şehîd bû, şerkirin ji bo xwe wek şeref û rûmet dîtiye. Hevrêyê me Zana ku yek ji têkoşerên mezin ên rizgarkirina Kobanê ye, piştî ku erka xwe ya dîrokî bi awayekî serkeftî bi dawî kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me Zana ku ji jiyan, sekin, hevrêtî, kesayet û cesareta hevrê Gelhat Gabar gelekî bandor bû, biryar da ku bibe fedaîyekî profesyonel. Li ser vê bingehê tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû, li cihên ku hevrêyê me Gelhat bingeh danî û xebat kir, ew jî perwerde dît û hewl da ku layîqê şehîdan be. Perwerdeya xwe ya şoreşgerî ya profesyonel bi serkeftî qedand, piştî perwerdeyê bi sekna xwe ya xurt hevrêyên xwe jî perwerde kir.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me, ji bo ku gelê me ji pençê qirkirinê rizgar bibe gelek lêhûrbûnên kûr kiriye. Hevrêyê me Zana ku xwe bi gerîlayatiya serketinê ve girêda bû, li ser vê bingehê ber bi Mêrdînê ve meşiya û tevlî pratîkê bû. Weke fermandarekî pêşeng bi ezmûna xwe ya mezin û îdiaya xwe ya xurt, li Bakurê Kurdistanê di nava têkoşîneke dijwar de cihê xwe girt. Bi hevrêtiya xwe, bi cesareta xwe ya bilind û biryardariya xwe pêşengtî kir û hemû astengiyên dijmin derbas kir. Hevrêyê me Zana ku di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derbên giran li dijmin xist, di şerê dawî yê bi dijmin re jî bi qehremanî şer kir. Piştî cezakirina gelek dagirkeran, ji bo sax nekeve destê dijmin bi çalakiya fedaî ber bi şehadetê ve çû.

ÇALAKIYA JI BO TOLHILDANÊ

Artêşa Tirk ji 1’ê Îlonê heta 28’ê Îlonê li herêma Bagokê ya Mêrdînê, li qada di navbera Gundê Hebabê û Girê Şehîd Akîf dar biriye û ji bo dagirkeriyê rê çêkiriye. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe û di 28’ê Îlonê saet di 11.00’an de xwe bera nav hêzên dagirker dane. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve li dagirkeran dane û li vir kontrayek hatiye cezakirin, 2 kontra jî birîndar bûne. Piştre artêşa Tirk li herêmê operasyonek daye destpêkirin û bi helîkopterên êrîşê bombe kiriye û du roj şûnde bêyî ku encamekê bistîne vekişiyaye.

Ev çalakî ji bo hevalên me Xebat û Zana yên di 7’ê Îlonê de li Omeryayê şehîd bûne, hate lidarxistin.

LI BESTAYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li qadên Girê Sêvo û Besta Bilûzerê ya herêma Bestayê ya Botanê dagirker daran dibirin. Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ev dagirker xistine bin kontrola xwe û di 6’ê Cotmehê saet di 07.00’an de bi sabotajê du çalakî kirine. Ev çalakiyên xurt li kamelyayên dagirkeran û çeperan hatine kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 9’ê Cotmehê de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane.

Di 10’ê Cotmehê de 5 caran bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 3 dagirker hatine cezakirin.

Dagirkeran li dora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 pergalên kameraya mobeseyê danîne. Tîmên me yên bi tevger ev pergalên kameraya mobese dîtine û bi taktîka sabotajê feq li ber wê vedane. Dagirker dema ku xwestine pergala mobese kontrol bikin û ber bi çeperên şer ve biçin, bi taktîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Li vir 4 dagirker hatine cezakirin, 2 pergala kameraya ya mobeseyê hatiye îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 10’ê Cotmehê saet di 05.30’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane. Li vir derb li 2 konên leşkerî yên dagirkeran hatine xistin.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 11.00’an de dema ku dagirker ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatine, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane. Piştî çalakiyê dagirker neçar mane, gavekê vekişin.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 11.30’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û derb li çeperekê dane.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 13.20’an de dema ku dagirkeran darên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê birîne, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane.

Di 10’ê Cotmehê saet di 15.30’an de dagirkeran dema ku xwestine çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe bikin, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 10 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 11 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên Qada Berxwedanê ya Saca, çeperên şer ên Şehîd Botan û Şehîd Serxwebûn ên Qada Berxwedanê ya Çemço û çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda, 9 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî;

Di 10’ê Cotmehê de bejahiyên Gundê Şiyê, Gundê Şkeftiyan, Gundê Dirê yên Garê û Girê Zergelê yê Qendîlê 8 caran ji aliyên balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Amediyê dehan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran ve hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de balafirên bêmirov li ser Qadên Berxwedanê yên Saca û Çemço geriyane. Artêşa Tirk a dagirker ev demek e ji herêma Girê Sor a Metîna heta bi Qada Berxwedanê ya Girê FM bi 3 kepçeyan xebatên çêkirina rêyan dimeşîne. Ev karê çêkirina rê li Qada Berxwedanê ya Girê FM gihîştiye girekî.

Di 10’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl da ku tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

JI ÇAPEMENIYA ŞERÊ TAYBET DÎSA NÛÇEYÊN DEREWÎN

Dîsa ji aliyê MÎT'ê ve senaryoyek bi temamî derew hat afirandin û ji aliyê çapemeniya şerê taybet a rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ve hat pêşkêşkirin. Kesê bi navê Çekdar Kaya ku di nûçeyên çapemeniya şerê taybet de cih girtiye, ti têkiliya wî bi hêzên me re nîne. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, ew kesek e ku berê ji nava refên me reviyaye. Nûçeyên ku ji aliyê çapemeniya şerê taybet ve tên belavkirin derew e.”