Îran ji ber nukleerê Ewropayê hişyar kir
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî beriya civînê hişyarî da welatên Ewropayê ku wê di hefteya pêş de ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ve bê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî beriya civînê hişyarî da welatên Ewropayê ku wê di hefteya pêş de ji aliyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ve bê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, da xuyakirin ku eger Brîtanya, Fransa û Elmanya (E3) destekê bidin biryara mehkûmiyeta gengaz a li dijî Îranê li IAEA’yê, ev yek wê bibe 'şaşîtiyeke stratejîk'.
Arakçî, destnîşan kir ku ger mafên Îranê bên binpêkirin, Îran wê bersivek tund bide.
DYE’yê û welatên E3 li ser bingeha rapora dawî ya IAEA’yê pêşnûmebiryarek li dijî Îranê amade kirin. Tê payîn ku roja Çarşemê li Viyanayê dengdan li ser pêşnûmeyê hatî amadekirin pêk bê.
Di raportê de tê xwestin ku şefafiyeta di derbarê çalakiyên nuklerî yên Îranê de zêdetir bibe.
Îran, raporê siyasî dibîne û îdîa dike ku bernameya wê ya nukleerî bi temamî ji bo armancên aştiyane ne.
Welatên rojava û Îsraîl Îranê bi hilberandina çekên nukleerî sûcdar dike, lê Tehran vê îdîayê red dike.