Sewsen Heyder piştî 8 salên dîlgirtî vegeriya Şengalê

Sewsen Heyder ku beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li Şengalê hate revandin û di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê hate rizgarkirin, vegeriya Şengalê.

Sewsen Heyder (24) di dema êrîşa li ser Şengalê de ya 3'yê Tebaxa 2014'an de tevî 9 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû revandin. Piştî 8 salan ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li kampa Holê hat rizgarkirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî radestî malbata wê kir.

Sewsen Heyder spasiya QSD/YPJ'ê kir ku ew di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de rizgar kir, her wiha ji ber vegera xwe li malbata xwe, kêfxweşiya xwe nîşan da.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Ilyas jî ji Rojnewsê re got: "Em bi vegera revandiyan kêfxweş in. Em rola YPJ'ê di rizgarkirina jinên Êzidî de pîroz dikin. Em spasiya QSD, YPJ'ê û Mala Êzidiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin."

Hefteya bihurî, YPJ'ê bi serkêşiya berdevka xwe Rûken Mihemed ciwana Êzidî Sewsen Heyder radestî YBŞ'ê kiribû da ku li malbata wê vegerînin.