Fermandariya YJA Starê Şîlan Goyî li Mexmûrê hate bîranîn

Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî li Mexmûrê bi merasîmekê hate bîranîn.

Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî (Teybet Bîlen) ku 8'ê Cotmeha 2021'ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê bi beşdariya malbatê û şêniyên kampê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir. Piştre jî Pakistan Bîlen axivî û got, "Her şehîdek destanek, nirxek û dîrokeke lehengiyê ye. Hevala Şîlan jî yek ji van lehengan e ku navê xwe li dîrokê nivîsî ye. Em çiqasî qalê bikin jî em ê nikaribin têkoşîna hevala Şîlan bi têrkerî bînin ser ziman. Em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdên xwe bin."

Xwişka Şîlan Goyî Evîn Bîlen jî got, "Di şexsê Şîlan de şehîdên azadiyê hemûyan bi bîr tînim û destnîşan dikim ku şehîd nirxeke ku rêya me ronî dike."

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna 23 salan a Fermandara YJA Starê Şehîd Şîlan Goyî hate nîşandan.