KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê roja 233’emîn a Nobeta Edaletê
Malbatên girtiyan ên 233 roj in li Amedê Nobeta Edaletê digirin, banga têkoşîna hevpar li hemû malbatên girtiyan kirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Olmez li Cizîrê hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Adnan Olmez ê ku par di meha Mijdarê de di şer de şehîd bûbû, piştî heşt mehan cenazeyê wî dan malbatê. Olmez li Cizîrê hate veşartin. -
Şêniyên Mexmûrê Şehîd Helmet bibîr anîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hat bîranîn. -
Li Geverê cînayeta kar
Li Geverê xebatkarê VEDAŞ’ê Îhsan Dîrî ji dîrekê elektrîkê ket û jiyana xwe ji dest da. -
Karasû: Eger ne ji xiyanetê be, nikare gavekê jî biavêje
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku gerîla hêza gelê Kurd nîşan daye û got, "Eşkere bû ku eger xiyanet û nokerî nebe, eger Kurd bibin yek, dewleta Tirk nikare gavekê jî biavêje." -
Li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya Iraqê hate şermezarkirin
Şêniyên Mexmûrê bi meşek girseyî bertek nîşanî êrîşan hewayî yên li ser Mexmûrê dan û gotin: “Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk diçe û ji bo vê yekê jî êrîşî sivîlan dike.“ -
Li Mexmûrê liv û tevgera hewayî berdewam dike
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê liv û tevgera hewayî ya balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. -
Rêxistinên Civaka Sivîl: Divê lêpirsînek bêalî û çalak bê kirin
Rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku daxuyaniya Walîtiya Wanê ya der barê guleberankirina wesayîta penaberan de dûrî rastiyê ye û gotin: “Divê lêpirsîneke bêalî û çalak bê kirin.“ -
YNK’ê kongreya HDP‘ê pîroz kir
Rêvebiriya Polîtburo ya YNK’ê, 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê pîroz kir. -
Xizmên Windakiriyan banga tevlêbûna çalakiya hefteya 700’emîn kir
Xizmên Windayan ragihand ku ew ê çalakiya xwe ya hefteya 700’emîn li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan Amedê li dar bixin û banga tevlêbûna çalakiyê li her kesî kir. -
HPG: 32 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin, wesayîtek hate îmhakirin
Gerîla derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên gerîlayan de 32 dagirker hatin cezakirin, dronek û wesayîtek hatin îmhakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin. -
Piştî êrîşê heyeteke Iraqê çûn Mexmûrê
Piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û li cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hat, lêkolîn kir. -
'Bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ê civakeke zane û exlaqî biafirînin'
Rewşenbîr û hiqûqnasên Efrîn û Şehbayê li ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û diyar kirin ku dîlgirtina Ocalan dîlgirtina aştiyê ye. -
Li Êlihê hejmara kesên hatin destgîrkirin zêde bû
Li Êlihê hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin gihîşt 4 kesan. -
Dewleta Tirk bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bi balafieke bêmirov a biçek bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand. -
Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 232’an de ye
Xizmên girtiyên nexweş di roja 232’an a Nobeda Edaletê de li hev civiyan û azadiya girtiyan xwestin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya, ku li Çiyayê Katoyê di şer de şehîd bû, li Êlihê hate veşartin. -
CPT: Zarokên li Bamernê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
CPT’ê ragihand ku piştî lêkolîna li Bamernê û şahidên bûyerê êrîşa ku 26’ê Gulanê li Bamernê pêk hat û 2 zarok hatin qetilkirin, ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye. -
Girê Marya li dagirkeran veguherî Girê Cehennemê
Girê ku gelê Asûrî jê re 'Marya' dibêje, li navenda Zapê mîna kelehekê ye. Ev gir li leşkerên Tirk bûye Girê Cehennemê. -
'Dewleta Tirk li her devera ku dagir dike, daran dibire'
Wekîlê YNK'ê Zîkri Zêbarî got, dewleta Tirk li her devera ku dagir dike daran dibire, baregehên eleşkerî çêdike û destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk divê her kes helwesteke cidî nîşan bide. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî qada Girê Amediyê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya dikeve rojavayê Zapê bomberdûman dike û dixwaze leşkeran ji hewayî ve dane xwarê. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Geverê çalakî li dar xistin
Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Colemêrgê rêze çalakî li dar xistin. -
Gerîla li Werxelê li dagirkeran da: 7 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya gerîlayan a li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Li Cizîrê di şermezarkirina DEDAŞ'ê de 20 kes hatin destgîrkirin
Leşkeran êrîşî gundiyên ku li gundê Newala Îsaaxa û Zûran ên girêdayî gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, neqlkirina saetên elektrîkê li stûnan protesto kirin, kirin û bi bikaranîna şîdetê ve 20 kes destgîr kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatin
Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di şeş mehên destpêkê yên salê de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatine.