Sefîrê Bilind ê Fransayê serdana Şengalê kir
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier serdana Şengalê kir û karên çêkirina nexweşxaneyekê lêkolîn kir.
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier serdana Şengalê kir û karên çêkirina nexweşxaneyekê lêkolîn kir.
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier karên çêkirina nexweşxaneyeke li Şengalê lêkolîn kir, ku ji aliyê hikumeta Fransayê ve tê fînansekirin.
Chevalier di dema serdanê de got, "Berî sê mehan me serdana vî cihî kir. Em niha guhertin lez û berçav di pêşkeftina kar de dibînin. Spasiya kompanya ku nexweşxaneyê çêdike û hemû rêxistin û berpirsên hundirên Şengalê dikim ku ji bo avakirina nexweşxaneyê dibin alîkar."