Di greva li Îran û Rojhilat de 40 şofêr hatin binçavkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di greva şofêran de herî kêm 40 kes binçavkirin e.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di greva şofêran de herî kêm 40 kes binçavkirin e.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku hêzên dewleta Îranê di nava 16 rojên greva giştî ya şofêrên barhilgir ên Rojhilatê Kurdistanê Îranê de, 40 kesan bêyî fermana dadwer binçavkirine.
Hate diyarkirin ku şofêrên barhilgiran ji bo protestokirina kêmkirina kotaya mazotê, zêdebûna lêçûnên sîgorteyê, nirxê kêm yê barhilgiran, zêdebûna lêçûnên lênêrîna wesayîtan û nebûna ewlehiya têrker xwepêşandan destpê kirin.
Rêxistinê da zanîn ku şofêr heta ku daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Pezeşkiyan ve neyên bicîhanîn, greva xwe dê bidomînin, lê hikûmetê bersiva daxwazên wan nedaye.
Hêjayî gotinêye ku çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê û deverên din ên Îranê bang li welatiyan û hemû beşên din ên civakê dikin ku piştgiriyê bidin daxwazên şofêrên grevê. Beriya niha jî hatibû ragihandin ku 11 şofêrên Kurd hatine girtin.