Şêniyên Kerkûkê: Em ê bi hêza gelê şoreşger Rêber Apo azad bikin

Xelkên bajarê Kerkûkê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û gotin; “Armanca komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ev bû ku derbê li pêvajoya demokrasiyê ya li tevahiya Rojhilata Navîn were xistin.”

Şêniyên bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîxwaziya Kurd de, komplo şermezar kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

BI KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ RE XWESTIN DERBÊ LI ROJHILATA NAVÎN BIXÎNIN

Welatiyê bi navê Aso Ebdulhemîd têkildarê komploya 9’ê Cotmehê nêrînên xwe wiha anî ziman; “Di komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê de dema ku bi awayekî ne yasayî Rêber Apo hat revandin, armanc ne ev bû ku bi tenê derbê li gelê Kurd bixin. Di heman demê de armanca wê ev bû ku derbê li pêvajoya demokrasiya Rojhilata Navîn jî bixînin. Ji bo ku pêvajoya demokratîkkirina Rojhilata Navîn asteng bikin, her wiha dewletên hegemon û yên herêmî jî xwestin doza Kurd ya bi Rêber Apo û rêbazê wî hat rojevê, tune bikin.”

HEWL DAN KURD XWEDÎ PÊŞENGÊ XWE DERNEKEVIN

Ebdulhemîd her wiha anî ziman ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê bi tevlêbûna bi dehan dewlet û bi serkêşiya dewletên weke Brîtanya, Emerîka û Tirk pêk hat û got; “Armanca ji vê komployê ew bû ku hewl dan gelê Kurd tune bikin û tu pêşengekî wê nebe ku xwedî lê derbikeve. Ji ber ku çareserbûna pirsgirêka Kurd ne di berjewendiya welatên hegemon de ye, lewma di Peymana Lozanê de Kurdistan kirin çar perçe da ku çarenûsa gelê Kurd û şoreşên wê di destê welatên hegemon de be û gelê Kurd tenê bindest be.”

DIXWAZIN RÊBER APO JI GELÊ KURD QUT BIKIN

Aso Ebdulhemîd di dewamê de îşaret bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû; “DewlEtên hegemon û yên herêmî di berjewendiya wan de nîne ku neteweyek bibe xwedî îdeolojî, belku dixwazin çarenûsa her gelekê bi biryara wan bi xwe be. Tecrîda li ser Rêber Apo di vê çarçoveyê de ye ku naxwazin haya wî ji dinyaya derve hebe da ku ti biryarekê di berjewendiya gelê xwe de nede; di heman demê de dixwazin bi temamî Rêber Apo ji gelê Kurd qut bikin.”

AZADIYA RÊBER APO DOZA KURD DIGIHÎNE QONAXEKE NÛ

Di dawiyê de Aso Ebdulhemîd daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got; “Azadiya Serok Apo ji bo me Kurdan pir girîng e. Di girtîgehê de ragirtina Rêber Apo, bê edaletiyeke mezin li hemberî mirovatiyê ye. Azadkirina Rêber Apo çareseriya doza Kurd digihîne qonaxeke nû. Ji ber ku bi azadiya Rêber Apo destê gelê Kurd di pêşketina şoreşa xwe û diyarkirina çarenûsa xwe de zêdetir vedibe.”

HÊZÊN HEGEMON TEVGERA AZADÎXWAZIYÊ QEBÛL NAKIN

Welatiyeke din ê Kerkûkî Azad Tofîq têkildarê komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê diyar kir, “Dewletên hegemon û yên herêmê hizr û felsefeya Rêber Apo ji bo berjewendiya xwe metirsî dibînin. Ji ber ku ti tevgereke azadîxwaziyê qebûl nakin û dixwazin hemû partî û hêz ji bo berjewendiya wan bixebitin û hemû gel di bin hegemonyaya wan de bimînin.”

ARMANCA DIJMINAN PÊK NEHAT

Azad di dewama nêrînên xwe de bal kişande ser hewldanên dijminan ên ji bo tunekirina tevgera azadîxwaziya Kurd û got; “Armanc ji destgîrkirina Rêber Apo bi komploya 9’ê Cotmehê, tunekirina tevgera azadîxwaziyê ango PKK bû, lê armanca dijminên gelê Kurd pêk nehat û tevgera azadîxwaziyê PKK roj bi roj zêdetir pêş ket û li herêmê berfirehtir bû.”

BI RÊYA PEYMANA LOZANÊ RE HEWL DAN KU KURD PARÇEBÛYÎ BIMÎNE

Azad Tofîq derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha nêrînên xwe anî ziman; “Niha herêm ji guhertineke mezin re derbas dibe û Tirkiye naxwaze gelê Kurd li herêmê bi hêz be, lewma bi rêya tecrîdê hewl dide Rêber Apo ji gel qut bibe û gelê Kurd timî parçebûyî bimîne.”

EM Ê BI HÊZA GEL A ŞOREŞGER RÊBER APO AZAD BIKIN

Azad di dawiyê de wiha daxwazên xwe anî ziman; “Em welatiyên Kerkûkê daxwaz dikin ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û Rêber Apo azad bê berdan. Azadiya Rêber Apo kilîla çareseriyê ya doza bi giştî gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd e. Piştî nêzî 24 sal ji destgîrkirina Rêber Apo, plana dagirkeran bi ser neketiye. Em ê bi hêza gel ê şoreşgerî rêberê xwe Rêber Apo azad bikin.”

KOMPLOYA NAVNETEWÎ DERVEYÎ YASA Û PÎVANÊN NAVNETEWÎ HAT KIRIN

Fexriye Hesen jî ku welatiyeke jin ê ji Kerkûkê ye bal kişande ser derqanûnî bûna komploya 9’ê Cotmehê û destnîşan kir; “Nêzî 24 sal beriya niha zêdetirî 30 welatan bi komployeke navnetewî li dijî gelê Kurd û Rêberê wê, bi rengekî derveyî yasa û pîvanên navnetewî biryara destgîrkirina Rêber Apo dan û bi komployekê ve Rêber Apo revandin. Dijminan xwestin bo derbê li Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurd bixin. Ji ber ku dewletên hegemon û yên herêmê hebûna tevgera azadîxwaziyê ji bo berjewendiyên xwe metirsî dibînin. Cihê kêfxweşiyê ye ku plana dijminan têk çû û roj bi roj tevgera azadîxwaziyê PKK mezintir û bihêztir bûye.”

Fexriye Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî; “Komploya navnetewî ne tenê li ser Rêber Apo, heta niha li ser hemû jinan berdewam e.”